Şêxela Îbrahîm Şêxela

Şêxela Îbrahîm Şêxela, di sala 1949 li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1964 wekî Pêşmerge çûye nav rêzên şoreşê. Di sala 1980 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye. Di sala 1992 Birîkarê Wezareta Çandin û Avdaniyê bûye. Di sala 2005 Endamê Parlemena Kurdistanê bûye, hilgirê madalya Barzanî ye.


Şêxela Îbrahîm Şêxela, di sala 1949 li gundê Cistan ya li nahiye ya Dîbegeya qeza Mexmur ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Qonaxên xwendina seretayî û navendî li Dîbege xwendiye. Di sala 1960 peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Li 4 ê Nîsana 1964 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li Betalyona Faris Bawe bûye Pêşmerge. Di sala 1961 pileya kadîrê siyasî li Leqê Du wergirtiye. Beşdariya şerên Koye, Çiyayê Bawacî, Simaqulî, Dola Balîsan û Merge û Pişder yên li dijî artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1965 li şerê Asos de ji lingê xwe yê rastê birîndar bûye. Di sala 1967 pileya Serleqî li Betalyona Yekê Hêza Deşta Hewlêrê wergirtiye.

 

Piştî peymana 11 ê Adara 1970 li Birêveberiya Perwerdeya Hewlêrê hatiye damezrandin û karmendê jimêryariyê bûye. Di sala 1972 Peymangeha Îslamî ya li Hewlêrê temam kiriye. Di sala 1974 piştî pêdagir nebûna Hikûmeta Iraqê bi peymana 11 ê Adarê û destpêkirina şer, Şêxela Îbrahîm peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Hêza Deşta Hewlêrê re kiriye ku baregeha wan li gundê Zêwe ya navçeya Xoşnawetiyê bûye.

 

Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Şino hatiye nîştecîh kirin. Paşê ji bo bajarê Dizful hatiye veguhestin. Li 5 ê Tişrîna yekema 1975 vegeriya ye Iraqê û ji bo bajarê Şetre ya parêzgeha Basra hatiye dûr xistin. Di sala 1976 ji bo bajarê Nasiriye hatiye nefîkirin û dûr xistin. Di sala 1979 vegeriya ye bajarê Hewlêrê û piştî salekê Hewlêrê bi cîh hiştiye û çûye Rojhilatê Kurdistanê.

 

Di sala 1980 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye. Di sala 1981 li konferansa navxweyiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi Endamê Leqa Du hatiye hilbijartin. Di sala 1982 pileya Kargêrê Leqê wergirtiye. Di roja 14 ê Nîsana 1987 di dema kîmyabarana Şêx Wesanan de bi dijwarî birîndar bûye. Heman salê li devera Xoşnawetiyê çend çalakiyekî partîzanî li dijî artêşa Iraqê encam daye û heta sala 1988 li wir maye. Piştî encamdana çalakiya çûye Deşta Hewlêr û Koye.

 

Di sala 1988 vedigerê Rojhilatê Kurdistanê û li wir dibe berpirsê wargeha Zêwe. Piştî kongreya dehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo Leqa Du hatiye veguhestin û bi mefrezeyekî Pêşmerge re vegeriya ye navçeyên Hewlêr û Xoşnawetiyê. Di sala 1991 bi Serok Mesûd Barzanî re vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Beşdariya azad kirina bajarên Soran û Xelîfan û Hewlêrê kiriye. 20 ê Adara 1991 bi Pêşmergeyên Leqa Du re beşdariya azad kirina bajarê Kerkûkê kiriye.

 

Li 19 ê Adara 1992 piştî hilbijartina Parlemena Kurdistanê û pêkanîna yekem kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Şêxela Îbrahîm dibe Birîkarê Wezîrê Çandin û Avdaniyê. Di sala 1999 pileya Cîgirê Berpirsê Leqa Du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye. Di sala 2005 an de, bi endamê xula duyema Parlemena Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 2009 hatiye xanenişîn kirin.

 

Li 15 ê Kanuna Yekema 2010 li kongreya 13. ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî

Şiwan Mîrxan Badîn Dorî li sala 1945 li gundê Dorê ya li navçeya Barzan ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Kurê Mîrxan Dorî ye ku beşdariya şoreşa Barzan ya li (1943-1945) da kiriye û yek ji wan hevalên Barzaniyê Nemir yên li Komara Dêmokrata Kurdistanê bûye û paşê di dema rûxandina Komara Kurdistanê li şerên navçeya Şino û Bereya şer li Mergewer ya li 25 ê Adara 1947 de şehîd bûye. Her wiha yek ji birayên wî bi navê Mela Mîrxan bi Barzaniyê Nemir re çûye Rûsyayê.

Agahiyên bêtir

Temer Ehmed Şabaz

Temer Ehmed Şabaz, di sala 1952 peywendiyê bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan û serhildan û raperîna sala 1991 ê xelkê Kurdistanê de kiriye. Di sala 1996 ji ber wan xebat û têkoşînên ji bo Kurd û Kurdistanê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Şilî

Xalîd Mihemed Îbrahîm Husên bi navê Xalîd Şilî hatiye nas kirin. Di sala 1943 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê re dike û heman salê çûye nav rêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Bi serhildan û raperîna sala 1991 ya xelkê Kurdistanê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 2004 Berpirsê Dezgeha Eylûlê li Akrê bûye û hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Şivan Perwer

Îsmaîl Aygun bi navê Şivan Perwer hatiye nas kirin. Yek ji wan stranbêjan bûye ku rol û bandoreke wî yê zêde li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê hebûye. Li 3 ê hezîrana 2001 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Silêman Îsmaîl Cihangîr

Silêman Îsmaîl Cihangîr, di sala 1927 li gundê Botiya ya li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1959 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1961 li tixûbê lîjneya navçeya Dihokê li leqa Yek (1) bûye kadîr. Di sala 1967 pileya Serqolî ya Pêşmergeyên Lîjneya Navçeya Dihokê wergirtiye.

Agahiyên bêtir