Ehmed Ebdula Mihemed, mamoste û siyasetmedar bi navê (Mamosta Ehmed Amêdî û Ehmedê Ebê), hatiye nas kirin. Di sala 1953 an de li desteya damezrênerên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de bûye. Di sala 1953 an de li kongreya yekem de bi yekemîn Serokê Yekîtiya Qutabiyan û Lawên (Ciwanên) Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1953 an de endamê desteya damezrênerên Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Dêmokratên Kurdistanê bûye. Di sala 1959 an de li bajarê Bexdayê ji aliyê nûnerên kongreya çarem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraqê hatiye hilbijartin. Di sala 1960 an de endamê lîsta pencih kesî ya piştgirên desteya damezrênerên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê li qonaxa karê eşkere de bûye. Di sala 1960 an de li kongreya pêncem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve ji ber piştgîriya li biryarên civîna berfireha Konferansa Mawet 1964 an de ji nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye dûr xistin.
Jiyanname
Ehmed Ebdula Mihemed li bajarê Amêdî ya ser bi parêzgeha Musila wê demê û Dihoka niha de ji dayik bûye. Di sala 1948 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1954 an de derçûyê beşa Kîmya ya peymangeha bilinda mamostayan ya li Bexdayê bûye. Di sala 1954 an de wekî mamosta li bajaroka Amêdî ya berê ser bi parêzgeha Musil û niha ya Dihokê hatiye damezrandin. Di sala 1955 an de ji bo bajaroka Zaxo ya li tixûbê parêzgeha Musilê û niha ya Dihokê hatiye veguhestin. Di sala 1957 an de ji bo bajarê Dihokê ya li ser tixûbê parêzgeha Musilê hatiye veguhestin. Li meha Tebaxa sala 1958 an de bi şanda lîjneya navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re li bajarê Hewlêrê pêşwaziyê li Şêx Ehmed Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam (1892 - 1969) naskirî bi Şêx Ehmedê Barzan kiriye û heta bajarê Musilê pê re hevaltiyê kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî bûye.
Xebatname
Ehmed Ebdula Mihemed di sala 1953 an de li desteya damezrênerên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye. Di sala 1953 an û li kongreya yekem de bi yekemîn Serokê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1953 an de endamê desteya damezrênerên Yekîtiya Lawên Dêmokratên Kurdistanê bûye. Di sala 1958 an de li xebatkarê çarem li serdema berpirsiyariya Xesrew Tofîq Fethula (1930 - 2004) endamê lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Li 10 ê Eylûla 1959 an de nûnerê kongreya yekem ya Yekîtiya Mamostayên Kurd (Kongreya Şeqlawe) bûye. Di sala 1959 an de li bajarê Bexdayê ji aliyê nûnerên kongreya çarem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê hatiye hilbijartin. Di sala 1960 an de endamê lîsta pencih kesî ya piştgirên desteya damezrênerên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê li qonaxa karê eşkere de bûye. Di sala 1960 an de li xebatkarê şeşem ya li serdema berpirsiyariya Salih Ebdula Necmedîn (1918 - 1981) naskirî bi Seyda Salih Yusifî (1918 - 1981) de endamê leqê ya li lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.
Li rojên 15 heta 17 ê Tebaxa 1960 an nûnerê parêzgeha Musilê ya li kongreya duyema Yekîtiya Mamostayên Kurd (Kongreya Şeqlawe) bûye. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreya pêncem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1961 an de birêveberê amadehiya Dihok ya kuran bûye. Di sala 1961 an de dijî bi binpêkirina mafên neteweyî yên Kurd li gel berbelav kirina şoreşa dijî bi Zeîm Rukin Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) bûye. Di sala 1961 an de bûye berpirsê lîjneya navçeya Amêdî ya ser bi lîjneya leqa yek. Berî berbelavbûna şoreşa Eylûlê û ji ber fermana girtina wî li sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1961 an de fermandeyê şerê azad kirina nav bajaroka Amêdî ya li tixûbê parêzgeha Musilê de kiriye ku têda serkeftî nebûye. Di sala 1961 an de beşdariyê li şerê Siwaretûka ya li tixûbê parêzgeha Musilê de kiriye. Di sala 1961 an de beşdariyê li şerê Kevlesin ya li tixûbê parêzgeha Musilê de kiriye. Di sala 1961 an de beşdariyê li şerê Germavkê ya li tixûbê parêzgeha Musilê de kiriye. Ew hemû şerên li parêzgeha Musilê li destpêka şoreşa Eylûlê da rû dane ku niha dikeve tixûbê parêzgeha Dihokê de beşdariyê kiriye. Di salên (1962 - 1964) an de berpirsê lîjneya leqa yek bûye. Di sala 1964 an de beşdariyê li civîna berfireha Mawet de kiriye û dijî bi Serok General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) rawestaye. Di sala 1964 an de piştî çûna hevalên wî ya Hemedanê li Şahnişîna Îranê, xwe li mala birayekî xwe yê li bajarê Hewlêrê veşartiye. Di sala 1964 an de belavoka Tîşk ya bi navê leqa Hewlêr ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li ser Dezgeha Runyo de çap dike. Li 14 ê kanuna yekema 1967 an de li nêzîkî Nexweşxaneya Komarî ya Hewlêrê li rûdaneke tem û mijî da canê xwe ji dest daye û li goristana Amêdiyê bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2 - Amadekirin : Pêşrew Ehmed, li bîranînên Kake Ziyadê Koye da, Rojnameya Kurdistanî Niwê, Organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, hejmara 2425, sala dehem, Silêmaniyê, pêncşem 12 ê nîsana 2001 rûpela 10.
3 - Amadekirin : Selah Reşîd, Mam Celal Hevdîtinên temenê wî yên ciwantî heta koşka komarî, bergê yekem, (Silêmaniyê ـ Çapxaneya Karo 2017) rûpel 65.
4 - Ehmed Şerîf Lek, şîroveyê rûdanên dîrokî, bergê duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat 2019) rûpel 208.
5 - Belavkirinên Tîşk, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê - Leqa Hewlêrê, hejmara 2, sala yekem, 21 ê Eylûla 1964 rûpel 1 û 5.
6 - Tehiye akbar û acelal alî ruh al refîq al şehîd Ahmed Abdalle Amîdî, cerîde al nur, al adad 27, al sana al awelî, Bexdad, matbaa dar al zeman, al asnîn, 16 kanun al awal 1968 rûpel 5.
7 - Cemal Nebez, Bîrewerînameya wan rojên ku careke din venagerin, (Silêmaniyê - Çapxaneya Şivan 2017), rûpel 298.