Xurşîd Selîm Şêre‌

Xurşîd Selîm Şêre, bi navê (Xurşîd Şêre), hatiye nas kirin. Di sala 1954 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1954 an de wekî kadîreke çalakê cotkarê‌ deşta Hewlêrê çalakiyan encamdaye...


Xurşîd Selîm Şêre, bi navê Xurşîd Şêre hatiye nas kirin. Di sala 1954 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1954 an de wekî kadîreke çalakê cotkarê‌ deşta Hewlêrê çalakiyan encamdaye. Di sala 1958 berpirsê hêla serbazî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Di sala 1979 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li piştî raperîna sala 1991 ve çendîn postên kargêriyê li kabîneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da wergirtiye wekî birêveberê giştî û parêzger û hwd. Di sala 2005 an de endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye.

 

Jiyanname

Xurşîd Şêre, di sala 1938 an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1953 qonaxa amadeyî yê temam kiriye. Di sala 1959 jiyana hevjîniyê bi Mamiz Xidir Pîrot Şêre re pêkaniye û di sala 1963 dayik û hevjîna wî ji aliyê karbidestên Hikûmeta Iraqê ve hatine bend kirin û kurê wan yê duyem li bendîxaneya Hewlêrê de ji dayik bûye.

 

Di sala 1992 û li kabîneya yekem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da birêveberê giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe bûye. Di sala 1994 û li kabîneya duyem da bûye birîkarê Wezareta Çandin û Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Li sala (1994 - 1996) parêzgerê Hewlêrê bûye. Di sala 2000 û li kabîneya çarem da bi Birîkarê Wezareta Ewqaf û Karubarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2005 an de endamê xula duyem ya Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Şarezayê her sê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.


Xebatname

Xurşîd Şêre di sala 1958 an de berpirsê hêla serbazî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Endamê lîjneya amadekarê kongreyên pêncem 1960 û şeşe‌m 1964 û hefte‌‌m 1966 û heşte‌‌m 1970 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û beşdariya kongreyan da kiriye.

 

Li sala 1962 an de bi zanyariyên wî, ku li rêza artêşa Iraqê da bû, betalyona du ya lîwaya sê ya artêşa Iraqê li geliyê Zaxo ketiye bin kemîna hêzên Pêşmerge ve û hatine ji nav birin û heman salê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û beşdariya şerê çiyayê Balîsan û şerê Kospî Spî û şerê duyem ya Sefîn ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê û şerê Qeredax li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê dijî bi hêzên artêşa Iraqê kiriye û li dawiya sala 1963 li Leqa Asos ya li betalyona yek ya hêza Kawe de bûye Serleq.

 

Di sala 1965 an de berpirsê lîjneya navçeya Koye ya ser bi lîjneya leqa Du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û heman salê bûye endamê karmendên şeşemê lîjneya leqa du û bi kargêrê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin‌.

 

Di sala 1965 an de beşdariyê li destana Sefîn da kiriye û birîndar bûye û heman salê yek ji wan fermandeyên şerê şeş qolî (şerê Şerxe) ya li devera Koye bûye ku beranber bi artêşa Iraqê û serkeftinê tomar kirine û beşdariya şerê Deşta Hewlêr û destana duyem ya Sefîn û şerê Bêstane da kiriye.

 

Heta şikesta şoreşa Eylûlê bi kargêrê leqê maye û di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Îranê bûye. Di sala 1979 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û bi berpirsê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin.

 

Di sala 1989 endamê lîjneya amadekarê kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1991 yek ji wan fermandeyên hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye ku gihîştiye devera Pişder û beşdariya azad kirina bajaroka Ranye û bajaroka Koye û Hewlêrê da kiriye.

 

Di sala 1992 û li kabîneya yekem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da birêveberê giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe bûye. Li sala 1993 bi serokê lîjneya kargêriya kongreya yanzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1994 bûye Birîkarê Wezareta Çandin û Avdêrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li salên (1994 - 1996) an de parêzgerê Hewlêrê bûye.

 

Di sala 1999 an de nûnerê kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye û ji ber xebata wî ya li şoreşa Eylûl û Şoreşa Gulanê û qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

 

Di sala 2000 li kabîneya çarem da bi birîkarê Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Li sala 2005 an de bi endamê xula duyem ya Encumena Niştimaniya Kurdistanê hatiye hilbijartin û li wê demê de bûye endamê çendîn lîjneyên cûda yên Encumena Niştimanî ya Kurdistanê. Di sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye.

 

Berhemên wî:

Xebat û xwîn bîranînên salên xebata Pêşmergeyetiyê 2006.


 


Çavkanî:

1- Esed Edo, şerê şeş qolî yan şerê Şerxe, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1765 Hewlêr, şemî 9 ê tişrîna yekema 1993.

2- Elî Sincarî, Al Qeziye Al Kurdiye wel hizb al Be'es al Arabî al Iştirakî fî al Iraq, al cuz al sales, (Dihok ـ Matbaa Xanî 2012).

3- Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên ( 1958 - 1963 ) lêkolînek li rewşa siyasî, ( Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2012 ).

4- Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî li rewşa siyasî, ( Hewlêr ـ çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn 2016 ).

5- Arî Faruq Hesen Nanekelî, damezraweyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û şoreşa Eylula li navbera salên 1961 - 1975, ( Hewlêr ـ çapxaneya Ravza 2012 ).

6- Cemal Murtke, Çiya xwe dinivîse, bergê yekem, ( Hewlêr ـ çapxaneya Hêvî, 2012 ).

7- Ehmed Şerîf Lek, şîroveya rûdanên dîrokî, berga duyem, ( Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat - 2019 ).

8- Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê duyem, ( Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ çapxaneya Hacî Haşim 2015 ).

9- Hebîb Mihemed Kerîm, tarîx al hizb al Demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhatat reîsiye ) 1946 - 1993 ( Dihok ـ Matbaa Xebat 1998 ).

10- Xurşîd Şêre, Me Pêşmergeyetiyê dikir da ku em bimrîn û mîllet bijî, rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 1531 Hewlêr, dûşem 16 Tebaxa 2004.

11- Xurşîd Şêre, Xebat û xwîn bîranînên salên xebata Pêşmergeyetiyê, çapa sêyem, ( Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim 2015 ).

12- Elî Kemal Berzî, kesayetiyê navdarên Kurd li sedsala bîstem, bergê yekem, ( Hewlêr ـ projeya Berzî ـ çapxaneya Zanîngehê 1999 ).

13- Fatih Resul, çend rûpelek ji dîroka xebata gelê Kurd, bergê yekem, ( Swêd ـ çapxaneya Helepçe 1991 ).

14- Keyfî Hadî, Bîranînên xwe yên di derbarê destpêka xebat û karê Pêşmergeyetiyê ji bo xwendevanên kovara me re vedibêje. Kovara Dêrîn, organa mekteba ragihandina lîjneya leqa du ya Hewlêr, jimare 1, Hewlêr, çapxaneya Wezareta Perwerde, şemî, 4 hezîrana 2005.

15- Mela Şaxî, Raperîn û Rizgariya Kerkuk, çapa duyem, ( Kerkûk ـ çapxaneya şehîd Azad Hewramî 2012 ).

16- Heval Gulabax beşek ji destana raperînê vedibêje, rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1889 Hewlêr, şemî 5 ê Adara 1994.


Gotarên Têkildar

Zeîm Elî

Siyasetmedar û Ferîqê Yekem Omer Osman Îbrahîm, bi navên Mulazim Elî û Zeîm Elî hatiye nas kirin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwazdehem 1999 da kiriye....

Agahiyên bêtir

Zêrevan Mihemed Osman Nebî

Siyasetmedar Zêrevan Mihemed Osman Nebî, bi navê (Zêrevan Nêrweyî), hatiye nas kirin. Di sala 1974 an de cara yekem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1993 nûnerê kongreya duyem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûye.

Agahiyên bêtir

Xesrew Tofîq Fethula

Xesrew Tofîq Fethula, aborînas û siyasetmedar bi navê (Nebez), hatiye nas kirin. Di sala 1948 an de berpirsê rêxistinên Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1955 an de endamê serkirdayetiya Partiya Komunista Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê bûye. Di sala 1956 li yekgirtina duyem da bûye‌ endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê.

Agahiyên bêtir

Xesrew Goran

Akademî û siyasetmedar Xesrew Ebdula Îsmaîl Me'ruf, bi navê (Xesrew Goran), hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1978 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979 û dehem 1989 û yazdehem 1993 û diwazdehem bûye.

Agahiyên bêtir

Viyan Sebrî

Akademî û siyasetmedar Doktore Viyan Sebrî Ebdulxaliq, bi navê (Doktor Viyan Qazî Akreyî), hatiye nas kirin. Di sala 1992 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 2010 an de li kongreya 13. da bûye endama yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Agahiyên bêtir