Jiyanname
Mihemed Emîn Mihemed Elî Salih Silêman, ku bi Heme Emîn Beg tê nasîn, di 24 ê Tîrmeha 1924 an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Ji malbatên xanedan yên Silêmaniyê ye ku ji kevintirîn malbatên bajarê Silêmaniyê ne. Di 25 ê Cotmeha 1948 an de wek karmendekî demkî bi pileya çavdêrê pîşeyî di Rêveberiya (El-Eşxal El-Ame) de hatiye damezrandin. Di 27 ê Adara 1949 an de wek karmendekî daîmî hatiye damezrandin.
Di sala 1953 an de mastera xwe di endezyariya şaristanî de ji Zanîngeha Michigan ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wergirtiye. Di sala 1956 an de rêvebirê rê û avadanî ya Amare ya li Başûrê Iraqê bûye. Di sala 1959 an de endamê desteya rêveberî ya Sendîkaya Endezyarên Iraqî bûye. Di 21 ê Gulana 1958 an de wek endezyar ji bo Rêveberiya Rê û Avadanî ya Hîlleyê hatiye veguhestin. Di 4 ê Cotmeha 1958 an de ji bo Rêveberiya Rê û Avadanî ya Diyale hatiye veguhestin. Di 12 ê Îlona 1961 an de ji bo Rêveberiya Giştî ya Niştecihbûnê ya li bajarê Bexdayê hatiye veguhestin. Di 27 ê Cotmeha 1963 an de dev ji karê xwe berdaye. Di 26 ê Adara 1967 an de bi fermana komarî wek rêvebirê giştî yê avadankirin û ji nû ve rêxistinkirina Bakur (E'mar û Î'adetu Tenzîmî el-Şîmal) hatiye damezrandin. Di meha Mijdara sala 1967 an de endamê komîteya palavtina karmendan ji bo Wezareta Karûbarên Bakur bûye. Di 5 ê Nîsana 1969 an de pileya wî bo serokê endezyaran hatiye bilindkirin. Di 18 ê Tebaxa 1970 an de bi fermana Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê di kabîneya Ehmed Hesen Bekir (1914 - 1982) de bûye rêvebirê giştî di Wezareta Karûbarên Bakur. Di 31 ê Kanûna Yekemîn a 1970 an de endamê komîteya bilind a plansaziyê ji bo avadankirin û pêşxistina Kurdistanê bûye. Di sala 1972 an de çavdêriya avakirina sî hezar xaniyî li Başûrê Kurdistanê ji bo malbatên şehîdan û Pêşmerge kiriye.
Di sala 1975 an de di qelibandina otomobîlê de di dema gerînê de bi giranî birîndar bûye. Di sala 1975 an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê wek penaber berê xwe daye Padîşahiya Îranê. Di sala 1977 an de ji bo tedawiya nexweşiyê berê xwe daye bajarê Londonê. Di 9 ê Gulana 1979 an de li nexweşxaneyeke li bajarê Londonê dûrî malbat û welatê xwe, piştî demeke dirêj a mana bi nexweşiya penceşêrê re, koça dawî kiriye û li ser daxwaza wî termê wî bo bajarê Silêmaniyê hatiye veguhestin û li goristana Girê Seywanê ya bajarê Silêmaniyê hatiye veşartin. Di 14 ê Îlona 1980 an de xizmeta wî hatiye xanenişîn kirin. Zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Farsî dizanibû.
Xebatname
Di sala 1949 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di dema çalakiyên eşkere yên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de di serdema desthilatdariya Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) de nûnerê Partiyê di Sendîkaya Endezyarên Iraqî de bûye. Di sala 1963 an de tevlî refên hêzên Pêşmerge bûye. Di sala 1963 an de bûye endamê Komîteya Şaxê Pêncemîn. Di sala 1964 an de bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya şeşemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê). Di sala 1964 an de bûye endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya Kurdistana Iraqê. Di sala 1964 an de bûye endamê Nivîsgeha Cîbicîkar (El-Mekteb El-Tenfîzî) ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya Kurdistana Iraqê. Di dawiya sala 1965 an de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di 15 ê Nîsana 1967 an de bi çavdêriya Serok Mistefa Barzanî wek endamê Nivîsgeha Cîbicîkar a Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya Kurdistana Iraqê beşdarî konferansa leşkerî-siyasî ya Kanî Simaqê (Hewlêr) kiriye.
Di sala 1970 an de nûnerê Kongreya Heştemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di 29 ê Îlona 1971 an de li gundê Hacî Omeran ê girêdayî Parêzgeha Hewlêrê amadeyî gotar xwendina Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) bûye piştî wê kiryara xwekujiyê ya hikûmeta Iraqê ji bo terorkirina Serok Mistefa Barzanî dabû. Di sala 1972 an de bi nûneratiya Komîteya Şaxê Pêncemîn ê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hevrêtiya karwana cenazeyê Şêx Letîfê Hefîdî ji bajarê Bexdayê heta bajarê Silêmaniyê kiriye. Di sala 1972 an de Serok Mistefa Barzanî bi nûneratiya xwe şandekek Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bi hevrêtiya Salih Ebdullah Necmeddîn (1918 - 1981) ku bi Seyda Salih Yûsifî tê nasîn, endezyar Nûrî Sidîq Elî (1922 - 1981) ku bi Nûrî Şawês tê nasîn û endezyar Elî Ebdullah Emîn bo bajarê Silêmaniyê dişîne da ku beşdarî sersaxiya Letîf Mehmûd Seîd ku bi Şêx Letîfê Hefîd, cîgirê yekemîn ê Partiya Dêmokrat a Kurd di sala 1946 an de, tê nasîn, bibin.
Di sala 1973 an de kargêrê Komîteya Şaxê Pêncemîn ê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di 8 ê Nîsana 1973 an de bi Komeleya Dostaniya Iraqî - Sovyetî re wek endamekî vê komeleyê serdana bajarê Moskowê kiriye. Di 9 ê Nîsana 1973 an de beşdarî şahiya salvegera yekemîn a rêkeftina hevkariyê ya Komara Iraqî - Yekîtiya Sovyetî li bajarê Moskowê kiriye û di serdana xwe ya Komara Ozbekistana Sovyetî de spasiya karbidestan kiriye ji bo mêvanperweriya wan ya ji bo hevalên Mistefa Barzanî. Di destpêka sala 1974 an de ji bo cara duyemîn tevlî refên hêzên Pêşmerge bûye. Di sala 1974 an de bi fermana Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê (Meclisî Qiyadetu el-Sewre) ya girêdayî Hizba Baas a Ereban a Sosyalîst ji aliyê desthilatdarên Komara Iraqê ve hemû hebûnên wî û malbata wî hatine desteserkirin û bi komek malbatên din re zarokên wî û hevjîna wî di 28 ê Nîsana 1974 an de ber bi sînorê herêmên azadkirî ve hatine derxistin. Di 24 ê Gulana 1974 an de bi fermana Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ji ber tevlîbûna wî di refên Şoreşa Îlonê de ji kar hatiye dûrxistin. Di sala 1974 an de berpirsê Komîteya Şaxê Pêncemîn bûye.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
2 - Elî Sincarî, Pirsa Kurd û Partiya Baas a Ereban a Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyemîn, (Dihok – Çapxaneya Xanî – 2012), r. 356, 369.
3 - Fûad Heme Xurşîd, General Şerîf Paşa, (Bexda – Dezgeha Rewşenbîrî û Weşanê ya Kurdî – Çapxaneya (Dar El-Şuûn El-Seqafetu El-Ame) – 2007), r. 5 - 6, 10 - 11.
4 - Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Iraq (Di Qonaxên Sereke de) 1946 – 1993, (Dihok – Çapxaneya Xebat – 1998), r. 92, 104.
5 - Şekîb Akrawî, Salên Zehmetiyê li Kurdistanê: Bûyerên Siyasî û Leşkerî yên Herî Girîng li Kurdistan û Iraqê ji 1958 heta 1980, Çapa Duyemîn, (Hewlêr – Çapxaneya Menara – 2007), r. 157.
6 - Şe'ban Elî Şe'ban, Hin Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyemîn, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat – 2013), r. 113 - 114.
7 - Wêneyê Pirtûka Rêveberiya Karên Giştî, Rêveberiya Avadankirin û Ji nû ve Rêxistinkirina Bakur, 10 ê Îlona 1967, r. 1.
8 - Îsmet Şerîf Wanlî, Kurdistana Iraqê: Nasnameya Niştimanî (Lêkolînek di Şoreşa 1961an de), Wergera Suad Mihemed Xidir, (Silêmanî – Muessesetu’l-Jîn – Çapxaneya Şivan – 2012), r. 326.
9 - Elî Sincarî, Pirsa Kurd û Partiya Baas a Ereban a Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyemîn, (Dihok – Çapxaneya Xanî – 2012), r. 369.
10 - Muhsin Dizeyî, Bûyerên Min Jiyîn, Beşa Sêyemîn, (Hewlêr – Çapxaneya Hacî Haşim – 2013), r. 175.
11 - Mihemed Mela Qadir, Xebatname: Dîrokeke Kurt a Partiyê û Kultura Barzanî Nemir, Çapa Duyemîn, (Hewlêr – Dezgeha Çap û Weşanê ya Aras – 2007), r. 21, 65.




