Ekber Heyder

Kesayetiyê serbazî û siyasetmedar Ekber Heyder Musa, bi navên (Ekber Suremêrî û Ekber Suremêriyê Xaneqînî), hatiye nas kirin. Di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye...


esayetiyê serbazî û siyasetmedar Ekber Heyder Musa, bi navên (Ekber Suremêrî û Ekber Suremêriyê Xaneqînî), hatiye nas kirin. Di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Nûnerê kongreya hefte‌‌m 1966، nehem 1979, dehem 1989 û diwazdehem 1999 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 1993 li kongreya yanzdehe‌m da bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û hilgirê madalya Barzaniyê Nemire.

Jiyanname

Ekber Heyder sala 1943 li Diyale ji dayik bûye, qonaxa seretayî û navendiyê li Xaneqînê temam kiriye. Di sala 1992 li xula yekem da bi endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û endamê lîjneya Pêşmerge ya li Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 1998 çûye komara Awusturya û paşê li Norwecê heta demekê maye. Şarezayê zimanên Kurdî, Farisî, Erebî, Norwêcî û Îngilîzî ye.

Xebatname

Ekber Heyder di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1963 peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û heman salê beşdariya şerê Kurmur ya li Qeredaxê ser bi parêzgeha Silêmaniyê dijî hêzên bejayî yên Iraqê re kiriye.

 

Di sala 1963 li xula yekema Akademiya serbaziya şoreşa Eylûlê hatiye wergirtin û piştî salekê xula yekema Akademiya Serbazî maye û temam kiriye û pileya mulazimê duyem wergirtiye. Di sala 1965 ji aliyê Dezgeha Asayîşa Hikûmeta Iraqê ve bi tometa beşdariya şoreşa Eylûlê, fermana xiyabî ji bo sêdaredana wî hatiye derxistin‌. Piştî wê demê ve wekî kadir û fermandeyeke serbazî bi diyar derketiye û çendîn pile û pêgehên serbazî wergirtiye û beşdariya çendîn şer û rûbirûbûnên serbazî yên dijî artêşa Iraqê de kirine.

 

Nûnerê kongreyên heftem 1966, nehem 1979, dehem 1989 û diwazdehem 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 1993 li kongreya yazdehem da bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi‌ endamê yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê bi penaberî çûye welatê Îranê û di sala 1980 an de bûye kargêrê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1981 endamê mekteba serbazî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1991 li raperîna Başûrê Kurdistanê ji aliyê Bereya Kurdistanî ve bûye Fermandeyê Mîhwerê Xaneqînê û beşdariyê li azad kirina bajaroka Xaneqînê da kiriye. Di sala 1992 li xula yekem da bi endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û Endamê Lîjneya Pêşmerge ya li Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlemena Kurdistanê) bûye.

 

Di sala 2003 bûye Cîgirê Berpirsê Lîjneya Leqa Panzdeh ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2010 bûye berpirsê leqa panzdeh û heman salê ji ber xebat û berxwedana wî ya li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û Raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên (Samî, Samî Ebdulrehman, Salih û Dara), dihat nasîn, di sala 1957 an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di sala 1966 an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê.

Agahiyên bêtir

Salih Yûsifî

Salih Ebdullah Necmedîn Teha, bi navên (Seyda Salih - Salih Yûsifî) tê naskirin, nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar bû. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa (Hêvî) ya Kurd bû. Di sala 1945 an de tevlî refên Partiya Rizgarî ya Kurd bû. Di sala 1946 an de di kongreya yekem de wekî endamê Komîteya Cîbicîkar a Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Salih Ruşdî Tahir

Salih Ruşdî Tahir, di sala 1946 an de li bajarê Mûsilê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1950 an de ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (Konferansa Yekemîn a Bexdayê) hate hilbijartin. Di 30 ê Hezîrana 1959 an de li konferansa duyemîn a Bexdayê, ji ber çeprewiya xwe, endametiya wî ya serkirdatiyê hate rawestandin. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Çaremîn Bi praniya dengan a Nonerên Kongreyê ve ji ber çeprewiya xwe ji rêz

Agahiyên bêtir

Ebdullah Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, bi navê (Ebdullah Agrîn), tê naskirin, siyasetmedar û akademîst e. Di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1993 an de piştî yekbûna çaremîn, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Dr Elî Baba Şawês

Elî Baba Îsmaîl Heqî Elî Resûl, ku bi navên (Dr Elî Baba, Dr Elî û Xale Doktor), tê naskirin, di sala 1957 an de tevlî rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) bûye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Şaxa (Leqa) Çaran bûye.

Agahiyên bêtir