Kongreya Heştemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Kongreya Heştemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq – 1ê Tirmeha 1970) piştî peymana 11ê Adara 1970 li gundê Nawprdanê hate lidarxistin.


Rewş û sedem

Rêkeftina 29ê Hezîrana 1966an a di navbera serkirdayetiya şoreşê û hikûmeta Iraqê de ji aliyê efserên desthilatê ve hat astengkirin, van efseran koma Buroya Siyasî ya berê ya PDK’ê ku li Bexdayê bûn, li dijî şoreşê bi kar anîne, ev jî bi çekdarkirina alîgirên wan û avakirina baregehên wan li hinek deverên ku Hêzên Pêşmerge lê bûn, pêk hat, herwiha Ebdulrehman Bazaz ji posta serokwezîrtiyê hat dûrxistin û Tahir Yahya hat danîn, Serokwezîrê nû di dawiya Tebaxa 1967ê de ligel şandeke hikûmetê serdana Serok Mistefa Barzanî kir û li ser cîbicîkirina rêkeftina 29ê Hezîranê û çekdarkirina Çeteyan bi taybetî alîgirên koma kevin ya Mekteba Siyasî bi Serok Barzanî re axivî.

Piştî demekê diyar bû ku niyaza hikûmetê tuneye ku Çeteyan bi çek bike û berovajî vê yekê jî, bêyî razîbûna serokwezîr jî, ji aliyê efserên desthilatê ve her diçe piştevaniya wan zêde dibe û ev jî bû sedema ji nû ve destpêkirina şer di navbera Çeteyan û Pêşmerge de, ev jî bû sedema sarbûna peywendiyên di navbera Serkirdayetiya şoreşê û hikûmetê de û piştî wê jî derketina şer di 15ê Nîsana 1968an de.

Di 17’ê Tîrmeha 1968’an de Partiya Be'sê darbeyek li ser desthelatê pêk anî û Ehmed Hesen Bekir bû serokkomar, rejîmê şerê xwe yê rasterast li dijî Kurdan kêm kir û dest bi handan û çekdarkirina Çeteyan li dijî şoreşê kir, wê demê şerê Çeteyan gur bû, Çeteyên hkûmtê piştî çendî şer û pevçûnan, li dawî di 18ê Cotmeha 1968an de bi temamî têkçûn û xwe spartin navendên hikûmetê yên li Kerkûkê.

Piştî şikestinan, di Îlona 1969an de hikûmetê destpêşxeriya lihevkirina bi serkirdayetiya şoreşê re girt û şandek şand Newprdanê, Piştî çendîn hevdîtinên Bexda û Newprdanê, di dawiyê de piştî serdana cîgirê serokkomarê Iraqê Sedam Husên bo Newprdanê û hevdîtina bi serok Mistefa Barzanî re di 11.03.1970ê de, di navbera hikûmeta Be's a Iraqê û serkirdayetiya şoreşê de rêkeftinek hat îmzekirin û di encamê de hat naskirin ku kurdan ji bo çi dest bi şoreşê kiriye, ku pêkhatî bû ji kaskirina mafên siyasî û netewî yên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bû.


Li darxistna kongrey

Piştî peymana 11’ê Adarê, ji 1 heta 6’ê Tîrmeha 1970’an li gundê Nawprdanê, bi amadebûna 488 nûneran hate lidarxistin, ji ber Rewşa xweş û aram, ev sêyemîn kongreya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) tê hejmartin ku bi awayekî eşkere tê lidarxistin, çend şandên aliyên cuda yên Iraqê beşdarî bûn, di nava wan de şanda Partiya Sosyalîst a Ereb a Be's, şanda Partiya Komûnîst a Neteweya Demokratîk, şanda Tevgera Sosyalîsta Erebî, şanda Rêxistina Rizgariya Filistînê, partiyên Kurdistanî yên welatên cîran, Partiya Demokrat a Kurd li Lubnanê, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û ji kesayetiyan jî Kamîran Bedirxan amadey kongrey bûn.

Kongre bi gotara Serok Mistefa Barzanî dest pê kir û piştre rapora siyaseta Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ji aliyê Hebîb Mihemed Kerîm Sekreterê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bi zimanê Erebî hate xwendin, piştre di dawiya kongireya heştem de, di 10.07.1970 de, Komîteya Navendî bi daxûyaniya dawî ya ragihandinê û nûnerên wê, karê xwe bi dawî anî.

Pêkhateya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) li gorî rêziknameya navxweyî ya kongreya heştemîn wiha bû: (Şax, Komîteya Rêxistinî, Komîteya Navxweyî, Komîteya Şax, Komîteya Navendî, Mekteba Siyasî, Sekreterê Komîteya Navendî, Serokê), herwiha Komîteya Çavdêriyê ya Navendî jî ji yek endamê Mekteba Siyasî û 2 endamên Komîteya Navendî pêk hat.

Di kongreyê de bername û rêziknameya navxweyî hat pesendkirin û bi yekdengî Serok Mistefa Barzanî wek serokê partiyê hat hilbijartin û Komîteya nû ya navendî ji bo PDK’ê hate hilbijartin ku ji van kesan pêkhatî bû:

1. Hebîb Mihemed Kerîm, sekreter

2. Dr. Mehmûd Osman

3. Îdrîs Barzanî

4. Mesûd Barzanî

5. Salih Yûsfî

6. Elî Ebdullah

7. Nûrî Şawês

8. Samî Ebdulrehman

9. Haşim Hesen Akreyî

10. Îsmaîl Mela Ezîz

11. Colonel Ezîz Akreyî

12. Faxir Mêrgasûrî

13. Faris Bawe

14. Reşîd Sindî

15. Şekîb Akreyî

16. Ebdulwehab Etroşî

17. Elî Qasim Şengalî

18. Dara Tofîq

19. Ebdul Suran Qerenî

20. Sedîq Efendî

21. Zekiya Îsmaîl Heqî.

Endamên yedek yên Komîteya navendî:

1. Reşîd Arif Ebdulrehman

2. Elî Hejar

3. Naaman Îsa

4. Şêx Reza Gulanî

5. Cercîs Fethullah Şemas

6. Mihemed Mela Qadir

7. Şaban Seîd Mihemed

8. Hemîd Berwarî

9. Qadir Cebarî.

Mekteba Siyasî jî ji van hevalan pêk dihat:

1. Hebîb Mihemed Kerîm, Sekreterê Komîteya Navendî

2. Dr. Mehmûd Osman, Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve

3. Ezîz Akreyî

4. Samî Ebdulrehman

5 Saleh Yousfi, Serokê Mekteba Rêxistina Cemawerî

6. Elî Ebdullah

7. Nûrî Sedîq Şawês,

Her di vê navberê de, koma kevin a Mekteba Siyasî ku heta niha bi navê PDK’ê kar dikir, kongreya xwe ya heftemîn li Bexdayê li dar xist, li ser hilweşandina xwe û vegera nav PDK’ê gotubêj kirin, bi piraniya dengan biryar da ku xwe hilweşînin û piştre bi rêya Şaxa çarê yê PDKê pêwendî bi Mesûd Barzanî re kirin û jê xwestin ku daxwaza wan bigihîne Serok Mistefa Barzanî, piştî ku Serok Barzanî ji xwestekên wan agahdar bû, lêbûrînek ji bo wan derxist û di 7ê Tebaxa 1970an de Celal Talebanî hat Hacî Omeran û li wir bi Serok Barzanî re hevdîtin kir, piştî çend civînan, di 1ê Cotmeha heman salê de, bi yekdengî lêbûrînek giştî ji bo wan hat dayîn û vegeriyan nav rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).


Çavkanî:

  1. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roxana - 2021).
  2. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

Gotarên Têkildar

Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê (Şoreşa Neteweyî ya Îlonê - 11 Îlon 1961). Bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî Hikûmeta Komara Iraqê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, heta sala 1975 û Peymana Cezayîrê dom kir.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Barzan a Yekem

Di 14’ê Kanûna yekem a 1914’an de piştî bidarvekirina Şêx Abdulselam Barzanî ji aliyê dewleta Osmanî ve, Şêx Ehmed Barzanî di 18 saliya xwe de şûna birayê xwe yê mezin girt û bû serokê olî û civakî yê herêma Barzan.

Agahiyên bêtir

Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê - (Şoreşa Gulanê ya Pêşkeftinxwaz - 26 Gulan 1976). Ji aliyê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK)ê ve di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de li dijî hikûmeta Be's li başûrê Kurdistanê hat destpêkirin û heta serhildana bihara sala 1991ê berdewam kir.

Agahiyên bêtir

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê

Konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Berlînê – 11.08.1976), bi serokatiya Samî Ebdulrehman û hejmareke mezin ji endam û alîgirên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî welat, li Berlînê paytexta Almanyaya Rojava hat lidarxistin. Armanca konferansê nirxandina siyaseta berê ya PDK, ji nû ve birêxistinkirina organên partiyê û berfirehkirina şoreşa çekdarî bû li Başûrê Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Konferansa Bexdayê

Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) (Konferansa Bexdayê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê - destpêka sala 1950) Ev konferans ji aliyê Komîteya Herêmî ya Bexdayê ve hat li dar xistin,weke bersivek li hember civîna Koyê ya di sala 1950 de, ku bi mebesta avakirina komîteyeke navendî ya demkî û amadekariya kongreya duyemîn a PDK’ê bû.

Agahiyên bêtir