Ebdulhuseyn Feylî

Ebdulhuseyn Elî Elûş, di sala 1951 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurd bûye. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de ji aliyê Nonere Kongreya Şeşemîn, Bi Praniya Dengan a Nonerên Kongreya Şeşema Partiyê ve, ji refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hatiye dûrxistin.


Jiyanname

Ebdulhuseyn Elî Elûş, bi navê )Ebdulhuseyn Feylî( tê naskirin, di sala 1932 an de li bajarê Bexdayê ji dayik bûye. Di malbateke bazirgan a Kurdên Feylî yên Bexdayê de mezin bûye û ew bi xwe jî bi karê bazirganiyê re mijûl bûye. Yek ji xêrxwazên Kurd bûye li Bexdayê ji bo alîkariya xizan û mexdûrên Kurd li hemî parçeyên Kurdistanê. Qonaxa amadeyî qedandiye. Di sala 1955 an de dest bi alîkariya darayî ya dibistana seretayî ya Feylî li Bexdayê kiriye ji bo qebûlkirina xwendekarên malbatên hejar û xizan ên Kurd. Di sala 1964 an de ji ber piştgiriya grûpa mekteba siyasî, berê xwe da Keyaniya Îranê û li wir wekî penaber jiyana xwe derbas kir. Di sala 1979 an de, bi serkeftina şoreşa gelên Îranê re, vegeriya Komara Iraqê. Di sala 2015 an de li Komara Almanya koça dawî kir. Di zimanên Kurdî, Erebî, Farisî, Îngilîzî û Almanî de şehreza bûye.

Xebatname

Di sala 1951 an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurd bûye. Di sala 1953 an de di refên Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Kurdistanê de têkoşiya. Di sala 1953 an de yek ji wan bû ku têkiliyên di navbera Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq û Dr. Ce’fer Mihemed Kerîm (1910 - 2000) ku bi Dr. Ce’fer Feylî, endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq, tê naskirin, li bajarê Tehranê rêve bir. Di 6 ê Cotmeha 1958 an de li ser navê bazirganên Feylî yên Bexdayê endamê şanda pêşwaziyê bû ji Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) re li Balafirgeha Musenna ya Bexdayê. Di sala 1958 an de endamê komîteya pênc kesî ya çavdêriya Yaneya (Cluba) Serkeftina Kurdan bûye li bajarê Bexdayê. Di sala 1959 an de nûnerê Konferansa Duyemîn a Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê bû. Di sala 1959 an de nûnerê Kongreya Çaremîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq li bajarê Bexdayê bû. Roja Şemiyê 8 ê Sibata 1960 an de endamê desteya pêncî kesî ya piştgirîdarê damezrandina Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû ji bo qonaxa karê eşkereyî. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin. Di 30 ê Tîrmeha 1961 an de ji aliyê hêzên asayîşa giştî ya Iraqê ve ji ber belavkirina daxuyaniya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li bajarê Bexdayê li dijî Ferîq Rukin Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) ku behsa binpêkirina mafên destûrî û siyasî yên neteweya Kurd di sînorê Komara Iraqê de dike, ji bo demekê kurt hat girtin.

Di sala 1961 an de berpirsê xeta veşartî ya leşkerî û polîsê Iraqê, ser bi Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, li navenda û başûrê Iraqê bû. Di sala 1961 an de di destpêka Şoreşa Îlonê de çavdêr û rêveberê çapxaneya veşartî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû li bajarê Bexdayê. Di sala 1963 an de endamê şaxê Komîteya Şaxê Pêncemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû. Di sala 1963 an de nûnerê Kongreya Koyê (Kongreya Yekemîn a Gel) bû. Di 30 ê Adara 1963 an de endamekî şanda danûstandinê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû ku bi desthilatdarên Bexdayê re li ser mafê Kurdan danûstandinê kir.

Di sala 1963 an de endamê şanda Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû ji bo gihandina nameya Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ji Ayetullahê Mezin Ebdul Muhsin Hekîm (1889 - 1970) re li bajarokê Kûfe. Di sala 1963 an de, di dema danûstandinan de, dema ku vegeriya Başûrê Kurdistanê, li bajarê Kerkûkê ji aliyê artêşê ve hat girtin û ji aliyê hêzên asayîşa Iraqê ve hat bendkirin û îşkencekirin. Di sala 1963 an de li zîndana Hîlle hat girtin. Di 14 ê Sibata 1964 an de, piştî danûstandinên di navbera serokatiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û hikûmeta Ebdulselam Mihemed Arif (1921 - 1966) de, ji zîndana navendî ya Bexdayê hat berdan. Di sala 1964 an de di civîna berfireh a Mawetê de ji aliyê baskê mekteba siyasî ve hat şermezar kirin. Ev jî tola ramanên wî yên di Kongreya Yekemîn a Gel de bû, ku li dijî nêrînên mekteba siyasî yên li hember Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) bûn û ji ber vê yekê ew hate paşguh kirin. Di sala 1964 an de ji aliyê Nonere Kongreya Şeşemîn, Bi Praniya Dengan a Nonerên Kongreya Şeşema Partiyê ve, ji refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hatiye dûrxistin.

 Di sala 1965 an de wekî karmend li radyoya Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye damezrandin.


Çavkanî :

1 - Yek ji çapkerên kevn ên Xebatê bi bîr tîne, Rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Hejmar 971, Hewlêr, În, 14 Nîsan 2000, rûpela 13.

2 - Îbrahîm Ferhemendnîya, Qirkirina Kurdan ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve, (Merîwan – Weşanên Evîn – 1396 H.Ş.), rûpelên 24 – 27.

3 - Zekî Ce’fer El - Feylî El - Elewî, Dîroka Kurdên Feylî û Pêşeroj, (Beyrût – Saziya El - Belax ji bo Çap û Weşan û Belavkirinê – 2010), rûpela 522.

4 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1963 – 1970: Lêkolîneke Dîrokî li ser Rewşa Siyasî, (Hewlêr – Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn – 2016), rûpelên 87, 114, 158.

5 - Mihemed Seîd El - Terîhî, Şîeyên Kurd: Rabirdû û Niha, (Şam – Dar Nînawa ji bo Lêkolîn û Weşan û Belavkirinê – 2013), rûpela 612.

6 - Xelef Xefûr, Defrî Zêrîn, Cilda Yekemîn, (Kerkûk – Komeleya Ronakbîrî û Civakî ya Kerkûkê – Çapxaneya Karo – 2011), rûpelên 21 – 22.

7 - Îbrahîm Ferhemendnîya, Qirkirina Kurdan ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve, (Merîwan – Weşanên Evîn – 1396 H.Ş.), rûpelên 24 – 27.

8 - Derexşan Şêx Celal Hefîdzade, Kurteyek ji Tevgera Rizgariya Jinên Kurdistanê û Hinek Bîranînên Min, (Silêmanî – Çapxaneya Şivan – 2010), rûpela 157.

9 - Zekî Ce’fer El - Feylî El - Elewî, Dîroka Kurdên Feylî û Pêşeroj, (Beyrût – Saziya El - Belax ji bo Çap û Weşan û Belavkirinê – 2010), rûpela 522.

10 - Şekîb Eqrawî, Salên Cefa li Kurdistanê: Bûyerên Herî Giring ên Siyasî û Leşkerî li Kurdistan û Iraqê ji 1958 heta 1980, Çapa Duyemîn, (Hewlêr – Çapxaneya Minare – 2007), rûpela 153.

11 - Subhî Ebdulhemîd, Iraq di Salên 1960 – 1969 de, (Şam – Dar Babel ji bo Lêkolîn û Ragihandinê – 2009), rûpela 61.

12 - Rojîn Çelebî Munîr, Zaxo 14ê Tîrmeha 1958 – 6ê Adara 1975, (Bê Cih – Navenda Zaxo ji bo Lêkolînên Kurdî – 2018), rûpelên 205 – 206.

13 - Elî Husên Ce’fer, Peymana Kurdan... Rûpelên ji Bîranînan, Rojnameya El - Ittîhad, Rojnameya Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Hejmar 499, Sala Yazdehemîn, Silêmanî, În, 15 Çiriya Paşîn 2002, rûpela 16.

14 - Elî Sincarî, Doza Kurdî û Hizba Bees a Erebî ya Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyemîn, (Dihok – Çapxaneya Xanî – 2012), rûpelên 318, 335.

15 - Fayiz El - Xefacî, Gulleyên Siyasî li Iraqê, Beşa Duyemîn, (Bexda – Dar Qenadîl ji bo Weşan û Belavkirinê – 2018), rûpela 68.

16 - Kongreya Pêncemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Kovara Rojî Nû, Hejmar Sê, Sala Yekem, Bexda, Hezîran 1960, rûpela 56.

17 - Mehmûd El - Dûrre, Doza Kurdî û Neteweperweriya Erebî di şerê Iraqê de, (Beyrût – Weşanên Dar El - Telî’e – 1963), rûpela 181.

18 - Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî nûçeyên damezrandina Partiyê pêşkêşî Birêz Wezîrê Navxweyî dikin, Rojnameya Xebat (El - Nîdal), Hejmar 141, Bexda, Çapxaneya El - Reey El - Am, Yekşem, 9 Çileya Paşîn 1960, rûpelên 1, 8.

19 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

20 - Yaneya Serkeftinê li Bexdayê, Kovara Hêvî, Yaneha Serkeftinê, Hejmar 4, Sala Duyemîn, Bexda, Çapxaneya Necah, Çiriya Yekem 1958, rûpela 91.

21 - Yedullah Kerîm, Şoreşa Îlonê 1961: Destpêkek Rastîn ber bi Rizgariyê ve, Rojnameya Teexî, Dar El-Teawî ji bo Çap û Weşanê, Hejmar 4581, Dora Sêyemîn, Duşem, 19 Îlon 2005, rûpela 3.

22 - Yedullah Kerîm, Şoreşa Rizgarî ya Îlonê... Rastî û Wate, Rojnameya Teexî, Hejmar 4309, Bexda, Yekşem, 12 Îlon 2004, rûpela 3.


Gotarên Têkildar

Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên (Samî, Samî Ebdulrehman, Salih û Dara), dihat nasîn, di sala 1957 an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di sala 1966 an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê.

Agahiyên bêtir

Salih Yûsifî

Salih Ebdullah Necmedîn Teha, bi navên (Seyda Salih - Salih Yûsifî) tê naskirin, nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar bû. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa (Hêvî) ya Kurd bû. Di sala 1945 an de tevlî refên Partiya Rizgarî ya Kurd bû. Di sala 1946 an de di kongreya yekem de wekî endamê Komîteya Cîbicîkar a Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Salih Ruşdî Tahir

Salih Ruşdî Tahir, di sala 1946 an de li bajarê Mûsilê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1950 an de ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (Konferansa Yekemîn a Bexdayê) hate hilbijartin. Di 30 ê Hezîrana 1959 an de li konferansa duyemîn a Bexdayê, ji ber çeprewiya xwe, endametiya wî ya serkirdatiyê hate rawestandin. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Çaremîn Bi praniya dengan a Nonerên Kongreyê ve ji ber çeprewiya xwe ji rêz

Agahiyên bêtir

Ebdullah Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, bi navê (Ebdullah Agrîn), tê naskirin, siyasetmedar û akademîst e. Di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1993 an de piştî yekbûna çaremîn, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Dr Elî Baba Şawês

Elî Baba Îsmaîl Heqî Elî Resûl, ku bi navên (Dr Elî Baba, Dr Elî û Xale Doktor), tê naskirin, di sala 1957 an de tevlî rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) bûye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Şaxa (Leqa) Çaran bûye.

Agahiyên bêtir