Hemze Ebdula

Yasanas û siyasetmedar, Hemze Ebdula Omer Aşur, bi navên Lezgîn, Mela Re‌hîm û Mela Birayîm hatiye nas kirin. Di sala 1936 endamê komîteya navendî ya Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1945 li şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) endamê lîjneya azadî bûye...


Yasanas û siyasetmedar, Hemze Ebdula Omer Aşur, bi navên Lezgîn, Mela Re‌hîm û Mela Birayîm hatiye nas kirin. Di sala 1936 endamê komîteya navendî ya Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1945 li şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) endamê lîjneya azadî bûye. Di sala 1946 li bajarê Mehabadê endamê desteya damezrênerên Partiya Dêmokrata Kurd bûye û heman salê û li yekem kongreya partiyê da bi endamê komîteya bi cîh karê navendî (komîteya navendî) û paşê bi sekreter û endamê mekteba siyasî ya partiyê hatiye hilbijartin. Ji ber pêdagir nebûna bi biryarên partiyê û yarmetî nedana rêxistinên partiyê, ji aliyê komîteya navendî ve ji endametiyê hatiye rakirin. Li havîna 1951 ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve hatiye desteser kirin û ji bo welatê Tirkiye hatiye dûr xistin. Di dema birina Tirkiyê de karî li Zaxo xwe rizgar bike û vegerê bajarê Silêmaniyê. Piştî vegeranê peywendiyê bi endamên neraziyên partî û bi taybetî endamên leqa Silêmaniyê dike ku piştî kêşe bi komîteya navendî ya partî hatibû derxistin, Hemze Ebdula û leqa Silêmanî li hev negirtin û partiyeke nû yê bi navê aliyê pêşketiyê Partiya Dêmokrata Kurdî - Iraqî li sala 1952 damezrand. Di sala 1956 piştî hilweşandina partiya xwe Hemze Ebdula vegeriya nav rêzên partî û li ser biryara komîteya navendî Hemze Ebdula bûye endamê komîteya navendî ya Partiyê. Di sala 1959 û li kongreya çarem de bi yekcarî ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê hate derxistin‌. 


Jiyanname

Hemze Ebdula ku malbata wî xelkê bajarê Wanê ya Bakûrê Kurdistanê ye, piştî koçber bûnê li sala 1915 li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û paşê koçberê Başûrê Kurdistanê bûye. Di sala 1931 qonaxa amadeyî ya beşa zanistî li bajarê Musilê temam kiriye. Di sala 1932 li kolêja maf ya li Bexdayê hatiye wergirtin û bawernameya bekaloryosê bi dest ve aniye. Di sala 1947 hevjîniyê bi mamosta Neîme Fetah Ehmed 2003 xûşka parêzer Îbrahîm Ehmed da kiriye. Li 13 ê kanuna yekema 1998 li bajarê Silêmaniyê koça dawî kiriye û li ser wesiyeta xwe li goristana gundê Sîtek bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Rûsî bûye.


Xebatname

Hemze Ebdula li temena ciwaniya xwe de bi çendîn partî û komeleyên siyasî yên wekî komeleya Yadgarî Lawan 1933 û Partiya Komunista Iraqê 1934 û grupa Rojnameya ( Al Ahalî ) ku take rojnameya rikeberê serdema paşayetiya Iraqê bû 1934 û komeleya çaksaziya mîllî (Al Aslah Al Şa'bî ) 1935 de kar kiriye.

 

Li şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) an de endamê lîjneya Azadî bûye û di sala 1946 an de endamê desteya damezrênerên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di heman salê û li kongreya yekem da bi endam û paşê bi sekreterê komîteya bi cîh karê navendî ( komîteya navendî ) ya Partiya Dêmokrata Kurd de hatiye hilbijartin û paşê bûye endamê mekteba siyasî ya partî û li heman salê da yekemîn hejmara rojnameya Rizgarî ya Organa Partiya Dêmokrata Kurd derxistiye.

 

Di sala 1951 beşdariya roja vekirina kongreya duyema Partiya Demokratîk de kiriye, paşê cihê saz kirina kongreyê bi cîh hiştiye û li gel wê yekê jî bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin, lê belê ji ber ku pêdagir nebûna bi biryarên kongreya duyema partiyê û yarmetî nedana rêxistinan, ji aliyê komîteya navendî ve hatiye derxistin.

 

Li havîna 1951 ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve hatiye desteser kirin û ji bo welatê Tirkiye hatiye dûr xistin û di dema birina Tirkiye karî li Zaxo xwe rizgar bike û vegerê bajarê Silêmaniyê. Piştî vegeranê peywendiyê bi endamên neraziyên partî û bi taybetî endamên leqa Silêmaniyê kir ku piştî kêşeya wî ya bi komîteya navendî re ji partî hatibû derxistin, li hev nekirin û di sala 1952 partiyeke nû ya bi navê aliyê pêşketiyê Partiya Dêmokrata Kurdî - Iraqî damezrand.

 

Di sala 1953 û li kongreya sêyem ya Partiya Dêmokrata Kurdistana - Iraqê da cara yekem ji rêzên partî hate derxistin lê belê sala 1956 piştî gihîştina nameya General Serok Mistefa Barzanî ji bo yekgirtina her du aliyên partiyê li yek kiyan û qewareyê da, vegeriya ye û bûye endamê komîteya navendî û paşê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistana - Iraqê.

 

Dest bilindiya komunistan piştî darbe û kudetaya li sala 1958 bandorê li ser partî kir û hêdî hêdî partî ber bi perçebûnê ve diçû bi ‌taybetî li rêya wan kadîrên Partiya Komunist ku li demên berê de peywendiya wan bi rêzên partî ve kiribûn. Li vê demê de peywendî kirina komunistan bi rêxistinên partî re û bandora wan ya li ser Hemze Ebdula, wiha kir di demeke kêm da dest li ser partiyê de bigrin û li ‌yekem hengavê da Îbrahîm Ehmedê sekreterê partî bi tometa rastrewiyê derxist û Hemze Ebdula li şûna wî kirin sekreterê Partî.

 

Di sala 1959 an  de Hemze Ebdula hewla nehiştina Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê li nav rêxistinên Partiya Komunista Iraqî da dide û bi vê sedemê jî piştgîrî û alîgîriya Partiya Komunist hêdî hêdî ber bi binke û endamên partî re pel diavêt û belav dibû. Li ser vê rewşê ji aliyê rêxistin û endamên partî ve lêpirsîneke zêde gihîşte Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ku daxwaza dawî anîna vê rewşê û saz kirina kongreya partiyê dikirin. Mekteba siyasî ya partî bi vê daxwazê razî nebû ji bo wê yekê Mistefa Barzanî daxwaza civîna komîteya navendî ya partî kir û li 30 ê hezîrana 1959 komîteya navendî civiya û li dawiyê de biryara derxistina Hemze Ebdula hate dayîn. Di sala 1959 cara duyem li kongreya çarema partî da ji ber çeprewî û peywendiya wî ya nihênî bi Partiya Komunistan re, ew bi xwe û hevalên wî ji rêzên partiyê hatin derxistin.

 

Di sala 1964 dijî aliyê mekteba siyasî û biryarên wan rawesta û piştgîriya Serok Mistefa Barzanî kiriye û piştî peymana adara 1970 an jî li gundê Dîlman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê serdana Serok Mistefa Barzanî kiriye.

 

Berhemên wî:

1 - Şoreş Barzan 1959 - ji aliyê Muherem Mihemed Emîn ve ji Erebî ve wergerandine Kurdî.


Çavkanî:

1- Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ( Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat -  2021 ).

2- Hoşyar Nurî Lek, navdarên Kurd li dêrêk da, ( Hewlêr - Çapxaneya Çar Çira 2010 ).

3- Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasiyên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958, ( Silêmanî - Navenda Lêkolînên Strateji yên Kurdistanê 2005 ).

4- Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên ( 1958 - 1963) lêkolînek li rewşa siyasî, ( Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat 2012 ).

5- Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî li ser rewşa siyasî, ( Hewlêr - Çapxaneya Zanîngeha Selaheddînê 2016 ).

6- Salih Bîçar, Hemze Ebdulla mezintir ji îhmal kirinê, Rojnameya Kurdistanî Niwê, Organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, paşkoya yadgar (Pêveka Bîrdankê), hejmara 8072, sala bîst û nehem, Silêmanî, pênçşema 30 ê kanuna duyema 2020.

7- Sedîq Salih, Serpotêkî jiyannameya Hemze Ebdulla, Rojnameya Kurdistanî Niwê, Organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, paşkoy yadgar, hejmara 8072, sala bîst û nehem, Silêmanî, pênçşema 30 ê kanuna duyema 2020.

8- Ehmed Bawer, dîroka hemdem ya Iraqê 1914 - 1968 ( Silêmanî - Çapxaneya Karo 2018 ).

9- Xelîl Ebdulla, Hemze Ebdulla, semboleke Kurdistanî, Rojnameya Kurdistanî Niwê, Organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, hejmara 8045, sala bîst û heştem, Silêmanî, sêşema 24 ê kanuna yekema 2019.

10- Parêzer Hemze Ebdulla, "Belgenameyeke siyasî neteweyî destnivîs", kovara 21 K, hejmara 2 - 3 - 2008.

11- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî muhetat rîesiye) 1946 - 1993, ( Dihok - Matbaa Xebat 1998 ).

12- Arahîl Al Şaxsiye Al Wetaniye Al Kurdiye Al Minazile Al Astaz Hemze Abdalle, Cerîde Xebat, Lisan hal Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî - Al Muhed, Al Adad 905, Al Cuma 18 kanun Al Awal 1998.

13- Kerîm Şareza, Al Minazil Al wetanî Hemze Abdalle, Cerîde Xebat, Lisan hal Al Hizb  Al Demoqratî Al Kurdistanî, Al Adad 946, Al Cuma, Erbîl, 15 tişrîn Al Awal 1999.


Gotarên Têkildar

Hîlmî Elî Şerîf

Yasanas û siyasetmedar Hîlmî Elî Şerîf, di sala 1947 an peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1953 li Desteya Damezrênerê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de bûye. Di sala 1960 an de Endamê Desteya Damezrênerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo qonaxa karê eşkere bûye û yek ji beşdarbûyên konferansa nîsana 1964 an ya Mawete.

Agahiyên bêtir

Birûsk Nurî Şawês

Endazyar û siyasetmedar Birûsk‌ Nurî Sedîq Elî, bi navê Birûsk Şaweys hatiye nas kirin. Li sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye.

Agahiyên bêtir

Dilşad Şehab Hacî Mihemed

Endazyar û siyasetmedar Dilşad Şehab Hacî Mihemed, bi navê (Dilşad Erguşî), hatiye nas kirin. Di sala 2009 an de endamê xula sêyem ya li Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlemen) li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 2010 û li kongreya 13. da bûye Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2012 posta Wezîrê Geştuguzariyê li kabîneya heftem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Barzan Mela Xalîd

Nivîskar û siyasetmedar Barzan Xalîd Ezîz, bi navên (Barzan Mela Xalîd û xalê Barzan), hatiye nas kirin. Li sala 1966 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û di sala 1975 koçberî welatê Îranê bûye.

Agahiyên bêtir

Diyarî Hisên

Siyasetmedar Diyarî Hisên Osman Heme Reza, bi navê (Diyarî Hisên Beg), hatiye nas kirin. Di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1975 an de koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1981 û li şoreşa Gulanê da peywendiyê bi rêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir