Ezîz Mihemed

Ezîz Mihemed Ebdullah di 1ê Tîrmeha sala 1924an de li gundê Bêrkotê yê girêdayî Hewlêrê ji dayik bûye, bavê wî cotkarekî kurd ê hejar ê gundê Bêrkotê bû, dayika wî keça mela bû û ji Wanê û Elbakê (Başkale) hatibû Hewlêrê, dayika wî ji Bakurê Kurdistanê bû.


Rêheval Ezîz Mihemed di temenekî pir biçûk de bi diya xwe re hat Hewlêrê, li Mizgefta Ebûbekir fêrî xwendina Quranê bûye û li Pîrzîn, Şaweys û Behrkê ye, lê paşê dev ji xwendina fiqihê berda.

Diya wî ew şand dibistanê û ji ber zîrekiya wî, ew di pola sêyemîn de bi cih kirin, piştî qedandina dibistana seretayî, ew hizir dike ku xwendina xwe li enstîtûyek pîşesazî an jî enstîtuya perwerdekirina mamosteyan biqedîne, lê mixabin ev xwestek pêk nehat  ji ber ku ji bo vê yekê diviya bû du salan ji temenê xwe kêm bike, her çend ev karek hêsan bû jî, lê nikarîbû. Piştî ku dev ji dibistanê berdide, demekê bêkar dimîne, paşê bi alîkariya çend hevalan di Dezgeha Belavkirina Xwarinê a navxwe de kar dike û sê salan li wir dixebitî.

Di bihara sala 1948an de tevlî Partiya Komunîst bû û dest bi karê partiyê dike. Salên (1940-1941) destpêka xebata wî ya siyasî bûn, di heman demê de, ji aliyê çend xortan ve hat teşwîqkirin ku derbasî jiyana siyasî bibe, ji wan mamosteyê navdar ê kurd Ezadîn Feyzî.

Di heman demê de tevlî Komeleya Hîwa dibe û di Gulana 1941ê de dibe endamê Komela Hîwa. Di sala 1942an de dibe endamê Komela Gel ku rojnameyeke bi navê (Bilêse) derdixist û xwe Marksîst dihesiband.

Zivistana sala 1945an piştî kongreya yekem a Partiya Komunîst a Iraqê dibe endamê Partiya Komûnîst a Iraqê. Di 13ê Cotmeha sala 1948an de tê girtin û heta Tebaxa 1958an ango 10 salan di girtîgehê de dimîne.

Di salên xwe yên girtîgehê de bi xwendinê fêrî zimanê erebî bûye û çend pirtûkên edebî, çîrok, pirtûkên siyasî xwendin, her wiha gelek şaheserên edebiyata rûsî, îngilîzî û almanî jî dixwîne, ji bilî xwendina berhemên Taha Husên, Necîb Mehfûz û nivîskarên din ên Ereb.

Ezîz Mihemed ji sala 1964 heta 1993 Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Iraqê bû û xizmetên hêja pêşkêşî doza Iraq û herêmê bi giştî kiriye.

Ezîz Mihemed yek ji kesayetiyên komunîst e ku di sala 1986an de ji aliyê Partiya Komunîst a Sovyetê ve bi madalyaya Lenîn hat xelatkirin, her weha bi madalyaya (Stêrka Geş) a Asyayî û Afrîkayê di sala 2007 de ji hêla Rûsyayê ve hatî xelat kirin, ku piştî Nelson Mandela kesê duyemîn e ku ev madalya wergirtiye.

Di 10ê Hezîrana 2015an de li Pîrmamê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî hat xelatkirin.

Roja Çarşemî 31ê Gulana 2017an li mala xwe koça dawî kir.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Edith Maubec

Edith Maubec, bi navê (Madam Koçêra), hatiye nas kirin. Li sala 1969 ve karê rojnamevaniyê û wênegirtinê dike. Pîsporê Rojhilata Navîn û Kurdistane û di sala 1971 hejmarek gotarên wê yên li ser Kurdistanê li rojname û kovarên Fransî û navdewletî de hatine belavkirin. Ji ber wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kirine, li sala 2010 û li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Elî Têlî Kemî

Elî Têlî Kemî bi navê (Elî Têlî), hatiye nas kirin. Di sala 1945 li gundê Bêbo ya li nahiye ya Nêrwe û Rêkanî ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye. Li 16 ê kanûna yekema 2010 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Ebdula Derwêş Elî

Ebdula Derwêş Elî, bi navê (Ebdula Derwêş Eredinî), hatiye nas kirin. Di sala 1945 li Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1979 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Gulanê re kiriye. Hilgirê madalya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Hacî Xidir Omer Ezîz

Hacî Xidir Omer naskiriye bi navê (Hacî Xidir), di sala 1956 li gundê Bêxebar ya li navçeya Batîfa ya ser bi qeza Zaxo ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê ve kiriye û li betalyona çar ya Hecî Qado (Qedo) li Zaxo bûye Pêşmerge ku Îsa Siwar Fermandeyê wî bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 vegeriyaye navçeya xwe. Paşê têkilî û peywendiyê bi şoreşa Gulan ve dike û bi mefrezeyên Meho Gewda heta ku sala 1983 li gelek şeran de beşdariyê kiriye.

Agahiyên bêtir

Dr Frédéric Tissot

Dr Frédéric Tissot, di sala 1981 li rêya Kendal Nezan Serokê Enstîtuya Kurd ya li Parîsê welatê Fransa ve pirsgirêk kêşeya gelê Kurd nas kiriye. Di sala 1982 diçê Rojhilatê Kurdistanê. Di sala 1989 beşdariya konferanseke li Parîs ya di derbarê kêşeya Kurd de dike. Piştî vekirina Konsulxaneya Fransa li 23 ê Eylûla 2007 li bajarê Hewlêrê, Dr Frédéric Tissot yekemîn Konsulê wî welatî bû li Kurdistanê. Li roja 15 ê Gulana 2013 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

Agahiyên bêtir