Zeîm Elî

Siyasetmedar û Ferîqê Yekem Omer Osman Îbrahîm, bi navên Mulazim Elî û Zeîm Elî hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwazdehem 1999 da kiriye....


Siyasetmedar û Ferîqê Yekem Omer Osman Îbrahîm, bi navên Mulazim Elî û Zeîm Elî hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwazdehem 1999 da kiriye. Bi endamê komîteya navendî û paşê endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetî û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da, bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li kabîneyên sêyem 1996 û çarem 1999 da bûye Wezîrê Karubarê Pêşmerge. Zeîm Elî hilgirê madalya Barzaniyê Nemire.

 

Jiyanname

Zeîm Elî, di sala 1949 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Qonaxa seretayî, navendî û amadehiyê li bajarê Hewlêrê temam kiriye. Di sala 1970 li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kolêja Serbazî ya Bexdayê hatiye wergirtin û di sala 1972 bawernameya bekaloryosê li zanistên serbazî de bi pileya mulazimê duyem bi dest ve aniye û di sala 2004 pileya Ferîqê Yekem wergirtiye. Di sala 2005 bûye şêwirmendê serbazî yê Celal Talebanî (1933 - 2017) yê Serok Komarê Iraqê, li kabîneyên sêyem 1996 û çarem 1999 da bûye Wezîrê Karubarê Pêşmerge. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.

 

Xebatname

Zeîm Elî, di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1974 Fermandeyê Pêşmergeyên navçeya Balekayetiyê bûye û di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlî wekî penaber çûye welatê Îranê û di sala 1976 çûye Komara Erebî ya Suriye û di sala 1977 wekî fermandeyek beşdariya navçeyên azad kiriyên Şoreşa Gulanê de dike.

 

Li kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yanzdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 da bi endamê komîteya navendî û paşê endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetî û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da, bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di dema kar kirinê da li rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de çendîn erk û berpirsiyariyê wergirtiye. Wekî berpirsê lîjneya leqa du 1983, endamê komîteya serkirdayetiya serbazî ya hêzên bereya Cud 1983, berpirsê mîhwerê Behdînan 1986, endamê lîjneya pişkinîna navendî 1988, yek ji wan fermandeyên destana Xwakurk 1988, berpirsê yekemê lîjneya leqa yek 1989, berpirsê beşa serbazî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê 1990, berpirsê lîjneya leqa neh 1993, berpirsê lîjneya leqa du 2000 û hwd bûye.   

 

Di sala 1991 beşdariya raperîna Başûrê Kurdistanê da kiriye û li kabîneyên sêyem 1996 û çarem 1999 an de bûye Wezîrê Karubarê Pêşmerge û di sala 2007 an de endamê fermandeyê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.

 

Di sala 2010 ji ber xizmeta li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir