Faris Bawe

Faris Hemed Bawe, bi navê Faris Bawe tê naskirin, fermandar û siyasetmedar, di sala 1958 de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bûye, di sala 1968an de bûye fermandarê hêza Deşta Hewlêrê, di sala 1970’an de ji aliyê nûnerên Kongreya 8’an ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin.


Jiyanname

Faris Hemed Bawe di sala 1933an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye, di sala 1956an de tê girtin û di zindana Kerkûkê de li ser destê helbestvanê mezin ê Kurd Ebdullah Goran û kadroyekî pêşketî yê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê Ebdullah Îsmaîl Ehmed naskirî bi Mela Mator hînî xwendinê dibe, di 21ê Adara 1995an de li Pîrmamê koça dawî kir û destpêkê li goristana Pîrmam a parêzgeha Hewlêrê hat veşartin û paşê di roja duşemî 10ê Adara 1997 bi merasîmeke bi rêzgirtin birin gundê Pîrdawid ê ser bi parêzgeha Hewlêrê û ji bo cara duyemîn li goristana Girê Pîrdawid - Hewlêrê hat veşartin. Zimanên Kurdî, Erebî û Farisî baş dizanibû.


Xebatname

Faris Hemed Bawe di sala 1956an de li zîndana Kerkûkê hat girtin û piştî kodetaya 14ê Tîrmeha 1958an hat berdan, di sala 1958an de tevlî rêzên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1963an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû û di heman salê de bû serpelê Pêşmergey û beşdarî şerê Darxurma li parêzgeha Hewlêrê û şerê gundê Qeşqe yê parêzgeha Hewlêrê li dijî hêzên Pasewanên Netewî bûye, di 18'ê Adara 1963'an de weke fermandarê Pêşmerge nûnerê Kongreya Koyê (Yekemîna gel) li bajarokê Koyê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê bû.

Di Hezîrana 1963an de beşdarî şerê Spîlkê li parêzgeha Hewlêrê bi fermandariya Kolonel Kafî Nebewî li dijî operasyona artêşa duyemîn a Iraqê bûye, di sala 1964 de ji bo serliqa duyemîn li betalyona duyemîn a Hêza Safîn a leşkerê duyemîn hat erkdarkirin, di sala 1965an de wek fermandarê betalyona yek a Deşta Hewlêrê di hêza Sefîn de hat erkdarkirin, di Gulana 1965an de wek fermandarê betalyona yek a Deşta Hewlêrê beşdarî Dastana Çiyayê Safînî bû, di 5'ê Kanûna yekem a 1965'an de beşdarî bersivdayîna êrîşa artêşa Iraqê dibe û fermandariya Şerê Şeş Alî (Şerê Şerxa) kir û bi ser ket, di sala 1966an de wek fermandarê betalyona duyemîn ya Deşta Hewlêrê beşdarî şerê Sefîn dibe, di sala 1968an de bûye fermandarê hêza Deşta Hewlêrê.

Di sala 1968’an de ji bo tolhildana şehîdbûna 2 pêşmergeyan di Dastana Şaxulan de, baregeha artêşa Iraqê ya li Hewlêrê topbaran kir û baregehên koma Îbrahîm Ehmed – Celal Talebanî yên li nava bajarê Hewlêrê wêran kirin, di 1'ê Adara 1969'an de yek ji fermandarên Operasyona Babagurgur bû ku êrîşî kompanya Petrola Kerkûkê kiribû, di Tebaxa 1969an de, pêşberî êrîşa hêzên Iraqî û çekdarên koma Îbrahîm Ehmed Celal Talebanî girt ku êrîşî navenda Hêza Deşta Hewlêrê kirin û wî karî berovajî wan bike û wan neçar bike ku ji şer vekişin, di sala 1970 de ji aliyê nûnerên kongireya heştan ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin, di sala 1970 de, ew ji stafê dwazdehan ji bo berpirsyariya komîteya liqa duyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat destnîşankirin, piştî peymana 11ê Adara 1970an dest bi avakirina taxa şehîdên Sêtaqan ji bo şehîdên hêzên deşta Hewlêrê dike, di 13ê Kanûna duyem a 1971ê de, ji aliyê Encûmena Şoreşa Iraqê ve pileya Kaptanê polîsê demkî pê hat dayîn, di sala 1971’ê de fermandarê betalyona 11’an a Derbendê Gomespanê a Parastina Sînoran bû.

Roja çarşem 21ê Hezîrana 1972 li Koşka Aşitiyê ya ser bi bajarokê Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve li gel Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) pêşwaziya şandeke Partiya Yekgirtû ya Sosyalîst a Almanya bi serokatiya Paul Ferner kir û pirsa aştiya Iraqê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin, di sala 1974’an de fermandarê hêza Safîn bû, di sala 1974an de fermandarê şerê Gîrey Reş bû, di 6ê Îlona 1974ê de yek ji fermandarên şerê Makokê yê parêzgeha Hewlêrê bû, ku Pêşmerge li wê derê artêşa Iraqê têk bir, di sala 1975’an de piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê koçberî Îranê bû, di sala 1978’an de vedigere Başûrê Kurdistanê û di 19’ê Kanûna duyem a 1978’an de ji aliyê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa Iraqê ve tê efûkirin, di sala 1991ê de beşdarî Serhildana Başûrê Kurdistanê dibe.


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

  2. Cenazeyê Faris Bawe îro vedigere, rojnama Birayetî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) - Yekgirtû, hejmar 2289, Hewlêr, Duşem 10.03.1997, r 4.

  3. Es'ed Edo, Şerê Şeş Alî yan Şerê Şerxe, Rojnameya Biryatî, Organa Partiya Demokrat a Kurdistanê-Yekgirtû, hejmar 1765, Hewlêr, Şemî, 9ê Cotmeha 1993, r 6-7.

  4. Hebîb Mihemed Kerîm, Kerkûk û şoreşa Îlonê ya birûmet, Kovara Golan El-Erebî, Navenda Çanda Golanê, Hejmar 70, Sala şeşan, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 31.03.2002, r.39.

  5. Abdurrahman Şerefkendî, Çêştî Micêwir, (Parîs, 1997), r. 409-410.

  6. MiGên Îraqî li dijî Kurdan şer kirin, rojnama Îtîlaatê, hejmar 14370, Tehran, Pêncşem, 15ê Nîsana 1353 H, r. 1, 4.

  7. Rêzdar Barzanî hêviyên xwe ji şanda mêvan a Almanî re tîne ziman, rojnama El-Taxî, hejmar 1067, Bexda, Çapxaneya Times, pêncşem, 22.06.1972, r.1.

  8. Kurdan du balafirên şer ên iraqî xistin xwarê, rojnama Îtîlaatê, hejmar 14356, Tehran, Şemî 25`ê Adara 1352 H. r. 17.

  9. Şekib Eqrawî, Salên Tengasiyê li Kurdistanê, Girîngtirîn Bûyerên Siyasî û Leşkerî li Kurdistan û Iraqê ji sala 1958 heta 1980, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Minare - 2007), r. 191.

  10. Biryara Encumena Serkirdayetiya Şoreşê hejmar 74, Rojnameya Alweqaî ya Îraqî, Wezareta ragehandina Iraqê, Hejmar 1960 A, Bexda, Duşem, 1ê Sibata 1971ê, rûp 1.

  11. Biryara Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê hejmar 99, Rojnameya Alweqaî ya Îraqî, Wezareta Dad, hejmar 2636, Bexda, Duşem, 06.02.1978, r.10.

  12. Ger ez bimirim, min venegerîne Hewlêra dagîrkirî!, Rojnameya Biryatî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 2123 û 2124, Şemî 22.04.1995, r 8.

  13. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Bergê Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002), r. 209, 253.


Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir