Temer Ehmed Şabaz, di sala 1931 li gundê Sirêşme ya ser bi bajaroka Xelîfan ya li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar û xwediyê dû kur û pênç keçan bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye û sala 1991 vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û beşdariya serhildan û raperîna dijî artêşa Iraqê kiriye û paşê li warê bab û bapîrên xwe nîştecîh bûye.
Di sala 1962 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1963 piştî wê yekê ku rejîma Iraqê êrîşî gundê Sirêşme ya nahiye ya Xelîfanê dike û gund dişewitîne, bi malbata xwe re ber bi navçeyên bin desthilata şoreşê ve diçin û li devera Balek nîştecîh dibin. Temer Ehmed Şabaz heman salê beşdariya şerên devera Qeladizê û Sengeserê dike. Dema artêşa Iraqê plana êrîş kirina ser wan cîhên li bin desthilata şoreşê re dike li qola Mêrgesor û Serê Akrê û Çiyayê Pîris bi mebesta dagîr kirina gundê Barzan û deverê, Mele Mistefa Barzanî nameyek ji bo Ehmed Şabaz dişîne ji bo ku êrîş bikin ser artêşa Iraqê heta ku giraniya şer li ser devera Barzan kêm bikin. Ji bo wê yekê Temer Ehmed Şabaz piştî wergirtina muhletê ji Mele Mistefa Barzanî vedigerê cem bavê xwe û bi hevkarî û palpiştiya xelkê Sirêşme li hesara gundê Rustê ya devera Balekayetiyê êrîşeke berfireh li ser artêşa Iraqê dikin û zerer û ziyaneke zêde bi wan digihînin.
Di sala 1967 malbata Ehmed Şabaz dûbare ji ber şewitandina gundên wan ji aliyê artêşa Iraqê ve koçberî deşta Berzagir ya li tixûbê Deşta Hêrtî ya nahiye ya Sîdekan dibin û heta ku 11 ê Adara 1970 li wir dimînin. Piştî peymana 11 ê Adarê li ser fermana Mele Mistefa Barzanî vedigerin gundê Sirêşme.
Di sala 1981 li ser raspardeya Îdrîs Barzanî vegeriya ye bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê û beşdariya Şoreşa Gulanê kiriye. Paşê bi fermana Franso Herîrî wekî mefreze vegeriya ye Xwakurk. Di sala 1987 beşdariya şerê Geliyê Reş ya li devera Sîdekan û sala 1988 beşdariya şerê Nazdar dax ku beşek bû ji şerên destana Xwakurkê kiriye û birîndar bûye. Temer Ehmed Şabaz çendîn caran birîndar bûye û hemû masulkeyên laşê wî ji ber şewateke zêde ve li şerê Nazdar dax rastî kêşeyê hatiye. Her wiha sala 1987 li Geliyê Reş ji ber Napalma qedexe kirî ya rejîmê ve bi dijwarî birîndar dibe û çavekî wî ji dîtinê dikeve, ji bo wê yekê di sala 2013 ji bo wergirtina çareseriya pizîşkî ew dişînin welatê Awusturyayê.
Di sala 1991 û di dema serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê de, nav bihurî bi rêya Hacî Omeran ve vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û beşdariya serhildan û raperîn û azad kirina bajarê Amêdî kiriye. Paşê bûye Endamê Fermandeyî ya Helgurd. Di sala 1994 li Lîwaya Taybetî ya Serê Bilind bûye û paşê erkê Fermandeyî ya Pêşmergeyên gundê Sirêşme ya ser bi bajaroka Xelîfan wergirtiye ku nêzîkî 100 Pêşmerge dibûn.
Di sala 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.
Li 29 ê Temûza 2015 ji ber bandora birînên xwe koça dawî kiriye û li ser daxwaza xwe û bi amadebûna Nûnerê Serok Mesûd Barzanî û cemawereke zêdeyê navçeyê, li gundê Sirêşme ya warê bab û bapîrên xwe bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:
1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.