Efser û siyasetmedar Murad Ezîz, bi navên (Dr Murad, Serwan Murad Rizim Awer, Sergurd Murad Rizim Awer û Murad Rehberî hatiye), nas kirin. Di sala 1941 an de efserê artêşa Îranê ya li Urmiyê bû. Peywendiyeke nihênî bi efserên partiya Tudey ya Îranê re hebû. Li kongreya çarem 1959 û kongreya pêncem 1960 da bi Endamê Komîteya Navendî û Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistana - Iraqê hatiye hilbijartin. Di sala 1974 an de bi eşkere dijî Partiya Dêmokrata Kurdistanê û şoreşa Eylûlê rawestaye û hevkariya partiya Be'es ya Iraqê kiriye.
Jiyanname
Murad Ezîz di sala 1918 an de li bajarê Kirmaşanê ji dayik bûye û ser bi eşîra Lekî ya ser bi Feyliyên Rojhilatê Kurdistanê ye. Di sala 1949 an de li beşa zanistên ramyarî ya zanîngeha Baku yê hatiye wergirtin. Di sala 1953 an de ji bo qonaxa Doktorayê li zanîngeha Moskowê hatiye wergirtin û 1957 an de Doktora ya Rojhilatnasiyê wergirtiye. Li 10 ê nîsana 1980 an de li bajarê Las Palmas ya Îspanya yê ji ber rawestana dil koça dawî kiriye û li goristana Brok Mudî ya bajarê London a li Brîtanya bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Farisî, Rusî, Tirkî, Erebî, Fransî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Murad Ezîz di sala 1941 an de peywendiyê bi rêzên komeleyên nihênî yên efserên Partiya Tudey ya Îranê re kiriye. Di sala 1945 an de pileya Pêşeng (Neqîb) li Topxaneya Artêşa Îranê da hebû û li rêxistina nihênî ya serbazî ya Partiya Tudey ya Îranê de çalak bûye. Di sala 1946 an de li nêzîkî bajarê Qezwîn li destê zilamên hewalgirî ya artêşa Îranê ber bi Yekîtiya Sovyetê ve reviye û li bajarê Baku ya paytexta Komara Azerbaycanê bi cîh bûye. Paşê ji aliyê wan ve ji bo pêkanîna artêşa mîllî ya Azerbaycanê re ew şandina bajarê Tebrîzê. Di sala 1947 an piştî rûxana Komara Mîllî ya Azerbaycanê çûye Yekîtiya Sovyetê.
Di sala 1957 an de Celal Talebanî (1933 - 2017) li bajarê Moskowê hevdîtinê pê re kiriye û ewî gihandiye cem General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) û di sala 1959 an bi hevalên Barzanî re bi keştiya Groziya gihîştiye bendera Basra ya li Başûrê Iraqê û ji aliyê Serok Mistefa Barzanî ve nasnameya Iraqî wekî Barzaniyek jêre wergirtiye.
Di sala 1959 an bi Serokê Desteya Amadekar ya kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistana - Iraqê hatiye destnîşan kirin û li kongreyê da bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistana - Iraqê hatiye hilbijartin û li yekemîn civîna komîteya navendî da bi Endamê Mekteba Siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1960 û li kongreya pêncem da jî dûbare bi Endamê Komîteya Navendî û paşê Mekteba Siyasî de hatiye hilbijartin.
Piştî darbe û kudetaya 8 ê Şubata 1963 an li bajarê Bexdayê bi cîh hiştiye û çûye bajarê Moskowê û di sala 1968 an de vegeriya ye bajarê Bexdayê. Di sala 1969 an de bi hevkarî û piştgîriya desthilatdarên partiya Be'es û Dezgeha Hewalgirî (KGB) ya Yekîtiya Sovyetê peywendiyê bi General Teymur Bextiyar re kiriye û li dijî desthilatdariya Mihemed Riza Şahê Pehlewî bi navê (Rehberî) re çalakiyan kiriye û heman salê bi navê şêwirmendê serbazî ji bo nasandina çekên Rusî li bendera Basra bi artêşa Iraqê da kar kiriye.
Di sala 1969 an de li ser daxwaza Seddam Husên Cîgirê Serok Komarê Iraqê hevkariya efserên dinê partiya Tudey ya Îranê ji bo projeya General Teymur Bextiyar kar kiriye û di sala 1970 an de hevaltiya Seddam Husên (1937 - 2006) kiriye, heta gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bi mebesta danustandina li navbera desthilatdarên Hikûmeta Iraqê û serkirdayetiya şoreşa Eylûlê da.
Di sala 1974 an de bi eşkere dijî bi Partiya Demokrata Kurdistanê û şoreşa Eylûlê rawestaye û hevkariya partiya Be'esa Erebî ya Sosyalîst kiriye. Li 10 ê nîsana 1980 li bajarê Las Palmas ya Îspanya yê ji ber rawestana dil koça dawî kiriye û li goristana Brok Mudî ya bajarê London a Brîtanya yê bi axê hatiye spartin.
Çavkanî:
1- Arşîva Însîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê
2- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (Program û peyrewên navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021)
3- Fazil Resul, Kurdistan Walsiyase alsufîtiye fî alşerq alawsat, tercume Xisan Na'man, (Al Silêmaniye - Mekteb alfikir waluwî fî alatihad alwutanî al Kurdistanî ـ Matbaa Mosese hemdî liltebaa walneşir 2008).
4- Fî sebîl alselem walwehde alwetaniye fî sebîl tetebîq atifaqiye azar, (Bexdad ـ Minşurat dar altaxî ـ Matbaa Altaxî 1973).
5- Be kuşiş : Hemîd Ahmedî, mahim dr ayn xane heqî darîm (Xatrat Necmî Aluy), Çap Sum, (Tehran ـ Neşir Axtehran 1387 - şemsî).
6- Ahsan Teberî, kej rahe, Çap Sum, (Tehran ـMoesese Antişarat Amîr kebîr ـ Çapxane Sipehr 1367 şemsî).
7- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî muhetat Rîesiye) 1946 - 1993 (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).
8- Hemîd Melazade, Sîrî der kuçehay xatirat, (Tebrîz ـ Antişarat Ark 1373 şemsî).
9- Eft mahbaz, necmî aluy payegizaran cenbuş zinan ayran bî hîç heqî az an xane, sayt BBC Farisî, www.bbc.co.uk.
10- Îdalle Kerîm, Sewre Aylul Altehrriye, weqae wedelalat, cerîde Altaxî, Ala'ded 4309 Bexdad, Alahad, 12 Eylul 2004.