Hebîb Mihemed Kerîm

Yasanas û siyasetmedar ‌Hebîb Mihemed Kerîm Ebdulrehman, bi navên Hebîb Feylî, Hebîb Mam Kerîm, Kake Hebîb hatiye nas kirin. Di sala 1964 û li kongreya şeşem 1964, kongreya heftem 1966 û kongreya heştem 1970 bi endamên partiyê û Sekreterê Komîteya Navendî û Berpirsê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin‌.


Jiyanname

Hebîb Mihemed Kerîm Ebdulrehman li sala 1931 li bajarê Kût ya li Başûrê Iraqê ji dayik bûye û ji eşîr û hoza Melikşahê Feyliye. Ji malbateke xwendewar û bazirgan ya Kurdê Feylî ye û li bajarê Bexdayê perwerde bûye. Li sala 1950 an de li Kolêja Maf ya li bajarê Bexdayê wergirtin û di sala 1952 an de ji ber çalakiyên siyasî, ji aliyê karbidestên Iraqê ve ji xwendinê hatiye bêbeş kirin û ji kolêjê hatiye derxistin.‌

 

Di sala 1953 li Kovara Erebî ya zimanî (Sedî Al musteqbel) gotaran belav kiriye û di sala 1958 an de bi bêjerê Radyo ya Bexdayê hatiye damezrandin û heta dawiya sala 1962 li wir kar kiriye.

 

Di sala 1975 an de bi fermaneke Encumena Serkirdayetiya Şoreşa Iraqê, bi Birêvebirê Şaredariyê ya parêzgeha Zîqar li Başûrê Iraqê hatiye damezrandin. Di salên 1977 - 1990 û 1991 an de çendîn caran ji aliyê rejîma Be'es ve hatiye desteser kirin. Li 6 ê Şubata 1978 an de bi fermaneke Encumena Serkirdayetiya Şoreşa Iraqê bi pişkênerê giştî ya li Birêvebiriya Baca Derameta Giştî ya li bajarê Bexdayê hatiye damezrandin û di sala 1987 an li ser daxwaza xwe hatiye xanenişîn kirin.

 

Li nava sala 1998 an de wekî penaber çûye Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya, şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî bûye. Li 30 ê temmûza 2013 li nexweşxaneyeke bajarê Beyrutê koça dawî kiriye û paşê termê wî ji bo goristana Necef ya li nava Iraqê hatiye veguhestin û li wir bi axê hatiye spartin‌.


Xebatname

Hebîb Mihemed Kerîm, di sala 1952 an de peywendiyê bi rêzên PDK ve kiriye û di sala 1953 Endamê Lîjneya Navçeya Bexda ya Partiya Dêmokrata  Kurdistana - Iraqê bûye û heman salê Nûnerê Kongreya Sêyem ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê bûye li bajarê Kerkukê û di sala 1954 an de bûye Berpirsê Lîjneya Navçeya Bexda ya Partiya Dêmokrata  Kurdistana - Iraqê.

 

Li konferansa sala 1956 an de bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata  Yekgirtiya Kurdistanê û heman salê Nûnerê Yekîtiya (Qutabiyên) Xwendekarên Kurdistanê li bereya xwendekaran (A Cebhe Al Talabiye) li bajarê Bexda bûye ku zêdetirê rêxistinên neyarên desthilatdariya Iraqê li xwe digirt û ji van rêxistinan pêkhatibû:‌ Partiya Dêmokrata  Yekgirtiya Kurdistanê, Partiya Komunista Iraqê, Partiya Be'esa Erebî Sosyalîst û Partiya Kongreya Niştimanî bi mebesta hemahengiyên ji bo rêxistina xwepêşandan û grevên xwendekaran.

 

Di sala 1959 Endamê Desteya Nivîskarên Rojnameya Xebat ya Organa Partiya Dêmokrata  Kurdistana - Iraqê bûye li bajarê Bexda‌ û heman salê û li kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê 1959 an de bi Endamê Lîjneya Çavdêrî û Pişkinîniya Partiya Dêmokrata  Kurdistana - Iraqê hatiye hilbijartin. Li 8 ê kanuna duyema 1960 an de Endamê Desteya pencîh kesiya piştgîrîkarê damezrandina Partiya Dêmokrata  Kurdistanê bûye ji bo qonaxa karên eşkere û heman salê raste rast li kongreya pêncem ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê 1960 an de bi Endamê Lîjneya Çavdêrî û Pişkinîniya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin‌.

 

Di sala 1964 an de wekî Berpirsê Lîjneya Çavdêrî û Pişkinîniya Bilind beşdariya civîna berfireha Mawet da nekiriye û bi şerî`î nezaniye. Heman salê wekî Berpirsê Yekemê Lîjneya Çavdêrî û Pişkinîniya Bilind ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê û ji bo nehiştina kêşeyên navxweyî pêşniyara sazkirina kongreyê dixe ber Serok û Mekteba Siyasî û her du alî razî dibin.

Li kongreya şeşe‌ma Partiya Dêmokrata  Kurdistanê 1964 an de kongreya hefte‌‌m 1966 û kongreya heşte‌‌m ya 1970 an ya PDK da bi endam û sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê hatiye hilbijartin‌.

Li 18 ê kanûna duyema 1967 an de serokayetiya şandeke Partiya Dêmokrata  Kurdistanê de kiriye û hevdîtinê bi Lîwa Ebdulrehman Mihemed Arif li Koşka Komarî ya li bajarê Bexda kiriye bi mebesta guftûgo kirina bi cîh kirina bendên peymana hezîrana 1966 ya otonomiya Kurdistanê ji aliyê Hikumeta Iraqê.

Li sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê diçe welatê Îranê û paşê diçe bajarê Qahîre û peywendiyê bi Hikûmeta Iraqê re dike û heman salê piştî xwe bi dest ve danê, vedigerê Iraqê.

Li nava sala 1991 peywendiyê bi rêzên PDK re kiriye û li ragihandina Partiya Dêmokrata  Kurdistanê de kar kiriye. Di sala 1993 û li kongreya yanzdehe‌m de bi Endamê Desteya Navendî ya Pişkinîn û Çavdêriyê ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê, Yekgirtî de hatiye hilbijartin.

 

Nûnerê kongreyên diwanzdehem 1999 û kongreya sêzdehe‌m 2010 ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê bûye ya li bajarê Hewlêrê.


Berhemên wî:

1- Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî Muhatat Reîsiye) 1946 - 1993.

2- Hewel Tras Al Wetanî Lil Barzanî Al Xalid 1991.

3- Sefhat Min Nezal Al Şaab Al Kurdî Tarîx Motemarat Al Hizb 4,5,6,7,8, -1991, wergêrana Kurdî ya vê berhemê ji aliyê Kozad Rojbeyanî li heman salê da hatiye kirin û li heman salê çap bûye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê.

2- Dîroka Partiya Dêmokrata  Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewa navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).

3- Celîl Al Mandalawî û Sabah Al Surmîrî, Al Astaz Hebîb Mihemed Kerîm Fî Hedîs Lil Hemrîn, Cerîde Hemrîn, cemiya Al Kurd Al Feylîyîn, Al Adad 26, Erbîl, Matbaa Camiya Salehaddîn, Tişrîn Al Sanî 2001.

4- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî Muhetat Reîsiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).

5- Hebîb Mihemed Kerîm, Xwatir An Al Barzanî, Cerîde Xebat, Lisan Hal Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Muhed, Al Adad 712, Al Arba, 2 Azar 1994.

6- Mihemed Mela Qadir, Xebatname kurte dîroka PDK û kultûra Barzaniyê Nemir, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha Çap û Belavkirinên Aras 2007).

7- Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî Wel Hereke Al Tehririye Al Kurdiye, Al Muceled Al Sales, (Erbîl ـ Matbaa Wezara Al Terbiye 2002).


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir