Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.


Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê vegeriyaye gundê xwe û ji aliyê rejîma Iraqê ve ji bo bajarê Dîwaniye ya li Başûrê Iraqê hatiye dûrxistin. Di sala 1977 vegeriyaye nav rêzên şoreşê û heta salekê li lîjneya navçeya Dihokê kadîr bûye û paşê bûye Berpirsê Lîjneya Navçeya Amêdiyê.

 

Di sala 1983 kurekî wî yê bi navê Mecîd Silêman ku berpirsê rêxistina nihênî ya Cudî bû hatiye şehîd kirin. Li meha Eylûla sala 1987 kurekî wî yê dinê bi navê Mihemed Salih Silêman ku berpirsê Lîjneya Navçeya Amêdî yê bû li şerê Kanî Masê ya parêzgeha Dihokê şehîd bû. Di sala 1988 di dema operasyona berfireha Enfalê û kîmyabaran kirina navçeya Behdînanê, kurê sêyemê bi navê Fexrî Silêman ku Pêşmergeyê Lîjneya Navçeya Dihokê bû, bi komek kesên din ve ji aliyê rejîma Iraqê ve hatiye destgîrkirin û paşê jî hatiye şehîd kirin. Li heman salê da Silêman Îsmaîl bi malbata xwe ve ji bo komelgeha Cejnîkan ya li nêzîkî Behirkê ya li parêzgeha Hewlêrê hatiye dûrxistin. Di sala 1990 vegeriyaye parêzgeha Dihokê. Di sala 1991 li serhildan û raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê de û bi taybetî li serhildana gundê Malta ya li parêzgeha Dihokê de rolekî xwe yê ber bi çav hebû. Ji ber wê yekê dûbare pileya kadîrê Lîjneya Navçeya Dihokê ya li Leqa Yek (1) wergirtiye. Li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya sala 2010 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Şêxela Îbrahîm Şêxela

Şêxela Îbrahîm Şêxela, di sala 1949 li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1964 wekî Pêşmerge çûye nav rêzên şoreşê. Di sala 1980 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye. Di sala 1992 Birîkarê Wezareta Çandin û Avdaniyê bûye. Di sala 2005 Endamê Parlemena Kurdistanê bûye, hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir