Şêx Letîfê Hefîd

Letîf Mehmud Seîd Mihemed, bi navê (Şêx Letîfê Hefîd), hatiye nas kirin, nivîskar û siyasetmedar di sala 1946 an de ji aliyê nûnerên kongreya yekem ku bi kongreya damezrandin û yekgirtina yekem tê bi nav kirin bi Cîgirê Yekemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd hate hilbijartin. Eve jî bi cîh kirina beşek ji raspardeyên General Mistefa Barzanî wekî damezrêner û Serokê partiya wî ya nû bûye...


Letîf Mehmud Seîd Mihemed, bi navê Şêx Letîfê Hefîd hatiye nas kirin, nivîskar û siyasetmedar di sala 1946 an de ji aliyê nûnerên kongreya yekem ku bi kongreya damezrandin û yekgirtina yekem tê bi nav kirin bi Cîgirê Yekemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd hate hilbijartin. Eve jî bi cîh kirina beşek ji raspardeyên General Mistefa Barzanî wekî damezrêner û Serokê partiya wî ya nû bûye. Di salên (1956 - 1958) li bendîxaneya Silêmanî, Hîle û Basra hatiye bend kirin. Di sala 1963 an de endamê kongreya Koye (kongreya yekema gel) bûye. Li 21 ê kanuna duyema 1963 an de li bajaroka Ranye endamê şanda danustandinkarê Kurd ya ligel şanda Iraqî bûye ku bi mebesta otonomî ji bo Kurdistanê bûye. Di sala 1964 an de piştgîrê bala mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê nekiriye û piştevanê Serok bûye. Di sala 1964 an de endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1964 an de endamê lîjneya desturê ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) bûye.

 

Jiyanname

Letîf Mehmud Seîd Mihemed li bajarê Silêmaniyê dayik bûye, yek ji wan kesayetiyên navdarên Kurde û xwediyê pile û payeyeke civakî bûye. Ji malbata şêxên rêbaza Qadirî Berzencî Silêmanî ye ku peyrewê Şêx Ebdulqadirî Geylanî (1077 - 1165) bûye. Li Weçey Şêx Ehmedî Nodêyî naskirî bi Kîbrît Alahemre û kurê biçukê Melîk Mehmudê yekem (1881 - 1956)e. Li meha kanuna yekema 1908 an de Seîdê bapîrê wî li bajarê Musilê bi destê Partiya Yekîtî û Pêşketinê (Hizb Al atihad û al tereqî) ve hatiye teror kirin û Şêx Mehmudê bavê wî jî birîndar bûye.

 

Di sala 1919 an de Şêx Mehmudê bavê wî ji aliyê desthilatdarên Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya ve bi hukimdarê Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Li rapora hewalgiriya Brîtanya ya li sala 1933 an de hatiye nivîsîn bi cîhnişînê xebat û berxwedana Şêx Mehmudê Hefîd hatiye nasandin. Di sala 1919 an de ku zarok bûye ligel malbata xwe koçberê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1931 an de beşdariya şerê Awbarîk (Silêmanî) yê ya li raperîna Şêx Mehmudê Hefîd da kiriye. Yek ji damezrênerên komeleya Birayetî ya sala 1938 an e. Li sala 1939 an de peywendiyên xwe ligel Mistefa Barzanî da li bajarê Silêmaniyê bi hêz kiriye. Di sala 1941 an de hevdîtinê bi neqîb Vîlçvîskî nûnerê dezgeha hewalgiriya Yekîtiya Sovyetê li Kurdistanê û Şahnişînê Îranê re kiriye ku bi mebesta guftûgo kirina rewşa navçeyê û mafên Ku‌rd bûye. Di salên (1942 - 1943) li Rojhilatê Kurdistanê jiya ye û desthilatdariyeke Kurdî bi hevkariya beşek ji Serok eşîrên li bajaroka Serdeşt pêk aniye.

 

Li 12 ê temmuza 1943 bi muleta Melîk Mehmudê bavê wî kar hêsanî ji bo derbasbûna Mistefa Barzanî (1903 - 1979) li dest bi serî li bajarê Silêmaniyê ber bi Rojhilatê Kurdistanê û li wir ve jî ber bi devera Barzan kiriye. Di sala 1946 an de piştgîriya Komara Dêmokratîka Kurdistanê kiriye.

 

Di sala 1973 an de dîwana helbestên wî bi Kurdî Kurmanciya navîn û bi navnîşana (Gulê Werihayî) li du ta ya 82 rûpelan li bajarê Silêmaniyê hatiye çap kirin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bûye.

 

Xebatname

Letîf Mehmud Seîd Mihemed sala 1946 an de ji aliyê nûnerên kongreya yekem ku bi kongreya damezrandin û yekgirtina yekem tê bi nav kirin bi Cîgirê Yekemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin. Eve jî bi cîh kirina beşek ji raspardeyên General Mistefa Barzanî bû ku wekî damezrêner û Serokê Partiya nû bû. Di sala 1946 an de nûçeya şikesta Komara Dêmokratîka Kurdistanê ji aliyê Celal Emîn Beg (1911 - 2004) bi wî gihîştiye. Di salên (1946 - 1958) hêviya xwe bi gelek ji kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê, wekî Xenî Biluryan û Hejar Mukriyanî û Heyderî û Ebdulrehman Zebîhî daye. Di sala 1948 an de çapxane û penageh ji bo kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê saz kiriye da ku çapemeniyan têda belav bikin. Di sala 1948 an de xwepêşanderên çepê bajarê Silêmaniyê bi ne rewa li ser êrîş kirine û ewî jî ji bo belav kirina wan teqîna hewayî kiriye û bi vê jî Şêx Mehmudê Hefîdê bavê wî jê nerazî bûye.

 

Li sala 1948 an de bi handana Partiya Komunista Iraqê beşek ji cotyarên devera Erbet ya li tixûbê parêzgeha Silêmanî li dijî wî rawestane û bi lawazbûna wî Partiya Komunista Iraqî re aşt dibin. lê belê bi dirêjahiya salên şêstan ya sedsala bîstê bi wê yekê hatibû nas kirin ku yarmetiya Komunistan daye ji bilî piştgîrî kirina li Barzaniyan û tevgera netewayetiya Kurd. Lê belê li rûbirûbûna çekdarî li gel dewleta Iraqê da xwe parastiye. Li 28 ê kanuna yekema 1950 an de ji aliyê Celal Xalîdî parêzgerê Silêmaniyê ve bi tometa hevkariya eşqiyayên nav û deng Xule Pîze hatiye bend kirin û paşê ji bo Nasiriye ya li Başûrê Iraqê bi fermana Nurî Seîd Serok Wezîrê Paşayetiya Iraqê hatiye dûr xistin. Di sala 1952 an de beşdariya ahenga Newrozê ya bajarê Silêmaniyê kiriye. Li 10 ê tişrîna yekema 1956 an de termê Şêx Mehmudê Hefîd (1881 - 1956) vedigerînin bajarê Silêmanî û cemawer ber bi bendîxaneyê dibin heta Şêx Letîf bibîne, lê belê ji aliyê polîsên paşayetiya Iraqê ve teqînê li cemawer dikin û bêyî wê yekê cemawer bi mebesta xwe bigihe, du kes li wir têne şehîd kirin.

 

Li salên (1956 - 1958) di destpêkê de li bendîxaneya Silêmaniyê tê bend kirin û paşê ji bo bendîxaneya Hîle û paşê ji bo bendîxaneya Basra ya li Başûrê Iraqê tê veguhestin. Ev bend kirin tenê bi xwesta Omer Elî parêzgerê Silêmaniyê bûye. Di sala 1956 an de li bendîxaneyê de peywendiya wî bi serkirdayetiya Partiya Komunista Iraqê re hebûye û li rêya Partiya Komunista Iraqê re bi niyaza peywendî kirina bi General Mistefa Barzanî bûye. Di roja 14 ê temmuza 1958 an de li peyamek ji bo rûxênerên rejîma paşayetiya Iraqê de yek ji daxwaziyên wî yên ji xelkê bajarê Silêmaniyê azad kirina navbihurî bûye. Piştî çend rojan li kudetaya 14 ê temmuza 1958 an ji bendîxaneyê hatiye azad kirin. Li roja yekşema 10 ê Tebaxa 1958 an de li bajarê Kerkûkê pêşwaziyê li Şêx Ehmed Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam (1892 - 1969) naskirî bi Şêx Ehmedê Barzan kiriye ku nû ji bendîxaneya Basra hatibû azad kirin û heta bajaroka Pirdê ya li tixûbê parêzgeha Kerkûkê ligel wê karwana otombêlan da bûye. Li 17 ê nîsana 1959 û li kongreya duyema tevgera aştîxwazên Iraqê da bi endamê encûmena niştimaniya aştîxwazên Iraqê de hatiye hilbijartin. Di sala 1959 an de ligel şandeke Kurdên Başûrê Kurdistanê serdana Yekîtiya Sovyetê û hevdîtinê ligel desthilatdaran û penaberên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Di sala 1962 an de li gundê Sîtek nîştecîh bûye. Di sala 1963 an de endamê kongreya Koye kongreya yekema gel (kongreya yekema Gel) bûye.

 

Li 21 ê kanuna duyema 1963 an de li bajaroka Ranye endamê şanda danûstandinkarê Kurd ya bi şanda Iraqî re bûye ku bi mebesta otonomî ji bo Kurdistanê bû. Di sala 1964 an de piştgîriya bala mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê nekiriye û piştîvanê Serok bûye. Di sala 1964 an de endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1964 an de endamê lîjneya desturê ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) bûye. Li dawî ya temenê xwe da nexweş ketiye û demeke dirêj li nav cihan de dimîne. Di salê 1966 an de li Cundiyan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê pêşwaziya şandeke Hikûmeta Iraqê ya ji bo danustandinê kiriye. Di sala 1967 an de li gundê Sîtek ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê pêşwaziya Celal Hîsamedîn Nuredîn (1933 - 2017), naskirî bi Celal Talebanî re kiriye. Li demjimêr şeş û nîvê êvariya 12 ê Gulana 1972 an de li nexweşxaneya Rahbat ya li bajarê Bexdayê koça dawî kiriye û li mizgefta mezina bajarê Silêmaniyê bi axê hatiye spartin. Ji aliyê lîjneya leqa pênc ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve termê wî ber bi bajarê Silêmaniyê ve hatiye bi rê kirin. Şandeke mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi nûnerayetiya Serok Mistefa Barzanî beşdariya sersaxiyê ya li bajarê Silêmaniyê bûne. Ji ber koça dawî ya wî ji aliyê Ehmed Hesen Bekir (1914 - 1982) Serok Komarê Iraqê ve peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbata wî hatiye kirin.

 

Berhemên wî

 

Gulî Werîw  - 1973.

Giyakele‌.

Giyakeley komelayetî - 1978.

Bîranînên Şêx (Letîf) ê Hefîd li ser şoreşên Şêx Mehmudê Hefîd - 1995.

Bîranîn - 1995.


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2 - Ezîz Husen Al Barzanî, al hereke al qewmiye al Kurdiye al tehririye fî Kurdistan al Iraq 1939 - 1945 (Dihok ـ dar Spîrêz lil taba'a wal neşir ـ matba'a wezara al terbiye 2002), sahife 76 - 78.

3 - Hoşyar Nurî Lek, navdarên Kurd li dêrek da, (Hewlêr ـ çapxaneya Çarçira 2010) - rûpel 18.

4 - Amadekirin : Sedîq Salih, Ebdullayê Sofî Kerîmî Seracî, serbazeke wenda li take Komara Kurdistanê da, (Silêmanî ـ çapxaneya Bedirxan 2003) rûpel 95, 161.

5 - Welîd Hemdî, al Kurd we Kurdistan fî al wesaeq al Brîtaniye dirasa tarîxiye we saeqiye, (London ـ matba'a secil al Arab 1992) - sahife 260.

6 - Ismaîl Şukir Resul, Kerkûk lêkolîneke dîrokiye li rûyê ramyarî û hizrî 1939 - 1945 (Hewlêr 2007), rûpel 79 - 83.

7 - Fazil Resul, Kurdistan wal siyase al sufîtiye fî al şerq al awsat, tercume Xesan Na'man, (Al Silêmaniye - Mekteb al fikir walawî fî al atihad al watanî al Kurdistanî ـ matba'a muesese Hemdî lil taba'a wal neşir 2008), sahifa 241.

8 - Ezîz Şemzînî, tevgera rizgariya niştimaniya Kurdistanê, wergêra Ferîd Eseserd, (Bê cîh  ـ Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ـ Dezgeha Ragihandin ـ çapxaneya Şehîd Îbrahîm Ezo 1984) rûpel 18.

9 - Aso Omer Siware, Silêmanî û axa wê, (Silêmanî ـ çapxaneya Şivan 2019) rûpel 321, 353, 363, 373.

10 - Ehmed Banîxêlanî, bîranînên min, (Stockholm 1997) rûpel 223, 224, 429.

11 - Chris Kochera, Cinbiş bi mil kir, wergera Ibrahîm Yunisî, çapa duyem, (Tehran ـ muesese Intişarat Nigah 1377 şemsî) rûpel 171, 187, 238, 310.

12 - Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên sîyasî yên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958, (Silêmanî ـ Navenda Lêkolîna Stratejiya Kurdistanê 2005) rûpel 119, 121, 123.

13 - Mistefa Nerîman, Ferhenga Edîb û Nivîskarên Kurd, (Bexda ـ Emîndarêtiya Giştî ya Rewşenbîrî û Lawan ـ çapxaneya Esed 1986) rûpel 114.

14 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî li rewşa siyasî, (Hewlêr ـ çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn 2016) - rûpel 149.

15 - Jois Blou, Birresî tarîxî û came şunasî û mesale kerd, tercume Pîruyz Amînî, (Senendec ـ Danişgahe Kurdistan ـ merkez pejuhşehay Kurdistan şunasî ـ naşir Şalude 1379 - şemsi) - sahife 69.

16 - Davîd Makdul, tarîx al akrad al hadîs, (Beyrut ـ dar al farabî 2004), sahife 438, 439, 339.

17 - Ebdure‌hman Şerefkendî, Çêştî Mucêwir, (Parîs 1997) rûpel 102, 104, 107, 231, 490, 494. 496.

18 - Kemal Fuad, fî al zikrî al sadese wal arbon lil wefay al şêx Mehmud al Hefîd, cerîde al itihad, al sahîfa al merkeziye lil atihad al watanî al Kurdistanî, al a'dad 495, al sana al aşra, al Silêmaniye, al cum'a 18 tişrîn al awal 2002.

19 - Basîlî Nîkîtîn, al Kurd dirase sosyolociye, wel tarîxiye, neqle min al Fransiye we'leq 'leye al Dr Nurî Talabanî, al taba'a al sadasa al minqeh, (Erbîl ـ al akademiye al Kurdiye - matba'a al Haci Haşim 2012) sahife 318.

20 - Mehmud Şêx Sîn Hisu al Rêkanî, Şingal (Sincar) fî al a'had al malikî 1921 - 1958, (Erbîl ـ al akademiye al Kurdiye - matba'a al Hacî Haşim 2012), sahife 117.

21 - Cemal Baban, Silêmanî bajarê min ê geş, bergê sêyem, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha çap û belavkirinên Aras ـ çapxaneya Aras 2012).

22 - Ehmed Hemed Emîn Homer, Rewandiz lêkolîneke dîrokî  ـ Siyasî 1918 - 1939, (Silêmanî ـ Navenda Lêkolînên Stratejiyên Kurdistanê 2006), rûpel 156.

23 - Cemal Baban, Silêmanî bajarê min ê geş, bergê yekem û duyem, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha çap û belavkirinên Aras ـ çapxaneya Aras 2012) - rûpel 333, 334.

24 - Mistefa Seyid Ehmed, Bibliyografya kitêba Kurdî 1787 - 1975, (Bexda ـ Korî Zanyarî Kurd ـ çapxaneya Korî Zanyarî Kurd 1977), rûpel 244.

25 - Kurd û Kurdistan der guzar tarîx, Dr Kemal Ruhanî, (Senendec ـ Intişarat Aras 1397 - şemsi), sahife 414.

26 - Bin Buzîd Asma, Mustafa al Barzanî we dewre fî al nezal al Kurdî 1943 - 1975, al cumhuriye al cezaeriye al demoqratiye al şa'abiye, wezara al ta'alîm al alî wal bahs al Ilmî, cami'a Mehmud Buzyaf al mesele, kuliye al ulum al insaniye wal ictimaiye, qism al tarîx 2019.

27 - Alî zabît awzadalga, Neqşebendiye der asyayî xerbî û merkezî, tercume Fehmiye Ibrahîmî, (Tehran ـ Pijuhişkide tarîx Islam 1389 - şemsî) - sahife 167 - 168.

28 - Amadekirin : Selah Reşîd, Mam Celal Dîdarî temen ji zaroktiyê heta Koşka Komarî, berga yekem, (Silêmanî ـ çapxaneya Karo 2017) - rûpel 61.

29 - Qadir Mehmudzade, Xatirat zindegî pir macray Dr Asu, (Tehran ـ neşir huriye 1373 - şemsi) - sahife 378, 379.

30 - Ibrahîm Al Rawî, min al sewre al Arabiye al kebire alî al Iraq al hadîs, al taba'a al saniye, (Beyrut ـ matba'a dar al kitab 1978) - sahife 374, 376.

31 - B. Hewraz, kurte lêkolînek li ser damezrandin û hilweşandina Partiya Şoreş û Rizgarî li Kurdistana Başûr, (Bê cîh ـ Gulana 1993), rûpel 27.

32 - Rujîn Çelebî Munîr, Zaxo 14 ê tîrmeha 1958 - 6 ê Adara 1975, (Bê cîh  ـ Navenda Zaxo ya Vekolînên Kurdî - 2018) - rûpel 38, 75.

33 - Xefur Mîrza Kerîm, li baregeha Şêx Mehmudê Nemir li dara kelî da, Kovara Rengîn, jimare 7, Bexda, çapxaneya (Dar al huriye lil taba'a), gulan 1998 - rûpel 15.

34 - Samî Şoreş, Kurdistan wal Akrad, al taba'a al saniye, (Erbîl ـ Matba'a Rojhilat 2019).

35 - Mihemed Suheyl Tequş, tarîx al Akrad 2015 - 637 (Beyrut ـ dar al nefaes lil taba'a wal neşir wal tewzî 2015).

36 - Tehrîr wel mimrac : Beşîr al wendî, fî melefat al istixbarat al Brîtanî 1923, (Bexdad ـ dar al sefar lil tercume wal teba'a wal neşir 2018).

37 - Ekremî Salihî Reşe, bajarê Silêmanî, bergê pêncem, (Silêmanî ـ çapxaneya Rehend 2018) - rûpel 461, 466, 494.

38 - Fuad Sedîq, gerdelûlî siyaset, (Hewlêr ـ Wezareta Rewşenbîrî ـ Birêveberiya Giştî ya çap û belavkirinê ـ çapxaneya Rewşenbîrî 2006) - rûpel 46.

39 - Bekir Ebdulkerîm Hewêzî, geştek bi Komara Mehabad da bîranînên min li Rojhilatê Kurdistanê da 1944 - 1947 (Hewlêr ـ Dezgeha çap û belavkirinên Aras 2001) - rûpel 37.

40 - Dawîd Mak Dawil, tarîx masira Kurd, tercume Ibrahîm Yunisî, çap çarem, (Tehran ـ neşir panîz ـ çap dalahu 1393 -şemsî) - sahife 450, 457, 461, 464.

41 - Şukir al Al Hefîd, cerîde al taxî, al a'dad 1035, Bexdad, matba'a al tayms, al arba, 17 ayar 1972, sahife 4.

42 - Şukir Alî al Seîd Reîs al Cumhuriye, al Saîd al Barzanî ya'zî, cerîde al taxî, al a'dad 1035, Bexdad, matba'a al tayms, al arba, 17 ayar 1972, sahife 4.

43 - Şukir Alî Al Seîd Mustefa al Barzanî, al seîd al Barzanî ya'zî, cerîde al taxî, al a'dad 1035, Bexdad, matba'a al tayms, al arba, 17 ayar 1972, sahife 4.

44 - Şêrzad Zekeriya Mehmud, meclis qiyade al sewre fî Kurdistan ـ al Iraq 1964 - 1970 dirasa tarîxiye siyasiye amma, (Dihok ـ cami'a Dihok ـ merkez al dirasat al Kurdiye wehafaz al wesaeq 2010) - sahife 80.

45 - Ebdulxalid Sabir (Mamosta Xalid), şecereya malbatên kevnarên Silêmanî li navbera salên 1784 - 1914, çapa duyem, (Beyrût ـ çapxaneya Grîn Glurî 2010) - rûpel 366, 370, 372, 380, 383.

46 - Ebdulrahman Qasimlo, Kurdistan wal Akrad, (Beyrut ـ al muesese al amma lil neşir 1979), sahife 110.

47 - Al Arab wal Kurd al mesalih wal mixawif wal muşterekat, Se'id Beşîr Iskender, al sabt wal mutaxîr fî al mewqif al qewmî al Kurdî ticae al salata al Arabiye fî Bexdad Xilal al Ahad al malikî 1921 - 1958, (Beyrut ـ al merkez al Arabî lil Abhas wel dirasa al siyasat 2019) - sahife 97.

48 - Elî Ebdulla, dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê heta saz kirina kongreya sêyem, (Bê cîh  ـ Eylûla 1968) - rûpel 63.

49 - Ebdulmunîm Xulamî, sê qurbanî, Wergêran Îhsan Îrwanî, (Hewlêr ـ Dezgeha Çap û belavkirinên Aras ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 2004), rûpel 25 - 27.

50 - Kawis Qeftan, Al intifazat al Barzaniye, (Erbîl ـ dar aras lil taba'a wal neşir ـ matba'a wezara al terbiye 2002) - sahife 64.

51 - Mehmud Amîn Al Amirî, tarîx muqederat al Iraq al siyasiye, al muceled al sales, (Beyrut ـ al muesese al Arabiye lil dirasat wal neşir 2017) - sahife 101 - 107.

52 - Mihemed Amir Dêrşewî, al beniye al dînî al siyasiye fî Kurdistan, (Erbîl ـ matba'a Hêvî 2016) - sahife 245 - 257 - 317.

53 - Mihemed Elî Sultanî, aw za' siyasî ictimaî tarîxî ayail Barzan, "be inzimam asrar Barzan, (Tehran ـ sazman asnad û kitabxane millî cumhurî Islamî Îran 1383 - şemsî) - sahife 602.

53 - Muzekerat Elî Kemal Ebdulrahman, teqdîm we tehqîq Cemal Baban, (Bexdad ـ Şereke al xinisa lil taba'a al mehadad 2001) - sahife 88 - 89.

54 - Mesûd al Barzanî, al Barzanî wal hereke al tehririye al Kurdiye, al muceled al awal, al taba'a al saniye, (Beyrut ـ Kawa lil saqafe al Kurdî 1997) - sahife 86, 216, 217.

55 - Mela Saman Helebce, Gulistan ـ Jiyana navdar û şaîrên Kurd, (Hewlêr ـ çapxaneya Hêvî 2013) û rûpel 297.

56 - Mîrza Mihemed Emîn Mengurî, bi serhatiyên siyasî yên Kurd li 1914 ve heta 1958, beşa duyem, (Silêmanî ـ Birêveberiya Giştî ya çap û belavkirinê ـ çapxaneya Raz 2001) - rûpel 155 - 156 - 179.

57 - Necde Fethî Sefwe, al Iraq fî al wesaeq al Brîtaniye sene 1936, (Al basra camea al basra - merkez dirasat al xelîc al Arabî 1983) - sahife 68.


Gotarên Têkildar

Xalîd Ehmed Feqê Ekber

Xalîd Ehmed Feqê Ekber, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1964 an de li encama êrîşa taqima Îbrahîm Ehmed ya li ser sengerên Pêşmerge de fîşek li ber serê wî ketiye û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Yedula Feylî

Ebd Kerîm Murad Fethula, bi navên (Yedula Ebdulkerîm, Yedula Feylî, Kake Yedî, Zal), hatiye nas kirin, siyasetmedar, sala 1950 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...

Agahiyên bêtir

Seyid Ezîz Şemzînî

Ezîz Ebdula Ebdulqadir Ubeydula, bi navê (Seyîd Ezîz Şemzînî), hatiye nas kirin, efser û siyasetmedar, di sala 1959 an de li kongreya çarem de bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê hatiye hilbijartin, di sala 1960 an de li kongreya pêncem‌ de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin....

Agahiyên bêtir

Şêx Îsmaîl Mela Ezîz

Siyasetmedar, Îsmaîl Ezîz Mistefa Ebdula bi navên Şêx Îsmaîl Mela Ezîz, Şêx Îsmaîl Safî, Şêx Îsmaîl Hîranî, Îsmaîl Mela Ezîz Hîranî, Tarîq hatiye nas kirin. Di sala 1963 an de nûnerê kongreya giştî ya li bajaroka Koye ‌(Yekemê Gel) ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1964 an de dijî bi bala mekteba siyasî rawestaye....

Agahiyên bêtir

Şewket Şêx Yezdîn

Şewket Şêx Yezdîn Mihemed Nebî yê siyasetmedar, di sala 1993 li kongreya yanzdehem de bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî hatiye hilbijartin. Di sala 1993 an de endamê lîjneya anîna termê Serok Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê bûye...

Agahiyên bêtir