Xalîd Şilî li sala 1943 li gundê Şilî ya ser bi nahiye ya Amêdî ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Piştî şikesta şoreşa Eylûla sala 1975 ji bo wargeha Zêwe ya li Rojhilatê Kurdistanê hatiye veguhestin. Berpirsê Çavdêriya koçberên wargeha Zêwe bûye. Paşê ji bo parêzgeha Ehwaz û bajarê Şuşter hatiye veguhestin. Di sala 1991 di dema raperîna cemaweriya Kurdistanê de bi Serok Mesûd Barzanî re hatiye bajaroka Diyana û beşdariya serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê de kiriye. Paşê li parêzgeha Dihokê nîştecîh bûye. Di sala 1998 bûye Endamê Dezgeha Eylûl û di sala 2004 bûye Berpirsê Dezgeha Eylûl ya li Akrê û sala 2013 hatiye xanenişîn kirin.
Di sala 1962 serbazê Iraqê bûye, demekê peywendiyê bi şoreşa Eylûlê kiriye û li Berwariya Jêrî û li cem Fermande Mehmud Axayê Çemankê bûye Pêşmerge. Di heman salê da û piştî derxistina artêşa Iraqê û cehşên li devera Behdînan, Barzanî wan hêzên Behdînanê li sê hêzan de rêkxist û berpirsiyariya deverê bi Esed Xoşewî spard. Îsa Siwar û Elî Xelîl û Heso Mîrxanî kir Fermandeyê wan sê hêzan. Xalîd Şilî jî bû Serqolê li hêza Akrê û Şêxan ku Heso Mîrxan Fermandeyê wan bû. Di sala 1973 bûye Serpelê li Betalyona Yekê Hêza Şêxan ku Îsmaîl Musa Fermandeyê Betalyonê bûye. Di sala 1974 bûye Fermandeyê Betalyona Hêza Berevaniya Mîllî ya li rojhilatê bajarê Musilê.
Di sala 1979 bi raspardeya Îdrîs Barzanî vegeriya ye wargeha Zêwe, li heman salê da û piştî kongreya neh ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi Dr Cercîs Hesen ku bi navê (Dr Cercîs Xinisî) hatibû nas kirin û 25 pêşmergeyên din re vegeriya ye Leq Yek li Komate ya li ser tixûbê Başûr û Bakûrê Kurdistanê. Di sala 1980 bûye Endamê Lîjneya Navçeya Şêxan û berpirsê rêxistina Şehîd Fazil Şilî ya li navçeya Şêxan û wekî mefrezeyên gerok ziyanê bi dijminan gihandine û çendîn çalakiyên partîzaniyê encam dane. Di sala 1981 vegeriya ye Zêwe, di sala 1987 bi Serok Mesûd Barzanî û beşek ji endamên mekteb siyasî re hatiye Leqa Yek ya li navçeya Nêrwe û Dûtaze. Di sala 1988 vegeriya ye Zêwe, ji bo beşdarî kirina li destana Xwakurk de, li heman salê da çûye navçeya Xwakurk û li şerên Serê Korawe û Qebrî Zahîr de beşdariyê kiriye û piştî bi dawî hatina vê şerê vegeriya ye wargeha Zêwe ya Rojhilatê Kurdistanê.
Di sala 1991 di destpêka serhildan û raperîna cemaweriya Kurdistanê de, bi Serok Mesûd Barzanî re hatiye bajaroka Diyana, paşê ew şandine devera Rêkan û li wir bûye Fermandeyê Hêzêkî 50 kesî û çûye Zaxo. Di sala 1992 bûye Fermandeyê Betalyona hevbeş ya di navbera PDK û YNK li Şêxan, li meha Eylûla heman salê berpirsê serbaziyê bû li Leşkerê Pêncê Şêxan. Di sala 1998 bûye Endamê Dezgeha Eylûlê.
Xalîd Şilî li jiyana Pêşmergeyetiyê da çendîn şeran de beşdar bûye û li sala 1981 li şerê Konelacan û Derbend li Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê de birîndar bûye. Hazimê birayê wî li şerê Xwakurk (19 ê temmûz - 5 ê Eylûla 1988) şehîd bûye. Di sala 2014 li destpêka şerê Da'îşê (2 ê tebaxa 2014 - 17ê Tişrîna yekema 2016) Cemîlê birayê wî şehîd bûye.
Li 16 î Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, ji ber wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistan û rêbaza Barzan kiriye, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye. Di sala 2004 bûye Berpirsê Dezgeha Eylûle li Akrê û li sala 2013 hatiye xanenişîn kirin.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.