Xesrew Tofîq Fethula

Xesrew Tofîq Fethula, aborînas û siyasetmedar bi navê (Nebez), hatiye nas kirin. Di sala 1948 an de berpirsê rêxistinên Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1955 an de endamê serkirdayetiya Partiya Komunista Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê bûye. Di sala 1956 li yekgirtina duyem da bûye‌ endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê.


Xesrew Tofîq Fethula, aborînas û siyasetmedar bi navê Nebez hatiye nas kirin. Di sala 1948 an de berpirsê rêxistinên Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1955 an de endamê serkirdayetiya Partiya Komunista Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê bûye. Di sala 1956 li yekgirtina duyem da bûye‌ endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê. Di sala 1959 ji ber çeprewî ya li kongreya çarema Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraqê ji aliyê nûnerên kongreyê ve ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye dûr xistin‌.

 

Jiyanname

Xesrew Tofîq Fethula, di sala 1930 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, birayê endazyar Dara Tofîq Fethula ( 1932 - 1980 ) yê endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye. Di sala 1948 xwendekarê xaneya mamostayên bilindê Bexda bûye. lê belê ji ber mijûlbûna bi çalakiyên ramyarî ve xwendina xwe temam nekiriye. Di sala 1949 li kolêja bazirganiya Bexda hatiye wergirtin û bekaloryosa aborî û bazirganiyê wergirtiye. Di salên ( 1960 - 1962 ) birêveberê jimêryariya Wezareta Plana Komarî ya Iraqê bûye. Di sala 1961 ji ber çalakiyên siyasî ji aliyê desthilatdarên komarê Iraqê ve hatiye bend kirin. Di sala 1970 birêveberê giştî ya plan û dûvdaçûna li Wezareta Karubarê Bakûr ya li Hikûmeta Iraqê bûye. Di sala 1971 an de birêveberê giştî yê fermangeha Înhîsarî Tutinî ya Komara Iraqê li bajarê Bexdayê bûye. Roja çarşema 11 ê Tebaxa 2004 an de li bajarê Bexdayê koça dawî kiriye û li wir bi axê hatiye spartin. Şarezayê her du zimanên Kurdî û Erebî bûye.

 

Xebatname

Xesrew Tofîq Fethula di sala 1956 bi grupeke li endamên Partiya Komunista Iraqî re peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1956 li yekgirtina duyem da bûye‌ endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê. Di salên ( 1957 - 1958 ) berpirsê lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Di sala 1957 li yekgirtina sêyem da bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê û di sala 1959 an de bûye xwediyê îmtîyaza rojnameya bi zimanê Kurdî ya Birayetî.

 

Li 8 ê Adara 1959 û li qaçaxbûna Eqîd Ebdulwehab Şewaf ( 1916 - 1959 ) dijî bi Zeîm Rukin Ebdulkerîm Qasim ( 1914 - 1963), serkirdayetiya xwepêşandanên bajaroka Zaxo û Dihokê kiriye û hêzeke çekdar ji alîgirên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re fermandeyî yê kiriye û êrîşan ber bi bajarê Musilê ve biriye.

 

Li 30 ê hezîrana 1959 û li konferansa duyema Bexda, ji ber çeprewî yê ji pileya serkirdayetiyê tê dûr xistin heta kongreya çarem û heman salê ji ber çeprewî yê li kongreya çarema Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraqê, ji aliyê nûnerên kongreyê ve li rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye dûr xistin‌.

 

Piştî bend kirina li sala 1963 û li ser tika kirinên Dara Tofîq ( 1932 - 1980 ) ê birayê wî ji Serok Mistefa Barzanî ( 1903 - 1979 ), daxwaza azad kirina wî tê dayîn Ebdulselam Mihemed Arif ( 1921 - 1966 ) Serok Wezîrê Komarê Iraqê ew azad dike.

 

Di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên şoreşa Eylûlê re kiriye û bi Cîgirê Emîndariya Giştî ya Darayî hatiye destnîşan kirin. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçber bûye, lê belê her zû vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û li Bexda mijûlî karên azad bûye.

 

Li roja çarşema 11 ê Tebaxa 2004 li bajarê Bexda koça dawî kiriye û li wir bi axê hatiye spartin. Şarezayê her du zimanên Kurdî û Erebî bûye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.  

Chris Kutschera, Cinbiş bi Mil kir, tercumeya Ibrahîm Yunisî, çapa duyem, ( Tehran ـ Muessese Intişarat Nigah 1377 ).

2- Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasî yên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958 ( Silêmanî ـ Navenda Lêkolîniya Stratejiya Kurdistanê 2005 ).

3- Cercîs Fetah Alle Al Muhamî, Al Iraq fî Ahed Qasim Ara we xwatir 1958 - 1988, al cuz al sanî, (al sweyd ـ dar nebez lil tabia wel neşir 1989 ).

4- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (fî Muhatat Rîesiye ) 1946 - 1993 ( Dihok ـ Matbaa Xebat 1998 ).

5- Al Refîq Alî Sincarî Yetehedes an zikriyate wel xwatire fî al hereke al tahririye al Kurdiye xilal 30 ama min al nezal, Cerîde al şaliye, lisan hal al Itihad al Demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq, al adad 5, awast şubat 1984.

6- Şehîd Dara Tofîq, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 7847, sala bîst û heştem, Silêmanî, pêncşema 25 ê nîsana 2019.

7- Abdalfetah Alî al Botanî, Mintiqa Badînan 1925 - 1970 Dirase fî al Weqae wal tetewirat al siyasiye, al cuz al awal, ( Erbîl ـ Al Akademiya Al Kurdî ye 2017 ).

8- Ferhad Ewnî, Kîf al talaeweza alî astenaf al qetal fî Kurdistan rebî am? 1974, mucele Gulan al Arabî, muessese Gulan al Ilamiye, al adad 28 Erbîl, 25 Eylul 1998.

9- Ferhad Ewnî, fî safha axirî min sewre Eylul al kebire, mucela Gulan al arabî, al adad 28, Erbîl, matbaa wezara al saqafiye 22 Eylul 1998.

10- Ferhad Ewnî, "Zilamê xwedî bîr û bawer û bihayê niştimanî û mirovdostê bilind Xesrew Tofîq ku xelkê wekî xwe wî nenasîne", kovara K21, jimare 7 Hewlêr, 2010.

11- Fuad Sedîq, Gerdelûlî siyaset, ( Hewlêr ـ Wezareta Rewşenbîrî ـ Birêveberiya Giştî ya çap û belav kirinê ـ çapxaneya Rewşenbîrî 2006 ).

12- Mustafa Saleh Kerîm, Miracî' al abtal ... Weteliye al şaheda, sahîfe al Itihad, al sahîfe al merkeziye lil Itihad al wetanî al Kurdistanî, al adad 323, al sane al saminiye, al Silêmaniye, al cuma 18 hezîran 1999.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir