Îsmaîl Aygun (Şivan Perwer) li 23 ê Eylûla 1955 li gundê Surî ya ser bi qeza Suruca parêzgeha Riha (Urfa) ya Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî û amadehiyê li Riha yê xwendiye. Beşa matematîk ya li Zanîngeha Enqerê xwendiye. Bi xanima stranbêj Gulistan Perwer re hevjîniyê pêkaniye.
Li temena zarokî de dest bi stran gotinê kiriye. Di dema xwendekarê qonaxa şeşema seretayî bû, li bajarê Riha yê yekemîn car çûye ser dikê û stranan gotiye. Paşê li qonaxa zanîngehê jî li bajarê Enqerê li stran gotinê de berdewam bûye. Di sala 1975 şikesta şoreşa Eylûlê bandoreke neyînî li ser Şivan Perwer kiriye û wî han daye ku stranên şoreşgêriyê ji bo bilind kirina moral û ureya Pêşmerge û xelkê Başûrê Kurdistanê bibêje.
Şivan Perwer dibêje: Min tu demekê nexwestiye bibim stranbêj, belku min hez dikir zêdetir bixwînim ji bo ku pileya zanistiya profesoriyê li warê matematîkê de bi dest bînim û li wî warî de xizmeta mirovayetiyê bikim. Stranbêjê Kurd li welatê Tirkiye li şûna wê yekê pêşwaziya wî bê kirin, dihate zîndanî kirin û îşkence dan. Hunera Tirkî û stran gotina bi zimanê Tirkî ji aliyê min ve kultûr û resenayetiya xwe firoştin û xiyanetek bû li neteweya min. Ji bo wê yekê min red kir bi Tirkî strana bistrêm. Lê belê dema wê yekê têgihiştim milletê Kurd aşiqê muzîk û strane, ji bo wê yekê mirov dikarê li rêya muzîkê xizmetê bi neteweya xwe bike. Min sê armancan li ber xwe girt, ew jî li strana Kurdî de navê Kurdistanê bibê evîn û hunera Kurdî, da ku xwe li nav huner û muzîka cîhanê de bibîne. Heta ku rûmet û qedrê lê bigrin. Min hewl da hunerê bixim nav xizmeta Kurd û Kurdistanê û doza wê ya rewa. Min biryarê da bibim hunermend. Lê belê bûna hunermend û stran gotina bi zimanê Kurdî li Tirkiye cihê min li wî welatî de nedima, bi neçarî ez ji Tirkiye derketim û koçberê derveyê welat bûm.
Di sala 1976 Şivan Perwer welatê Tirkiye bi cîh hişt û koçberî welatê Almanya bû. Li wî welatî nîştecîh bû, yekem albuma stranên xwe bi fermî li wir tomar kir. Ji wir ve jî çû welatê Swêdê û heta 12 salan li wî welatî ma. Paşê nêzîkî çar salan çû welatê Brîtanya û du sal jî çûye welatê Fransa û salek jî li Belçîkayê jiyaye. Dawiyê de vegeriya Almanya û berdewamiyê bi hunera stran gotinê daye. Stran û sirûdên (Hevalê Bargiranim, Pêşmerge, Ey Reqîb, Kîne em), bi awayeke gelek berfireh ji aliyê xelkên her çar perçeyên Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin. Kasêtên stranên Şivan Perwer bi awayeke nihênî li nava xelkê de dest bi dest belav dibûn. Ji bilî metirsiya zîndanî kirin yan jî mirinê, ji destek ve ji bo destekî din dihatin veguhestin. Ji ber bandora stranên wî çendîn ciwanên Kurd peywendiyê bi şoreşên Kurdî yên li her çar perçeyên Kurdistanê kirine. Çendîn ciwanên din jî li nava zîndanên welatên dagîrkaran de hatine îşkence kirin, heta ku canê xwe spartine. Heta 25 salan stranên Şivan Perwer li Iraq û Suriye û Tirkiye û Îran hatibûn qedexe kirin. Ji ber ku bi zimanê Kurdî digot û gelek car jî stranên xwe de balê dikişand li ser wan zulm û sîtemên li dijî gelê Kurd li Rojhilata Navîn de dihate kirin ku herî zêde jî li Tirkiyê.
Di sala 1991 Şivan Perwer konserekî ji bo piştevaniya koçberên Başûrê Kurdistanê bi hevkariya her yek ji stranbêjên navdarên wekî: Chris de Burgh û Madonna û Rod Stewart û çendîn hunermendên dinê navdewletî tomar kir û dahata wê jî ji hevkariya koçberên Kurdistanê bexşî. Di sala 1999 Abdulla Ocalan vexwend ku biçê Îtalya û li wir dest bi xebata medenî û sivîl bike.
Şivan Perwer di sala 2004 saziyeke rewşenbîrî û hunerî li Almanya damezrand û heman demê xwe dixwest li Swêdê jî dabimezrêne. Lê belê li wê hewla xwe de serneket. Li 15 ê Eylûla 2009 li Parîsa welatê Fransa bi hevkariya Kendal Nezan û Enstîtuya Kurdî telefizyonekî bi zimanê Kurdî damezrand. Heta sê salan ew telefizyon kar kir û berdewam bû. Şivan Perwer li sedan festîvalên li welatên Ewrupa û Amerîka û Kanada û Efrîqa û Awustralya û Başûrê Kurdistanê de stranên Kurdî gotine. Piştî wê yekê ku vekirineke siyasî li Tirkiyê ji bo pirsa Kurd hate vekirin, stranên Şivan Perwer jî hatin azad kirin. Daxwazê li wî bi xwe jî kirin ku vegerê Tirkiye û serdana Kurdistanê bike, lê belê Şivan Perwer bersîva Hikûmeta Tirkiyê neda. Şivan Perwer dibêje heta 10 salan Hikûmeta Tirkiye hewla vegerandina min dida û digotin sîstemekî nû dadimezrênîn, ji bo wê yekê pêwîste tu bi xwe jî vegerî û xizmeta welat bikî. Baweriya min bi wan nebû, ez bawer bûm heta ku mafê Kurd li destûra Tirkiye nehatiba bi cîh kirin, nedibû ez vegerim. Li 16 Kanûna Duyema 2013 li ser fermana Serok Mesûd Barzanî piştî 30 salan terk kirina Tirkiye vegeriya. Ewe bû bi fermî ji aliyê Erdogan û berpirsên Hikûmeta Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin û bi Receb Tayib Erdogan re civiya. Li bajarê Amedê bi Îbrahîm Tatlîses re û bi amadebûna Serok Barzanî û Erdogan ya ji bo ahenga hevsergîriya 300 bûk û zavayan hatibû rêkxistin stranan got.
Şivan Perwer zêdetirê sîh album û klîp û fîlmên dokumenteriyê berhem aniye. Çendîn pertûk li ser jiyana wî hatine nivîsîn û çap kirin. Şivan Perwer zêdetirê çil sale mijûlî karê hunerî û stran gotinê ye. Çendîn doktorayên fexrî û xelatên muzîkên cîhanî wergirtine. Helbestên şaîrê mezinê Kurd Cigerxwîn bûne awazên stranên wî. Ji ber ku Cigerxwîn yek ji şaîrê mezinên Kurd, helbestên wî yên neteweyî û navdar bûn. Şivan Perwer ji aliyê Cigerxwînê şa'ir ve bi parêzerê kultur û dîroka Kurd dihate zanîn. Şivan Perwer nêzîkiyeke zêde bi Hesen Ebdulrehman Siwarî re hebû, Siwarî yek ji wan kesayetiyên neteweyiyên Kurd bû û peywendiyeke nêzîk bi zêdetirê siyasî û kesayetiyên hemû perçeyên Kurdistanê re hebû.
Li beranber wan xizmetên Şivan Perwer pêşkêşî huner û muzîka Kurdî kiribû û yek ji wan kesan bû li wan stranbêjên ku rol û bandoreke wan ya mezin li tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebû, li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirt.
Albumên wî yên stranan:
1- Govenda Azadîxwazan 1975
2- Hevalê Bargiranim 1976
3- Herne Pêş 1977
4- Ey Firat 1978
5- Kîne Em 1979
6- Hay Dil 1980
7- Gelê Kurd Rabe 1981
8- Agirî 1982
9- Bilbilo - Ferzê 1983
10- Dotmam 1985
11- Lê Dîlberê 1986
12- Helebçe 1988
13- Bilbilê Dilşadî, Helebçe 1988
14- Xewna Min 1991
15- Zembîlfiroş 1992
16- Ya Star 1995
17- Nazê 1996
18- Hêviya Te 1999
19- Roj û Heyv 2000
20- Sarê 2001
21- Helbestên Bijartî 1 Kirîvê 2002
22- Helbestên Bijartî 2 Kirîvê 2003
23- Helbestên Bijartî 3 2004
24- Min Bêriya Te Kiriye 2004
25- Destana Rojava 2001
26- Şivanname, Gazind 2013
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Çavkaniyên bi zimanên din:
1- Jump up to:a b "Med-Music on the move: Music of immigrants in Europe". Retrieved 7 January 2009.
2- "Iconic Kurdish musician returns to Turkey after 38 years of exile to 'sing for peace'". Hurriyet Daily News. 16 November 2013. Retrieved 30 August 2020.
3- Jump up to:a b Gazeteci, İrfan Aktan. "Lo şivano, 'kîne em?' - Ey şivan, biz kimiz?". BBC News Türkçe (in Turkish). Retrieved 26 September 2019.
4- MusicMoz - Bands and Artists: P: Perwer, Sivan: Biographies
5- Kiyak, Mely (27 October 2014). "Essay: Ihr werdet nie in Sicherheit sein". Spiegel Online. Vol. 44. Retrieved 26 September 2019.
6- "Sivan Perwer - PRI's The World". Retrieved 7 January 2009.
7- Jump up to:a b Reynolds, James (18 November 2013). "Returning hero divides Kurds". Retrieved 26 September 2019