Jiyanname
Dara Tofîq Fethula ji dayik bûyê bajarê Silêmaniyê ye. Li sed sala nozdehem da Hacî Ewla Axa yê bapîrê wî yê mezin ji bajarê Hemedan ya ji Rojhilatê Kurdistanê re hatine li bajarê Silêmaniyê nîştecîh bûne. Birayê wî Xesrew Tofîq Fethula (1930 - 2004) endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Di sala 1958 an de wekî Sekreterê Komeleya Xwendekarên Kurd bi helkefta muhletdana Komara Iraqê bi vegerana General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) û hevalên wî ya ji bo niştiman nameya bi xêrhatina ji bo niştiman pêşkêşî Serok Mistefa Barzanî dike ku wê demê hê jî li derveyê welat li bajarê Moskowê dijiya. Di sala 1959 an de Sekreterê Nivîsîngeha Bi Cîh Kar (Al Mekteb Al Tenfîzî) ya Yekîtiya Ciwanên Demokratên Iraqî ya ser bi Partiya Komunistên Iraqê bûye. Di rojên 22 heta 26 ê Tebaxa 1960 an de nûnerê kongreya pêncem ya Komeleya Xwendekarên Kurd yên li Ewrûpa (K.S.S.E) li bajarê Berlîn ya Rojava bûye. Di sala 1960 an de bi Sekreterê Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Cîhanê hatiye destnîşan kirin. Di rojên 21 heta 25 ê Tebaxa 1961 an de nûnerê kongreya şeşem ya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpa li bajarê Münster ya Almanya Rojava de kiriye.
Xebatname
Dara Tofîq Fethula piştî kudetaya (darbeya) 8 ê şubata 1963 an de Partiy Be'esa Erebî Sosyalîst li ser rejîma Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) da girt, peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de berpirsê komkirina genimê hevkariya cotkarên parêzgeha Silêmaniyê ya ji bo hêzên Pêşmerge bûye. Di sala 1967 an de li rojnameya bi zimanê Erebî (Al Taxî) de kar kiriye. Li destpêka sala 1970 an de li ser fermana General Mistefa Barzanî li bajarê Beyrut ya (Lubnan)ê hevdîtinê bi Mîşêl Efleq (1912 - 1989) Rêberê Partiya Be'esa Erebî Sosyalîstî kiriye û di derbarê bi razîbûn û pejirandina Hikûmeta Iraqê bi Otonomî ya ji bo Kurdistanê gihîştine peymanê. Li 7 ê kanûna duyema 1980 an de endamê şanda Kurdî ya li gel Hikûmeta Iraqê ya li bajarê Bexda yê ji bo diyar kirina tixûbên navçeya Otonomî ya Kurdistanê bûye.
Li 11 ê Adara 1970 an de endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Bexda ya ji bo cardana peymana 11 ê Adarê li gel Hikûmeta Iraqê da bûye. Di sala 1970 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya heştem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1970 an de li kongreya heştem de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Roja çarşema 24 ê hezîrana 1970 an de bi nûnerayetiya Serok Mistefa Barzanî beşdariya kongreya nivîskarên Kurd ya li bajarê Bexdayê de kiriye. Li 10 ê kanûna duyema 1970 an de endamê şanda neh kes ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo danustandina di derbarê Otonomî ya Başûrê Kurdistanê li gel kar bidestên Hikûmeta Iraqê ya li bajarê Bexdayê bûye. Li 11 ê Eylûla 1971 an de Sernivîskarê Rojnameya Birayetî bûye. Li rêkefta 1 ê kanûna duyema 1974 an de Sernivîskarê Rojnameya Birayetî bûye. Li meha Adara sala 1974 an de ji aliyê serkirdayetiya şoreşa Eylûlê ve bi emîndarê emîndarêtiya perwerde û fêrkirinê û paşê rewşenbîrî û ragihandin û lawan hatiye destnîşan kirin.
Li 28 ê nîsana 1974 an de piştî dest bi serda girtina mala wî û xêzana wî ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve bêyî hîç pêdiviyek ber bi navçeyên azad kiriyan hatine derxistin. Di sala 1974 an de hevkariya nivîskarên Radyo ya Dengê Kurdistanê ya li serdema şoreşa Eylûlê de kiriye. Li nava sala 1974 an heta destpêka sala 1975 an emîndarê giştî yê perwerdeya şoreşa Eylûlê bûye û paşê bi derçûna yasaya encûmena yasadanan û encûmena bi cîh kar ya Herêma Kurdistanê ve bi pileya Wezîrê Ragihandin û Rewşenbîrî û Lawan û Wezîrê Zanyarî (Perwerde) bi wekalet hatiye destnîşan kirin. Di sala 1974 an de li damezrênerên beşa gûh girtinê (Al Insat) û beşa wê, li meha kanûna yekema 1974 an de piştgîriya çap kirina yekemîn salnameya rengê şoreşa Eylûlê kiriye. Di sala 1975 an de li kovara Dengê Kurdistanê Organa Emanetê Giştî Rewşenbîrî û Ragihandin û Lawên Şoreşa Eylûl de gotaran dinivîsand. Li destpêka sala 1975 an de wekî Wezîrê Zanyarî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Serok Mistefa Barzanî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve spasname û rûmetê pêşkêşî wî hate kirin. Li 5 ê tişrîna yekema 1980 an de li rêya çûna wî ya li malê û li ser kar de ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Iraqê ve tê girtin û tê wenda kirin û heta îro jî bi awayeke fermî çarenivîsa wî diyar niye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî bûye.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.