Li salên destpêka jiyana xwe da ji aliyê bavê wî û paşê li medreseyan de li ber destê çend kesên mamostayên olî, fêrî xwendin û nivîsînê bûye. Gulistan û Bostana Se'dî xwendiye. Lê belê li gor ku ew li berhema xwe ya bi navê Çêştî Mucêwir da behs dike, ewî destkeftekî gelek kêm jî hebûye. Bavê Hejar kesayetiyekî xwendewar bûye û zaniye bi Kurdî bixwîne û binivîse. Her eve jî wî han daye û teşwiq kiriye ku kurê wî bi xwe (Hejar) her li temenê pênç salî de bikaribe bixwîne û binivîse. Paşê jî ew şandiye xwendingeha li medreseyan. Di sala 1940 dest bi helbest gotinê kiriye û helbestên Ehmedê Xanî, Wefayî û Melayê Cizîrî bandorê li ser hestên wî kirine. Helbestvan û wergêreke Kurd bû, xwediyê hejmarekî zêdeyê berhemên edebî yên giranbiha ye.
Di sala 1942 peywendiyê bi rêzên Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê (J.K) kiriye û bûye endamê wê komeleyê. Beşdariya karên partiyetî û hîzbiyan kiriye û baweriyeke zêde bi bi armancên (J.K) hebû. Ji ber ku piştî wî hîç demekê li hîç hîzb û rêxistineke siyasî da bi fermî nebûye endam. Hejar li Komara Kurdistanê da bi Hêminê şaîr hevdû naskirine û roleke çalak li komar de hebûye. Di sala 1944 bi nûnerayetiya Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê (J.K), beşdariya civînên sê tixûbên bi hizba Hîwaya Başûrê Kurdistanê re li devera Dalamper de kiriye.
Di sala 1947 piştî ruxandina Komara Kurdistanê, xwe gihandiye Başûrê Kurdistanê û hete demekê li gundê Sîtekî ya parêzgeha Silêmaniyê li mala Şêx Letîf Şêx Mehmud bi nihênî maye. Paşê çûye Bexda û li payîza 1947 ji bo çareserkirina nexweşiya Sîl diçê Lubnanê û piştî başbûnê vedegerê Iraqê. Demekê li bajarê Bexda dimîne û li wir jî bi Ebdulrehman Zebîhî re xwe gihandiye gundê Tirbê Spî ya li bajarê Qamîşlo ya Rojavayê Kurdistanê. Li wir li mala Şêx Husên Haco maye. Çend carekê bi nihênî çûye Şamê û bi hejmareke zêdeyê edîb, şaîr û siyasiyên Kurd re yên wekî Celal Talebanî, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza, Rewşen Bedirxan û malbatên Bedirxaniyan hevdû nasîne. Di sala 1953 de beşdariyê li Festîvala Ciwanên Cîhanê ya li bajarê Budapêşte (Bucharest) ya Romanya de kiriye. Heta ku sala 1958 li Rojavayê Kurdistanê maye û mijûlî karên edebî û xebatên Kurdayetiyê bûye.
Piştî şoreşa 14 ê Temûza sala 1958 bi Serokayetiya Ebdulkerîm Qasim û vegerana Mela Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê ya bajarê Bexdayê, ew jî vegeriyaye û dûbare peywendiyê bi Mela Mistefa Barzanî re kiriye û bi dîtina Barzanî şad bûye. Li cem Mela Mistefa Barzanî, Hejar kesekî bawerpêkirî û taybet bû, ji bo wê yekê di dema vegerana ji Yekîtiya Sovyetê demjimêrekî destî ji bo wî bi diyarî anîbû. Hejar heta li jiyanê de mabû wê demjimêrê ji xwe dûr nexistibû.
Di sala 1961 piştî destpêka şoreşa Eylûlê bi serkirdayetiya Mele Mistefa Barzanî, Hejar Mukriyanî diçê nava şoreşê û wekî kesekî nêzîkî li Barzanî dimîne. Piştî wê yekê ku ew peymana li 11 ê Adara 1970 li navbera serkirdayetiya şoreşa Kurd û Hikûmeta Iraqê hate mohr kirin, Hejar Mukriyanî ji bo Bexdayê hate şandin ku rêxistina karubarên Yekîtiya Nivîskarên Kurd bike ku nû li 10 ê Şubata 1970 an de hatibû damezrandin. Li yekem kongreya wê yekîtiyê bi Serokê Desteya Birêvebir hate hilbijartin û li heman demê de jî bû endamê Korî Zanyarî Kurd. Di sala 1972 an de pertûka Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî ji Farisî ve wergerand ser zimanê Kurdî û li çapxaneya Korî Zanyarî Kurd hate çap kirin.
Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê, mala wî ya li Bexdayê hate talan kirin. Her çende hukmê sêdaredana wî ji aliyê Hikûmeta Îranê ve derketibû, vegeriya bajarê Mehabadê. Li ser daxwaza Mele Mistefa Barzanî hukmê sêdaredana wî hate hilweşandin û piştî wê çûye bajarê Kerec ya welatê Îranê. Heta dawiya jiyana xwe her li wir ma. Di sala 1979 piştî ketina rejîma Şahê Îranê û hatina Xumeynî li ser desthilatê, Hejar Mukriyanî hemû dema xwe ji bo danîna Ferhenga Zimanê Kurdî û wergêran û lêkolînên li edebiyata Kurdî da terxan kir.
Di sala 1976 ku Şoreşa Gulanê destpêkir, Hejar Mukriyanî yek ji wan xebatkaran bû ku hana penaberên Kurdên Başûrê Kurdistanê dida ku piştgîriya şoreşê bikin. Mamosta Hejar Mukriyanî li pileya yekem yaî xebatkarên Kurd da bi Mamosta Elî Ebdula Sekreterê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, li roja 2 ê Kanûna Yekema 1989 li kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzanî wergirt.
Hejar li jiyana xwe da gelek tehlî û koçberiyê dîtiye. Li roja 21 ê Şubata 1991 koça dawî kir û termê wî birin Mukriyan û li goristana Baxî Fîrdewsî ya li bajarê Mehabadê bi axê hate spartin.
Berhemên wî:
Kurdî:
1- Beytî Sere Mer, li 1957 li Şamê hatiye çap kirin.
2- Çêştî Mucêwir, bîranînên wî bi xwe ye.
3- Ale Kok, Dîwana Şî'irî ya serdema komarê.
4- Beytî Sere Mer, çîroke şî'irêkî dirêje, hizra wê ji çîrokekî kurtê Sebahedîn Elî, nivîskarê Tirk wergirtiye.
5- Mem û Zîn, her bi şiir ji Kurmancî ve wergêrandiye Soranî.
6- Bo Kurdistan, Dîwanî Hejar, 1965.
7- Ferhenga Ûşeyî Henbane Borîne (Kurdî bi Kurdî û Farisî), Tehran, 1990.
Farisî:
1- Tarîx Silêmaniye (Dîroka Silêmaniyê).
2- Rewabit Ferhengî Ayran û Misir (Peywendiyên kulturiyên di navbera Îran û Misir).
3- Qanun Der Tib, nusrawey îbn sîna le erebîyewe bo farsî.
4- Asaral Bilad û Axbar Ala'bad Zekeriya Qizuynî ji Erebî kiriye Farisî.
Wergerên bi Kurdî:
1- Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, ji Farisî kiriye Kurdî.
2- Çarînên Xeyam. Ji Farisî wergerandiye ser zimanê Kurdî.
3- Dîroka Erdelan, Girduko û ji çend çavkaniyên Farisî ve wergerandiye Kurdî.
4- Yek Le Penay Xal û Sîfrî Bê Biranewe, namilkeyeke şî'ir ya nivîsîna Elî Şerîetî ye, ji Farisî wergerandiye Kurdî.
5- Daye, Bawe, Kê Xirawe? namilkeyeke Elî Şerîetî ye wergerandiye Kurdî.
6- Îrfan, beramberî, azadî, namilkeyekî Dr Elî Şerîetî ye wergerandiye Kurdî.
7 - Quran bi Kurdî.
8- Hozî le bîrkirawî Gawan, nivîsîna Dr Mistefa Cewad, ji Erebî wergerandiye Kurdî.
Saxkirin:
1- Dîwana Şêx Ehmedê Cizîrî (Melayê Cizîrî), tekst û wate û şîrove kirin.
2- Şerhê Dîwana Melayê Cizîrî.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.