Mihemed Qadir Ehmed, bi navên Mamosta Mihemed Mela Qadir û Lacanî hatiye nas kirin. Olzan, nivîskar û siyasetmedar, di sala 1958 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1970 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya heştem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li kongreya heştem de bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li kongreya nehem ya partî de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 1985 an de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 ji aliyê dengderên Başûrê Kurdistanê ve bi endamê Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya di xula yekem de hatiye hilbijartin. Li 25 ê nîsana 1993 li kabîneya duyema Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bûye Wezîrê Ewqaf û Karubarên Îslamî. Di sala 2005 an de mamostayê waneyê kongreyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula yazdehema peymangeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2007 an de mamostayê waneya dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula şazdehema peymangeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye.
Jiyanname
Di sala 1934 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1960 an de wekî mamosta hatiye damezrandin. Li rêkefta 6 ê Eylûla 1961 an de bi mebesta pêşgirtina karwana polîsên Iraqê ku ji Kerkûkê ve dihatin Hewlêrê ji bo şikandina xwepêşandana Hewlêrê beşdariyê li xwepêşandana Şêrawe da kiriye. Di sala 1962 an de endamê leqa Hewlêrê ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bûye. Di sala 1962 an de yek ji damezrênerên Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bûye. Di sala 1962 an de endamê desteya nivîskarên kovara Rêjne bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber li Îranê jiyaye û ji aliyê Serok Mistefa Barzanî ve bûye serpereştyarê lîjneya serpereştiya koçberên li Îranê. Roja çarşema 6 ê tişrîna yekema 1993 li xala tixûbî ya Başmax ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê wekî Wezîrê Ewqafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya termên Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) û Îdrîs Barzanî (1944 - 1987) kir ku ji Komara Îslamiya Îranê ve ber bi menzîlgeha dawî ya li gundê Barzan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê birêve bûn. Li roja sêşema 14 ê kanûna duyema 2019 li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye. Roja çarşema 15 ê kanûna duyema 2019 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve sersaxî pêşkêşî malbata wî da hatiye kirin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bûye.
Xebatname
Yek ji alîgirên Partiya Komunistên Iraqê bûye, lê belê di sala 1956 an de ji hezkirina Partiya Komunista Iraqê dûr dikeve. Di sala 1956 an de yek ji damezrênerên Yekîtiya Feqeyên Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1956 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1958 bi helkefta vegerana Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ji Yekîtiya Sovyetê, serokayetiya şandeke Hewlêrê kiriye ku ji bo hevdîtina Serok Barzanî ya li bajarê Bexdayê. Di sala 1958 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1960 an de berpirsê beşa rêkxistina lîjneya rêxistina Deşta Hewlêrê ya ser bi lîjneya Hewlêrê ya ser bi lîjneya leqa dû bûye. Di sala 1960 an de nûnerê kongreya pêncem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1964 an de di dema ji hev veqetina Partiya Dêmokrata Kurdistanê dijî bi biryarên civîna berfireha Mawet ku ji aliyê bala mekteba siyasî ce hatibû saz kirin rawestiya û piştgîriyê bala Serok Mistefa Barzanî kir. Di destpêka meha Gulana sala 1964 an de endamê desteya amadekarê kongreya şeşem bûye. Di sala 1964 an de bi dengê endamên kongreya şeşem bi endamê desteya bilind çavdêrî û pişkinîna Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û heman salê nûnerê kongreya encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye.
Di dawî ya sala 1964 an de bi kargêrê xebatkarê pêncem ya lîjneya leqa du hatiye dest nîşan kirin. Di sala 1964 an de bi berpirsê lîjneya navçeya Koye ya ser bi lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Li meha kanûna yekema 1965 an de bi endamê lîjneya komkirina alîkariyan ji dewlemendên bajarê Hewlêrê ya ji bo hêzên Pêşmergeyên tixûbê Hewlêrê bûye û vê karê bi hevkariya Parêzer Muhsîn Dizeyî bi serkeftiyî encam daye. Li meha Eylûla 1965 an de bi kargêrê xebatkarê şeşemê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Li 13 ê Adara 1965 an de beşdariya şerê Sele (Hewlêr) ê da kiriye. Di sala 1965 an de beşdariya destana Sefîn de kiriye. Di sala 1966 an de berpirsê lîjneya navçeya Hewlêr ya ser bi lîjneya leqa du bûye. Her wê salê erkê berpirsê lîjneya navçeya Kifrî û kargêrê lîjneya leqa sê wergirtiye. Di sala 1966 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya heftem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1967 an de bûye birêveberê perwerdeya Hewlêr li şoreşa Eylûlê da. Di sala 1967 an de bi awayeke demkî bi mebesta bihêz kirina rêkxistinan wekî berpirsê lîjneya rêxistina mamostayan û fermanberan li lîjneya navçeya Hewlêrê ya ser bi lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Di sala 1967 an de ji bo cara sêyem bi kargêrê xebatkarê heştem ya lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Li meha tişrîna duyema sala 1967 an de sernivîskarê kovara Sefîn ya organa lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di salên (1967 - 1968) an de bi nasnavê Lacanî helbestan li kovara Sefîn de çap kiriye.
Li rêkefta 15 ê Nîsana 1967 an de nûnerê konferansa serbazî ـ ramyarî Kanî Simaq li gundê Rêzanok ya parêzgeha Hewlêrê bûye û her li sala 1967 an de heta salekê li bajarê Hewlêrê ji bo birêvebirina rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê jiyana nihênî bi ser dibe. Li dawî ya sala 1968 an de ji aliyê beşa zanyarî û tendirustiyê nivîsîngeha bi cîh kar ya (al mekteb al tenfîzî) ya ser bi encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bi birêveberê perwerdeya Hewlêrê hatiye damezrandin. Di sala 1968 an de cara çarem bi kargêrê xebatkarê nehem ya lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Di sala 1968 xula endazeya teqemenî dîtiye. Li destpêka sala 1969 an de cara pêncem bi kargêrê xebatkarê dehem ya lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Li dawî ya sala 1969 an de cara şeşem bi kargêrê leqa du hatiye destnîşan kirin. Di sala 1970 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya heştem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1970 an de li kongreya heştem ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 21 ê Eylûla 1970 an de nûnerê kongreya yekem ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê ya li Gelale bûye. Di sala 1970 an de endamê desteya damezrênerê leqa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd bûye. Di sala 1970 an de bûye endamê leqa Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Li dawî ya sala 1970 an de bi cîgirê berpirsê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Li 24 ê hezîrana 1971 an de wekî nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariya mîhrîcana Hacî Qadirê Koyî ya li bajaroka Koye de kiriye. Li 19 ê hezîrana 1972 an de li roja şehîd bi nûnerayetiya lîjneya leqa du beşdariyê li merasîma çar efserên şehîd û serkirdeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li goristana Teyrawe ya li bajarê Hewlêrl kiriye û gotar xwendiye. Di sala 1972 an de endamê desteya aştî û alîkariya Iraqî (Heye al selam û al tezamin al Iraqî) bûye. Li destpêka sala 1973 an de li xebatkarê dehemê lîjneya leqa du bi berpirsê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin. Roja dûşema 5 ê şubata 1973 an de bi nûnerayetiya lîjneya leqa du gotarê li kongreya çarem ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê de xwendiye. Li roja çarşema 21 ê Adara 1973 wekî nûnerê lîjneya leqa du gotarê li ahenga Newroza Bestore ya nêzîkî bajarê Hewlêrê de xwendiye.
Li dawî ya sala 1973 an de li xebatkarê çardehem ya lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. li destpêka sala 1974 an de li xebatkarê panzdehemê lîjneya leqa du de yekemîn car bi berpirsê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin. Li 1 ê Adara 1974 an de wekî nûnerê lîjneya leqa du beşdariyê li ahenga vekirina kongreya sêyem ya Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê de kiriye. Li 1 ê kanûna duyema 1975 an de bûye berpirsê lîjneya leqa yek (Dihok Musil). Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Îranê bûye. Piştî şikestê roleke ber bi çav li henardina Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê de dîtiye. Li nava sala 1977 an de li jêr serpereştiya Îdrîs Barzanî da beşdariyê li civîna berfireha Kerec de kiriye bi mebesta hevkarî kirina serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û serpereştiya penaberên Başûrê Kurdistanê li Îranê de kiriye. Di sala 1979 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya nehem de hatiye hilbijartin. Li destpêka sala 1981 an de li xebatkarê panzdehemê lîjneya leqa du cara duyem bi berpirsê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin. Li rêkefta 12 ê kanûna yekema 1983 serpereştyarê lîjneya rêxistina baregeha mekteba siyasî bûye.
Di sala 1984 an de bûye endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li rêkefta 16 ê temmûza 1985 bi endamê beşa rêkxistin û serpereştyarê îdareya mekteba siyasî û berpirsê beşa tendirustî û berpirsê beşa şehîdan hatiye destnîşan kirin. Mamostayê zêdetirê xulên peymangeha pêgihandina kadîran ya li qonaxa şoreşa Gulanê da bûye. Li 30 ê tişrîna duyema 1985 an de birêveber û mamostayê waneya rêkxistina partayetî û program û peyrewa navxweyî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula heştem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Rajan ya Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1985 an de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li dawî ya sala 1986 an de li xebatkarê bîst û yekemê lîjneya leqa du ya cara sêyem bi berpirsê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin. Li 17 ê Tebaxa 1987 an de beşdariya paqijkirina sengerên artêşa Iraqê li rêya Hîran ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê de kiriye. Li 22 ê şubata 1988 an de fermandeyê şerê Serî Nusek bûye. Di sala 1988 an de bûye berpirsê lîjneya leqa heşt li Îranê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya dehem da hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de sernivîskarê kovarê Rizgarî bûye ku ji aliyê lîjneya leqa heşt ya li welatê Îranê ve dihate derxistin.
Di sala 1991 an de berpirsê mîhwerê Hewlêr ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê ya di sala 1991 an de beşdariyê li azad kirina bajarê Kerkûkê da kiriye. Li 20 ê temuza 1991 an de endamê lîjneya serpereştiya pêkanîna Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bûye. Li rojên 15 heta 17 ê tişrîna duyema 1991 bi serokê desteya amadekarê kongreya heftem ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd hatiye destnîşan kirin. Li 20 ê tişrîna duyema 1991 an de gotara Serok Mesûd Barzanî li kongreya duyema Yekîtiya Zanayên Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê de pêşkêş kiriye. Li 16 ê kanûna yekema 1991 heta 18 ê şubata 1992, di sala 1992 ji aliyê dengderên Başûrê Kurdistanê ve bi endamê Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê li xula yekem de hilbijartin. Roja dûşema 27 ê nîsana 1992 serpereştiya sazkirina kongreya yekema Yekîtiya Endazyarên Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê de kiriye. Li 1 ê temmûza 1992 gotaran li rojnameya Xebat ya organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê de belav kiriye. Li 20 ê Tebaxa 1992 bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariyê li vekirina kongreya yekem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê de kiriye. Li 25 ê nîsana 1993 bûye Wezîrê Ewqaf û Karubarên Olî ya li kabîneya duyema Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Li meha temmûza sala 1993 bi serokê lîjneya bilinda kongreya yazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1993 ji aliyê nûnerên kongreya yazdehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye hilbijartin. Li 16 ê tişrîna yekema 1993 wekî Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdariyê li ahenga vekirina kongreya azadî ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê de kiriye. Li roja sêşema 26 ê temmûza 1994 li bajarê Hewlêrê wekî nûnerê Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî beşdariyê li vekirina kongreya duyema Partiya Zehmetkêşên (Kedkarên) Kurdistanê da kiriye û gotar xwendiye. Di sala 1994 an de li destpêka şerê navxweyî da Şanaz Hemedê hevjîna wî li êrîşa hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ya li ser mala wan de hatiye şehîd kirin. Li 11 ê Tebaxa 1994 an de gotaran li heftenameya Gulan de çap kiriye. Li 16 ê Tebaxa 1996 an de ji ber xizmeta wî ya li şoreşa Eylûl, şoreş Gulan û raperîna Başûrê Kurdistanê de, li 50 saliya salvegera yobela zêrîna Partiya Dêmokrata Kurdistanê da ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.
Di sala 1996 an de Cîgirê Serokê Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi wekalet bûye. Di sala 1997 an de mamostayê waneya program û peyrewa navxweyî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula dehem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1998 li kovara Dengê Afret ya organa mekteba sekreteriyeta Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê de gotaran belav kiriye. Di sala 1998 an de li kovara Nûserî Niwê ya organa Yekîtiya Nivîskarên Kurd ya leqa Hewlêrê de gotaran belav kiriye. Di sala 1998 an de mamostayê waneya dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula yazdehem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1999 an de li kongreya diwazdehem de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî û paşê endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 2 ê tişrîna duyema 1999 an de cara duyem bûye berpirsê lîjneya leqa yek ya Dihokê. Roja çarşema 4 ê temmûza 2000 bi Serok Mesûd Barzanî re beşdariya ahenga derçûna xula pêncem ya zanîngeha Dihokê de kiriye. Li rojên 3 heta 5 ê tişrîna duyema 2002 bi Serok Mesûd Barzanî re beşdariya kongreya Hejar Mukriyanî de kiriye ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li bajarê Hewlêrê hatibû saz kirin. Li roja sêşema 20 ê Gulana 2003 li bajarê Dihokê wekî berpirsê lîjneya leqa yek ya Dihokê beşdariya vekirina malbenda Behdînan ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir. Li 14 ê şubata 2004 heta 14 ê nîsana 2004 mamostayê waneya dîroka kongreyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula çardehem ya peymangeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Li roja çarşema 18 ê şubata 2004 ji bo lîjneya leqa yek ya Dihokê hatiye veguhestin. Li roja şemiya 16 ê Gulana 2004 nûnerê kongreya serwerî û demokrasiyê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2005 an de bi berpirsê desteya navendî ya pişkinîn û çavdêriya sazî û damezraweyan û di sala 2005 mamostayê waneya kongreyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula yazdehem ya peymangeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2007 an de mamostayê waneya dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula şazdehema peymangeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye.
Li rêkefta 4 ê tebaxa 2010 an de beşdariya vekirina kongreya heftem ya Yekîtiya Afretên Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê de kiriye. Li sala 2010 li kongreya sêzdehem da xwe ji bo encûmena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê berbijêr kiriye lê belê derneçûye. Di sala 2012 an de mamostayê waneya dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula hevdehem ya peymangeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. li 20 ê kanûna duyema 2012 heta 5 ê Tebaxa 2013 mamostayê waneyê peyrewa navxwe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula hejdehema peymangeha pêgihandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2013 an de mamostayê waneyê dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê li xula nozdehem ya peymangeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye.
Berhemên wî:
Pendnamey aware 1985.
Civak li Kurdistanê da 1998.
Xebatname, kurte dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê û kûltura Barzaniyê Nemir ـ (çapa yekem 2000 ), (çapa sêyem 2012)
Serburde ـ kurteyek le bîrweriyekan 2009.
Salêk le Şêx Wesanan 2016.
Serburdey nemiran 2014.
Dîwanî Lacanî.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.