Ezîz Akreyî

Ezîz Re‌şîd Ezîz, bi navên (Lîwa Rukin Ezîz Akreyî, Muqedem Ezîz Akreyî), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar, di sala 1964 an de li kongreya şeşem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Her li wê salê de nûnerê kongreya Qeladizê (kongreya duyem a gel) bûye...


Ezîz Re‌şîd Ezîz, bi navên (Lîwa Rukin Ezîz Akreyî, Muqedem Ezîz Akreyî hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar, di sala 1964 an de li kongreya şeşem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Her li wê salê de nûnerê kongreya Qeladizê (kongreya duyem a gel) bûye. Di sala 1964 an de bûye endamê encûmena serkirdayetiya şoreşê û endamê lîjneya serbazî (Mekteba Eskerî) ser bi nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb Al tenfîzî) ser bi encûmena serkirdayetiya şoreşê ya li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1966 an de li kongreya hefte‌‌m de bi endamê komîteya navendî û endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li sala 1967 an de beşdariya konferansa serbazî ـ ramyarî Kanî Simaq (Hewlêr) de bûye. Di sala 1970 an de li kongreya heşte‌‌m de bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1973 an de li nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê derketiye.

 

Jiyanname

Ezîz Re‌şîd Ezîz li sala 1924 an de li bajarê Akr‌ê ya ku wê demê ser bi parêzgeha Musilê bû û niha ser bi parêzgeha Dihokê ye ji dayik bûye. Qonaxa seretayî li bajaroka Akrê ya ser bi parêzgeha Musilê û qonaxa navendî li bajarê Musilê temam kiriye. Di sala 1941 an de li piştî navendî ya serbazî ya Bexdayê wekî xwendekar hatiye wergirtin. Li rêkefta 26 ê Eylûla 1942 an de li xula bîst û yekem ya li kolêja serbazî ya Bexdayê de hatiye wergirtin. Li rêkefta 30 ê hezîrana 1944 an de bi pileya mulazimê duyem kolêja serbazî ya li beşê topxane temam kiriye. Di sala 1954 an de li kolêja erkanî ya Bexdayê hatiye wergirtin.

 

Di sala 1956 an de masterê serbazî li kolêja erkanî ya Bexdayê wergirtiye. Di sala 1956 an de pileya wî wekî Raîd Rukin hatiye bilind kirin. Di sala 1957 an de xula şîrovekirina wêneyên asmanî ya li Şahnişîna Brîtanya temam kiriye. Di sala 1959 na de kolêja erkanî ya li Yekîtiya Sovyetê temam kiriye. Di sala 1959 an de bi pileya Muqedem Rukin li hewalgiriya tîpa sê ya leşkerê sê ya artêşa Iraqê bûye. Li rêkefta 14 ê temmûza 1959 an de li artêşa Iraqê de pileyên wî hatine bilind kirin û bûye Muqedem Rukin li leşkerê sê. Li rêkefta 23 ê kanûna yekema 1998 bi nexweşiyê li bajarê Kolnê komara Almanya koça dawî kiriye. Li roja şemiya 23 ê kanûna duyema 1999 an de li goristana geliya Bêstrê ya li bajaroka Akrê ya li parêzgeha Dihokê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî û Farisî û Înglîzî û Almanî bûye.

 

Xebatname

Ezîz Re‌şîd Ezîz di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 5 ê temmûza 1962 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1962 an de weke fermande berevaniyê li caddeya Hamîlton ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kiriye û li çiyayê Zozik û Hendirên li Gerûyê Emer Axa ya ser bi parêzgeha Hewlêrê baregeha xwe daniye. Di sala 1962 an de bi fermana General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) serpereştiya komkirina Pêşmergeyan li çiyayê Sefîn û dewrûbera wê ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê de kiriye. Di sala 1962 an de beşdariya şerê Espîndarê ya li nêzîkî Şeqlawe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê de kiriye. Li 1 ê Eylûla 1962 an de yek ji wan fermandeyên şerê Sefînê duyem bûye. Li meha temuza sala 1963 an de bi fermandeyê hêza Sefîn hatiye dest nîşan kirin. Di sala 1963 an de fermandeyê şerê Spîlk yê li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kiriye. Di sala 1963 an de fermandeyê şerê Geliyê Elî Beg bûye li tixûbê parêzgeha Hewlêrê. Di sala 1963 an de ji aliyê Serok Mistefa Barzanî ve bi fermandeyê bereya Rewandiz, Balek û Sîdekan ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê hatiye dest nîşan kirin. Li hezîrana 1963 an de beşdariya şerê Spîlkê de kiriye dijî bi hêzên leşkerê du yê artêşa Iraqê. Lê belê ji ber bombebarana hêzên asmanî û rêjneya gulle yekîneyên tank û debabeyan neçar mane bi paşve bikêşin.

 

Di destpêka meha gulana 1964 an de bi endamê lîjneya amadekarê kongreya şeşema Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreya şeşe‌m ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de nûnerê kongreya Qeladizê (Kongreya duyem a gel) bûye. Di sala 1964 an de bûye endamê encûmena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê. Di sala 1964 an de endamê lîjneya serbazî ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb Al tenfîzî) ya ser bi encûmena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê bûye ku paşê bi mekteba eskerî hatiye nas kirin. Di sala 1964 an de bi fermana General Mistefa Barzanî bi serleşkerê sê ya hêzên Pêşmerge li tixûbê (Silêmaniyê ـ Kerkûk) hatiye destnîşan kirin. Di sala 1964 an de dest bi nivîsîna ferhengeke (Kurdî ـ Kurdî) kiriye û di sala 1965 an de bi fermandeyê hêza Qeredax li tixûbê leşkerî sê ya hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê hatiye destnîşan kirin. Li 22 ê heta 29 ê kanûna yekema 1965 an fermandeyê yekîneya topxaneya şoreşa Eylûlê li şerê Pênciwên ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê dijî bi hêzên artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1965 an de plana lêdana qaymeqamê Kerkûkê dariştiye û piştî teqînê ji otombêla xwe rizgar bûye.

 

Di sala 1966 an de ji aliyê nûnerên kongreya hefte‌‌m ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de li yekemîn civîna komîteya navendî de bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de mijûlî nivîsîna ferhengeke Kurdî bûye. Li sala 1966 an de fermandeyê hêza Qeredax ya ser bi leşkerê sê bûye. Di sala 1966 an de li yekîneyeke tankê artêşa Iraqê li caddeya Seyid Sadiq ـ Pênciwên ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê dide û wê ji nav dibe. Di sala 1966 an de bûye fermandeyê hêza Sefîn ya ser bi leşkerê du. Li zivistana sala 1967 an de beşdariyê li xuleke serkirdayetiya serbazî ya li derveyê welat de kiriye û wergerê xulê jî bûye. Li rêkefta 15 ê nîsana 1967 an de bi serpereştiya Serok Mistefa Barzanî weke fermandeyê hêza Sefîn beşdariyê li konferansa serbazî ـ ramyarî Kanî Simaq (Hewlêr) ê bûye. Di salên (1968 - 1969) an de mamostayê waneya rênivîsa Kurdî latînî bûye ji bo xwendekarên xula yekema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê. Di sala 1969 an de fermandeyê betalyona du ya topxaneya hêza Helgurd bûye. Di sala 1969 an de beşdariya şerê Dukan ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê de kiriye. Di sala 1969 an de li berevanî kirina li bajaroka Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê de beşdariyê kiriye. Li 19 ê Eylûla 1969 an de fermandeyê şerê Dukan ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê de kiriye. Li dawî ya sala 1969 an de li karmendê yazdehem ya lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de berpirsê lîjneya leqê bûye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreya heşte‌‌m ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1970 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1970 an de bi berpirsê lîjneya leqa sê ya Kerkûkê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Li rêkefta 15 ê temmûza 1970 an de bi nûnerayetiya Serok Mistefa Barzanî beşdariya rêwresma vekirina kongreya şeşem ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kiriye. Li 17 ê temmûza 1971 an de ji aliyê nûnerên kongreya duyem a Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hewlêrê bi endamê desteya kargêriyê hatiye hilbijartin. Piştî pileya serbazî li artêşa Iraqê da Lîwa Rukin (General) bûye, li rêkefta 14 ê heta 17 ê temmûza 1971 an ji aliyê nûnerên kongreya duyem a Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hewlêrê ve bi endamê desteya kargêrî û Cîgirê Serok hatiye hilbijartin. Lê belê ji ber mijûlbûna bi karê partiyetiyê dest ji kar vekişana xwe pêşkêşî kongreyê kiriye. Di sala 1972 an de beşdariya vekirina kongreya duyem a Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê li Şeqlawe kiriye. Li sala 1973 li nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê derketiye.

 

Berhemên wî:

 

1 - Fêrbûna Zimanê Kurdî bi Latînî -  1967.

 

2- Giyanê mirov - 1968.

 

3 - Tolhildan - 1968, çapa duyem li sala 1978 hatiye kirin.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Hêmin Hewramî

Akademî û siyasetmedar Hêmin Ehmed Heme Salih, bi navê (Hêmin Hewramî), hatiye nas kirin. Di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya û Di sala 2022 an de li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Evîn Hirurî

Yasanas û siyasetmedar Evîn Tahîr Îbrahîm, bi navê (Evîn Hirurî), hatiye nas kirin, di sala 1990 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye ....

Agahiyên bêtir

Ekber Heyder

Kesayetiyê serbazî û siyasetmedar Ekber Heyder Musa, bi navên (Ekber Suremêrî û Ekber Suremêriyê Xaneqînî), hatiye nas kirin. Di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye...

Agahiyên bêtir

Ehmed Kanî

Endazyar û siyasetmedar Ehmed Edhem Ebdulcebar Ebdulrehman, bi navên (Ehmed Kanî û Ehmed Doxremeçî), hatiye nas kirin. Di sala 1991 li piştî raperîna Başûrê Kurdistanê peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye....

Agahiyên bêtir

Edhem Barzanî

Siyasetmedar Edhem Osman Şêx Ehmed Şêx Mihemed, bi navê (Edhem Barzanî), hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir