Mistefa Xoşnaw

Efser û siyasetmedar Mistefa Mistefa Mistefa, ku bi navê Mistefa Xoşnaw jî tê naskirin, endamê Partiya Hîwa, yek ji efserên kurd bû di nava artêşa Iraqê de li sala 1936an, endamê Komîteya Azadî û endamê Desteya Damezirîner a Partiya Dêmokrat a Kurd (PDK), di sala 1947an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li Bexdayê hat bidarvekirin.


Jiyanname

Mistefa Xoşnaw di sala 1912an de li devera Bêtwate ji dayîk bûye, xwendina xwe ya seretayî li Koyê û ya navîn jî li Hewlêrê qedandiye û di sala 1931ê de li Mala Mamostayan li bajarê Bexdayê tê qebûlkirin û piştî temamkirina xwendinê li Helebceyê dibe mamoste, di sala 1934’an de tevlî Koleja Leşkerî ya Bexdayê dibe û di 3’ê Hezîrana 1936’an de bi pileya Mulazimê duyemîn Koleja leşkerî qedandiye, di sala 1939an de bi Zekîya Ferec re dizewice û sê keç û kurekî wan çêdibin.

Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, di sala 1947an de vedigere Iraqê û di zindana navendî ya Bexdayê de tê girtin û hevjîna wî ya ducanî di girtîgehê de serdana wî dike, Mistefa Xoşnaw jê daxwaz dike ku eger zarokê wan kur be navê wî bike Azad, piştî mehek û nîvê darvekirina wî, di 2ê Tebaxa 1947an de Azad ji dayîk dibe.

Xebatname

Mistefa Xoşnaw yek ji wan efserên kurd bû ku di 25ê Kanûna Duyem a 1944an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek efserê peywendiyên di navbera hikûmetê û Şoreşa Duyem a Barzan (1943-1945) de hatibû destnîşankirin. Di heman demê de bi dizî ji aliyê Partiya Hîwa ve hat erkdarkirin ku peywendiya di navbera partî û şoreşê de hevaheng bike, piştre tevlî refên şoreşê bû, piştî têkçûna gotûbêj û guhertinên di kabîneya Nûrî Seîd de û Hemdî Paçeçî şûna wî girt, hikûmetê biryar da ku efserên xwe vegerîne nava artêşê, bi vê yekê bi razîbûna serkirdayetiya şoreşê ji Barzan vegeriya nava artêşa Iraqê, piştî du mehan destûr wergirt û vegeriya Kurdistanê, hikûmet ji vê destûrê ket gumanan ku dibe biçe Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, Haya wî jê hebû ku çavê hikûmetê li ser wî ye, lewma biryar da ku li Barzan bimîne.

Di vê demê de hikûmetê bi rêya Mîrhac Ehmed daxwaz ji Mistefa Xoşnaw kir ku vegere leşkeriyê, piştî du mehan ew ji rêzên artêşa Iraqê hat derxistin û fermana girtina wî ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqê ve hat derxistin, Partiya Hîwa bi vê fermanê ew agahdar kir û karî ji Bexdayê derkeve û bireve û pişt re jî li Barzanê tevlî refên şoreşê bû.

Di 15'ê Kanûna Duyem a1945'an de li ser pêşniyara Mistefa Barzanî Komîteya Azadî hate avakirin û Mistefa Xoşnaw yek ji endamên Desteya damezrîner bû, piştî rawestandina Gotûbêjên aştiyê yên bi hikûmetê re û pêşbîniya ji nû ve destpêkirina êrîşên dijmin, di 10ê Sibata 1945an de, di civîna Komîteya Azadiyê de û bi biryara Mistefa Barzanî Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Şoreşê, navhatî ji bo fermandariya Bereya Parastinê ya Mêrgasor-Rewandzê hat destnîşankirin, ji bo rêgirtina li pevçûnên leşkerî û bi fermana Mistefa Barzanî, di 4ê Adara 1945an de Mistefa Xoşnaw nameyek hişyarî ji Serfermandarê Artêşa Iraqê Refîq Arif re wiha nivîsand: “Piştî rêzgirtinê, ji aliyê zilamên xwe ve hatin agahdarkirin ku niyaza we heye di sibeha 5’ê Adara 1945’an de li ser navê Minawerê êrîşî me bikin. Em ê we agahdar bikin!. em di pêş de dibêjin: Di vî warî de çi dibe bila bibe ne sûcê me ye û em sûcbar nînîn. Îmze, Mistefa Xoşnaw"

Bi vî awayî şer heta 10ê Hezîrana 1945an hat astengkirin, heya ku Walî Beg li hewşa baregeha polîsên Mêrgasurê hat şehîd kirin û şer dîsa dest pê kir, di 11'ê Cotmeha 1945'an de piştî bidawîbûna Şoreşa Barzan a Duyemîn, navhatî ligel Mistefa Barzanî çû Komara Kurdistanê, li komarê, Neqîb Mistefa Xoşnaw bû fermandarê tabûra duyemîn a hêzên Barzan ku ew Hêz ji sê tabûran pêk dihat, paşê bi fermana serkirdayetiyê pileya wî bû Muqedim hat bilindkirin.

Di sala 1946an de beşdarî piraniya şerên parastina Komara Demokrat a Kurdistanê bû, piştî hilweşîna komarê û vegera ser sînorê Îran û Iraqê di 10'ê Nîsana 1947'an de, yek ji wan efseran bû ku xwe radestî hikûmetê kirin, pêşî birin Hewlêrê û paşê ew veguhestin zindana navendî ya Bexdayê û li wir tevî hevalên xwe hatin zindankirin. Biryar wesa bû ku nehên bidarvekirin, lê belê, di dadgeheke sexte de, bi dizî biryara darvekirinê li ser pêkanîn, beriya darvekirinê bi sê rêhevalên xwe re wesiyetnameyek ji gel re nivîsand û tê de helwesta xwe ya ji bo azadiya welat dubare kir, roja din tevî astengiyên li ser hatina gel li goristana Girê Seywan ya Silêmaniyê hat veşartin.


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
  2. Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferansa (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).
  3. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq (Westgehên sereke) 1946-1993, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, Bergê 1, 1931-1958, (Hewlêr-2012).
  5. Merouf Qeredaxî, Barzan û razên wê, (Bexdad, Çapxaneya Ma'arif, 1959).

Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir