Şiwan Mîrxan Badîn li sala 1962 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li cem Heso Mîrxan Dolemerî bûye Pêşmerge û li şerên Şûş û Şermin ya li sala 1962 û şerê Serê Akrê de beşdariyê kiriye. Li sala 1962 bi Barzaniyê Nemir re derbasî navçeya Soran bûye û her li wê salê da li şerên Serê Sefîn, Sîsawe, Spîlk, Xelîfan, Dolî Hîran û Nazenîn de beşdar bûye. Li sala 1964 bi Tahîr Ozêr Axayê Zirarî re Pêşmerge bûye. Li sala 1968 ew veguhestine Baregeha Barzaniyê Nemir ya li Qesrê û Dîlman. Li sala 1969 û şerên devera Barzan de beşdar bûye. Her li sala 1969 piştî wê yekê ku artêşa Iraqê navçeya Pişder dagîr dike, Şiwan Mîrxan yek ji wan 70 Pêşmergeyan bûye ku bi fermana Barzaniyê Nemir çûne azadkirina pêgeha (Maxubizin) ya li navçeya Sengeser ê. Piştî peymana 11 ê Adara 1970 bûye fermandeyê betalyonê û berpirsiyariya komgeh û depoyên çek û teqemeniyên şoreşê li Hacî Omeran wergirtiye. Piştî şikesta sala 1975 çûye wargeha Zêwe û li wir ve ew veguhestine Kerecê. Li sala 1979 peywendiyê bi şoreşa Gulan re kiriye û vegeriyaye Zêwe. Li sala 1980 bi 100 Pêşmergeyan bi serpereştiya Kek Îdrîs Barzanî û Şêx Mihemed Xalîd çûye Ketîne û heta şeş mehan li wir bûye.
Li sala 1981 beşdariya wan mefrezeyên ku li navçeyên Barzan û Mêrgesor û Goretû bûye û çendîn çalakiyan encam daye û çendîn ziyanê gihandiye dijminan. Li sala 1982 birîndar bûye. Li sala 1988 li destana Xwakurk de beşdariyê kiriye. Piştî operasyona berfireha Enfalê û kîmyabarankirina navçeya Behdînan, bi pêşmergeyên din re çûye Rojhilatê Kurdistanê. Piştî serhildan û raperîna mezina sala 1991 vegeriyaye navçeya Barzan.
Du xwarziyên wî yên bi navê Kerîm Mistefa Hedo û Mistefa Şekir Mistefa şehîd bûne. Li kongreya 13. sêzdehem ya Partiya Demokrata Kurdistanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Niha bi pileya Eqîd li Fermandeya Barzan berdewamiyê bi xebata xwe dike.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.