Xesrew Goran

Akademî û siyasetmedar Xesrew Ebdula Îsmaîl Me'ruf, bi navê (Xesrew Goran), hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1978 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979 û dehem 1989 û yazdehem 1993 û diwazdehem bûye.


Akademî û siyasetmedar Xesrew Ebdula Îsmaîl Me'ruf, bi navê (Xesrew Goran), hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1978 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979 û dehem 1989 û yazdehem 1993 û diwazdehem bûye. Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encûmena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Xesrew Goran di sala 1960 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1987 an de bekaloryosa aboriya neteweyî ji zanîngeha Stockholmê wergirtiye û masterê li dîrokê da bi dest xistiye. Di salên ( 1994 - 2003 ) an de birêveberê giştî yê Dîwana Encûmena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 2003 ji aliyê encûmena parêzgeha Musilê ve li ser beşa Kurd bûye Cîgirê Parêzgerê Musilê. Di sala 2014 an de li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye endamê Encûmena Niştimanî ya Iraqê. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Swêdî û Îngilîzî ye.

 

Xebatname

Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1978 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Li nava salên heştihan wekî penaber çûye welatê Swêdê û li wir jiya ye û di sala 1993 vegeriya ye Başûrê Kurdistanê.

 

Nûnerê kongreyên nehem ya 1979, dehem 1989, yazdehe‌m 1993, kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya di sala ( 1999 ) bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encûmena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2011 an de bûye berpirsê Dezgeha Giştî ya Hilbijartinan.

 

Di sala 2003 bûye cîgirê berpirsê lîjneya leqa çardeh ya Musilê û piştî salek bûye berpirsê lîjneya heman leqê.

 

Di sala 2014 bi endamê encûmena nûnerên Iraqê hatiye hilbijartin û bûye Serokê Fraksiyona Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir