Ehmed Etruşî

Ehmed Cercîs Yunis Hesen mamoste û siyasetmedar bi navên (Ehmed Etruşî û Ehmed Hesen Helîmê), hatiye nas kirin. Di sala 1964 an de ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb Al tenfîzî) ya bi Encûmenê Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê ve bi Qaymeqamê Dihokê hatiye destnîşan kirin...


Ehmed Cercîs Yunis Hesen mamoste û siyasetmedar bi navên (Ehmed Etruşî û Ehmed Hesen Helîmê), hatiye nas kirin. Di sala 1964 an de ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kar (Al Mekteb Al Tenfîzî) ya bi Encûmenê Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê ve bi Qaymeqamê Dihokê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1966 an de li kongreya hefte‌‌m de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di heman salê de bi endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê de hatiye destnîşan kirin. Di salên (1974 - 1975) an de ji aliyê serkirdayetiya şoreşa Eylûlê ve bi Qaymeqamê Akrê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê hatiye destnîşan kirin.

 

Jiyanname

Ehmed Cercîs Yunis Hesen li navçeya Etruş ya ser bi parêzgeha Musilê ya li wê demê û li bajarê Dihok a niha de ji dayik bûye. Di sala 1958 an de qonaxa amadehiyê temam kiriye. Di sala 1959 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1959 an de bi mamostayê qonaxa seretayî ya li bajaroka Amêdî ya li tixûbê perwerdeya parêzgeha Musila berê û Dihoka niha hatiye damezrandin. Di sala 1963 an de ji aliyê Dezgeha Hewalgirî (Istixbarat) Artêşa Iraqê ve hatiye bend kirin û paşê ji bo bajaroka Um Elresas (Am Alresas) ya li parêzgeha Basra ya li Başûrê Iraqê bi zorê hatiye dûr xistin. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî bûye.


Xebatname

Ehmed Cercîs Yunis Hesen di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1964 an de bûye endamê leq ya li lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1964 an de endamê lîjneya konferasên kongreya şeşe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li tixûbê leqa yek bûye. Di sala 1964 an de nûnerê kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê bûye. Di sala 1964 an de endamê şanda diwanzdeh kesî ya danustandinkarê kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye ku ew jî bi rizame‌ndiya Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ya li bala mekteba siyasî çûn bi mebesta beşdarî kirina wan li kongreya şeşem da, lê belê ji ber tekez kirina beşdarîne kirina balê mekteba siyasî şand li erkê xwe de serkeftî nebû. Di sala 1964 an de kargêra leq li lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li dawî ya sala 1964 an de ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kar (Al Mekteb Al Tenfîzî) ya encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve bi Qaymeqamê Dihokê ya li tixûbê parêzgeha Musila berê û Dihoka niha hatiye destnîşan kirin. Di sala 1966 an de li bajaroka Gelale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji aliyê nûnerên kongreya hefte‌‌m ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de bi endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê hatiye destnîşan kirin. Li 13 ê temuza 1967 an de wekî nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û berpirsê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê amadeyê kongreya pêncem ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê li gundê Taymzawe‌ ya ser bi parêzgeha Kerkukê de bûye.

 

Di sala 1967 an de cara duyem ji aliyê encumena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve bi Qaymeqamê Dihokê ya li tixûbê parêzgeha Musila berê û Dihoka niha de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1968 an de ji bo demeke kurt bûye berpirsê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1968 an de karên siyasî bi cîh hiştiye û ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dûr ketiye. Di sala 1970 an de dûbare peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1970 an de dibe nûnerê kongreya heştem ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê. Di salên (1974 - 1975) an de ji aliyê serkirdayetiya şoreşa Eylûlê ve bi Qaymeqamê Akrê ya li tixûbê parêzgeha Dihokê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê‌ wekî penaber heta demeke kurt li Şahnişîna Îranê jiya ye û paşê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 1977 an de wekî mamostayê qonaxa seretayî li bajarê Dihokê vedigere ser karê xwe. Li 10 ê kanuna yekema 1982 an de ji ber sedema jehrîbûnê koça dawî kiriye û li goristana Şaxkê ya li bajarê Dihokê bi axê hatiye spartin‌‌.



 


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Zeîm Elî

Siyasetmedar û Ferîqê Yekem Omer Osman Îbrahîm, bi navên Mulazim Elî û Zeîm Elî hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwazdehem 1999 da kiriye....

Agahiyên bêtir

Zêrevan Mihemed Osman Nebî

Siyasetmedar Zêrevan Mihemed Osman Nebî, bi navê (Zêrevan Nêrweyî), hatiye nas kirin. Di sala 1974 an de cara yekem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1993 nûnerê kongreya duyem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûye.

Agahiyên bêtir

Xurşîd Selîm Şêre‌

Xurşîd Selîm Şêre, bi navê (Xurşîd Şêre), hatiye nas kirin. Di sala 1954 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1954 an de wekî kadîreke çalakê cotkarê‌ deşta Hewlêrê çalakiyan encamdaye...

Agahiyên bêtir

Xesrew Tofîq Fethula

Xesrew Tofîq Fethula, aborînas û siyasetmedar bi navê (Nebez), hatiye nas kirin. Di sala 1948 an de berpirsê rêxistinên Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1955 an de endamê serkirdayetiya Partiya Komunista Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê bûye. Di sala 1956 li yekgirtina duyem da bûye‌ endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Xesrew Goran

Akademî û siyasetmedar Xesrew Ebdula Îsmaîl Me'ruf, bi navê (Xesrew Goran), hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1978 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979 û dehem 1989 û yazdehem 1993 û diwazdehem bûye.

Agahiyên bêtir