Beşek ji hevalên Barzanî di şoreşa yekem a Barzan (1931-1932) û beşek jî di şoreşa duyem a Barzan (1943-1945) de beşdar bûn û piraniya wan di Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê di (1946) de çekên bergiriyê li milê xwe bûn, heta hevalên xebatkar hebûn ku ji şoreşa yekem a Barzan ve beşdar bûbûn, heta raperîna sala 1991ê.

Hevalên Barzanî bêyî ku bizanin çarenûsa wan dê bigihîje ku derê, jiyana xwe di pênavê azadiya milet û parastina biha, nerît û çanda Kurdistanê de terxan kiribûn. Hevalên Barzanî şopînerên rêbaza Barzan û general Mistefa Barzanî bûn, biryardana wan ji bo derbaskirina sînorê ewqas welatan, selîmêrê wê rastiya dîrokî ye ku di vê pênavê de amadeyê her cure qurbaniyekê bûn, eger ne wisa bûya; bergeya ewqas zehmetî û astengên xwezayî û şopandina dagirkeran nedigirtin, ew tiştê ku bi dirêjahiya rê û mayîna wan li Yekîtiya Sovyetê rûbirûyê wê bûbûn.

Hevalên Barzanî, ji xebatkarên cih, navçe û beşên cuda yên Kurdistanê pêk hatibûn, bi wê wateyê ku cudahî û heta ew sînorên destkar ên ku Kurdistan ji hev qut kiribûn, nekarîn bibin asteng li ber yekrêzî û yek hilbijartina wan. Hevalên Barzanî ji herî yekemîn bûn ku bi kiryar selîmandin rêbaza Barzanî, dibistana Kurdayetî û bawerî ye û ewê li ser vê rêbazê biçe Kurdîniyê dike.

Biryara xwe bi destê dijmin neadan û berdewamkirina xebatê

Piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, Barzaniyan neçar bûn paşekêşî bikin û hewl bidin bên ser xaka Kurdistanê ya vê alî, piştî kuştin, komkujî, bombebaran, topbaran, birçîbûn, sermayê, nexweşî û qetûqiriyê, Barzaniyan bi du desteyan hatin ser xaka Başûrê Kurdistanê, desteya yekem ku piraniya wan jin û zarok bûn, li gel Şêx Ehmed Barzanî vegeriyan û desteya duyem jî general Mistefa Barzanî û hevalên wî bûn ku di 15ê nîsana 1947an de red kirin xwe radestê dagirkeran bikin û biryar dan rêya man û nemanê hilbijêrin û berdewamiyê bidin xebata Kurdîniyê.

Piştî têkşikandina çendîn êrîş û planên rejîma Şahê Îranê, di 19ê nîsanê de, general Mistefa Barzanî hêza xwe di pênc desteyan de bi vî awayî rêxistin kir: desteya yekem bi fermandeyiya Şêx Silêmanê Barzanî, desteya duyem bi fermandeyiya Esed Xoşewî, desteya sêyem bi fermandeyiya Mamend Mesîh, desteya çarem bi fermandeyiya Hemedemîn Mîrxan û desteya pêncem bi fermandeyiya Misto Mêrozî.

General Barzanî û tevahiya hêza xwe di 25ê nîsana 1947an de gihîştin navçeya Mizûrî û li gundê Ergoş kom bûn, di wê serdemê de bersiva hikûmetê derbarê wê gotûbêja ku di 23yê mehê de li gel şanda hikûmeta Îraqê hatibû kirin, vegeriya. Bersiv bi vî awayî bû; hikûmeta Îraqê razî ye, Barzanî û hewadaran bê merc vegerin Îraqê û hikûmet ew biryara cîbicî nake ku di sala 1945an de ji bo sêdaredana Mela Mistefa Barzanî dabû, lê belê hikûmet her cezayekî din bi şayesteyê bibîne, li ser wî disepîne.

Biryara rêçûnê ber bi Yekîtiya Sovyetê

Di 6ê gulana 1947an de general Mistefa Barzanî li gundê Ergoş bi şêwirîn li gel fermandeyan biryara xwe ya dîrokî da ku penaberî bû bo Yekîtiya Sovyetê, heman demê biryarê bi tevahiya hêza xwe ragihand û sedemên wê jî ronî kir û Pêşmergeyên xwe di vegerê de, yan mayînê de serpişk kir, encam ew bû, hemûyan bi yek dengî biryara mayînê û sozê canfîdayî û berdewamiyê dan.

 Barzanî; piştî rêxistin û dabeşkirina hêza xwe li ser qolan û diyarkirina erka her qolekê, fermana çûnê da hêzên xwe, 22ê gulanê ew hêz gihîştin gundên Herkî, Basiya, Stûnê û gundên din ên wê navçeyê, 23ê gulanê Barzanî û hêzên wî li gundê Drê bûn, 24ê mehê ew hêz çûn gundê Bêdaw, şoreşgeran di 25ê mehê de gundê Bêdaw ber bi gundê Bayê û rêya Zîniya Asingeran girtin ber xwe, berbangê 27ê nîsanê general Mistefa Barzanî û hêzên wî piştî xwe derbaskirinê ji Zîniya Asingeran di sînorê di navbera Îran û Îraqê de derbas bûn û şev li gundê Cirmî bi cih bûn.

 Sibehê roja din bi xaka Rojhilatê Kurdistanê de, Cirmî ber bi gundên Embî, Derbend û Tilwê ku vala kiribûn, cîh hêştin. Bi dirêjahiya rojên 29- 31ê gulana 1947an general Mistefa Barzanî û hêzên wî li navçeya Herkiyatî man.

Di 31ê gulanê de navçeya Herkiyan ber bi navçeya Şikak û gundê Sîro cîh hêştin, 3ê hezîrana 1947an li gundê Dostan ber bi gundên Dêlzê û Hacî Civan û Gozerêşê ketin rê, maweyekî kurt li gundê Gozerêşê derbas kirin, dema gihîştin gundê Hevlûran, xelkekî zêde hatibûn pêşwaziyê, heman şevê Barzanî û hêza wî gihîştin gundê Broşxoran.

General Mistefa Barzanî wek serkirdeyekî serbazî yê agahdar û şarezayê tijî hêvî, berpirsiyarê hêzan kom dike û ji wan re radigihîne: Pêwîst e nan û pêdiviyên temam li gel xwe hilgirin, çimkî qonaxa dahatû ya rêçûnê qonaxekî zehmet û tijî metirsî ye û dibêje: Her îşev û berî berbangê 5ê hezîranê divê Dola Qeturê bibirin, yanî bi her du rojên 4-5ê hezîranê, ev jî di demekê de bû Barzanî bi rêya rêberan agahiyên hûr derbarê zehmetî û dijwariya Dola Qeturê hebû û dizanî ew cih tu pêç û penayekî tê de nîne, eger hêzekî serbazî tê de be, divê rûbirûyê bibin û bi derbeya hêzê rêyê bibirin.

 General Barzanî wisa bi baş zanîbû, eger hêza dijmin li wir cîgirkirî be, divê ji nişka ve êrîşî wan bê kirin, bi vê nexşeya serbazî xwe ranagirin û sengerên xwe vala dikin, lewra fermana da hêzên xwe, xwe ji wan binkeyan biparêzin ku diketin navbera Broşxoran û Dola Qeturê, bi vê sedemê neçar bûn ji bo çend demjimêran rê bimeşin û biçin nava xaka welatê Tirkiyê û dubare vegerin xaka Îranê, ev jî ji bo wê yekê bi selametî bi wê navçeyê de derbas bibin. Ev plana serbazî yek bû ji mezintirîn serkeftinên rêçûnê.

Berbangê 5ê hezîranê; Barzanî û hêza wî gihîştibûn navçeya hoza Erûsî, roja din li gundê Elendiyanê gihîştin her du gundên Belesûr û Belerêş, piştî nîvro jî çûn hewarê Hacî Begê Cemîl û êvarê çûn gundê Melhemî. Li vî gundî bi mebesta xwe dûr girtin ji rûbirûbûna hêzên dagirker û parastina jiyana şoreşgeran, Barzanî pirsyar ji Mîrza Ebdiyê xelkê gundê dike, gelo selamettirîn rêya ber bi rûbarê Aras kîjan e, Mîrza Ebdî di bersivê de dibêje rêya Mako- Hason.

General Mistefa Barzanî û hêza wî şeva 7 li ser 8ê hezîranê li gundê Embariyan dimînin û sibê 8ê hezîranê digihîjin gundên Klîs Kend û Axdaşî yên nêzîkî bajarê Makoyê, ji ber ku hêzeke mezin a artêşa Îranê bi piştgiriya top û tank û hêza asmanî piştî gihîştina wan hemû rê û rêçên navçeyê girtibûn, ew her du gund hatibûn valakirin. Di barûdoxeke wiha de rûbirûbûna serbazî tê çaverêkirin, jeneral Mistefa Barzanî piştî lêgerîna hûr a navçeyê, hêzên xwe kirin du beş û fermandeyiya beşa sereke ya hêzê Hemêdemîn Mîrxan bû bi alîkariya Mamend Mesîh û Misto Mêrozî û ji Klîs Kendê rasterast êrîşî dijmin kirin, beşa duyem a hêzê jî ku Esed Xoşewî serkirdetiya wê dikir û her yek ji Salih Kanyelincî û Seîd Welî Beg alîkarên wî bûn, ji bo êrîşkirinê ji Axdaşê hatin raspardin. Di 9ê hezîrana 1947an de li Çiyayê Susuz û Deşta Makoyê êrîş bo ser hêzên artêşa Îranê dest pê kir û bêwestan heta 11ê hezîranê dirêj kir û di encama şer de jeneral Barzanî û hêza wî karîn rê vekin û dest deynin ser pira Makoyê, di encama vê de di 11ê hezîranê de ji çemê Zengî derbas bûn û gihîştin gundê Hasun, di vê têkoşînê de Barzanî careke din da selmandin ku di çanda wî û hevalên wî de tiştek nîne ku navê wê ne mumkin be.  

Barzanî û hêza wî di 13ê hezîranê de ketin nav rewenda eşîra Celalî û li wir jî piştî nîqaşeke zêde bi serokê eşîrê re ew der cih hiştin û di 15ê hezîranê de gihîştin gundê Suktilî yê nêzîkî çemê Arasê. Jeneral Barzanî ferman da her yek ji Mîrhac Ehmed Akreyî û Hacî Heyder Ergoşî û Xelîl Îbrahîm Ergoşî û Lawko ku ji Arasê derbas bibin û ji rûsan re ragihînin ku Barzanî û hêza wî dixwazin bên ser axa Yekîtiya Sovyetê, ew jî rasterast fermanê bi cih tînin û di 16ê mehê de diçin gundê Seraclû û li wir qişleyeke polîsan heye û ji wan re dibêjin hûn vegerin, em ê ji Moskowê re ragihînin ku hûn hatine û paşê bersiva Moskowê çi be, em ê ji we re bibêjin.

Nûnerên Barzanî vedigerin cem jeneral Barzanî, çaverê dikin û ti bersiv ji wan re nayê şandin, lewma serok Mistefa Barzanî, Şêx Silêman Şêx Ebdulselam radispêre, Arasê bibire û vegere qişleyê. Dema digihîje wir, jê re radigihînin ku bersiva Moskowê "erê" ye. Tevî mezinahiya çemê Arasê û firehiya wê, Barzanî û hevalên wî çawa be, ji çem derbas dibin û diçin nav axa Yekîtiya Sovyetê.

Jeneral Mistefa Barzanî û hevalên wî piştî ew hemû nehametî û nexweşî û berf û bombebaran û topbaran û şerê dest bi dest, di 19ê hezîranê de gihîştin Yekîtiya Sovyetê û bi cureyekê metirsiya dijmin li ser wan kêm bû, lê zehmetiyên jiyanê her berdewam bûn.

Gihîştina bi axa Yekîtiya Sovyetê

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de jeneral Mistefa Barzanî û hevalên wî dibin serbazgeheke ser bi artêşa Yekîtiya Sovyetê û heman rojê Barzanî ji hevalên wî vediqetînin û Mela Mistefa Barzanî dibin cihekî nediyar û hevalên wî jî dibin kampêke li ser çemekî ku sê saetan ji bajarê Nexçewan dûr bûye û hêzeke mezin dor li wan girtibû û nehiştin kes derkeve û nehiştin kes wan hevalan bibîne.

Hevalên Barzanî heyama çil rojan li kampê dimînin û xirabtirîn xwarin û cil û bergên wan didanê û ne konê wan hebû û ne xaniyek ku têkevinê, ya hebû meydana kampê bû ku çend darên wê hebûn û hemû hevalan bi roj diçûn bin siya wan çend daran. Di wê heyamê de hevalên Barzanî ti nûçeyek ji serok û rêberê xwe nizanibûn, lewma çend caran xwepêşandan kirin û man girtin û daxwaza nûçeyên serokê xwe dikirin, lê çalakiyên wan bê encam bûn, heta rojekê ligel çend efserên artêşa Yekîtiya Sovyetê, Barzanî derketibû û jê re ragihandibû ku ji wê kampê wan vediguhêzin cihekî din.

Hevalên Barzanî bi biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatin veguhestin serbazgeheke ku li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê bû. Di 23yê heman mehê de cil û bergên serbazî dan wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirin. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî hatin dayîn.

Piştî muameleya xirab a Cefer Baqirov ligel wan penaberan, jeneral Barzanî diçe cem wî û jê re dibêje, "Em penahê me anî Yekîtiya Sovyetê da ku alîkarî bên kirin, lê li vir muameleya pir xirab ligel me dikin, lewma yan tu bi xwe çareyeke ji bo hevalên min bibîne, yan rê bidin min ez bi xwe biçim Moskowê", lê Baqirov tiştekî bi cih nayîne. Piştre di 29ê tebaxa 1948an de biryar tê dayîn kampa serbazî ya hêza Barzanî ji Komara Azerbaycanê bê veguhestin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de hêza Barzanî bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan kar dikirin û diviyabû bi pembûçinîn û dirûn û qûrkarî yan her karekî din xwe bijînin.

Dûrxistin û ji hev qutkirina hêza Barzanî ji hev, jeneral Mistefa Barzanî bêhêvî nake û bi dûrxistî jî li girava Çimbayê di nameşandina bo Stalîn de berdewam dibe, lê vê carê jî name nagihîjin destê wî, heta dawiyê bi xwe kesekî radispêre û daxwazê jê dike nameya daxwaznameya wî bixe nav posteya taybet, bi vê jî plana wî ser digire û jeneral vedigerînin Taşkendê û hevalên wî jî hemû bi hev re di sala 1951ê de li Vrîvîskî tên komkirin.

Piştî komkirina wan li bajarê Vrîvîskî ku ji bajarê Taşkendê pir dûr nebûye, Barzanî her şemiyê serdana hevalên xwe dikir û ew jî jiyana wan guherîbû û beşek ji wan li wir jin anîbûn û bibûn xwediyê zarokan.

Herwiha beşeke mezin ji şoreşgerên hêza Barzanî piştî ku bi başî fêrî zimanê rûsî bûn û piştî ku serok Mistefa Barzanî daxwaz ji desthilatdarên Sovyetê kir, rê bidin hevalên wî li zanîngeh û peymangehan bixwînin, ew razîbûn hat wergirtin û hevalên Barzanî çûn zanîngeha Partî Şkul, Yangî Yulî, Taşkend, Vîvskî, Moskow..hwd û zêdetirî 120 li bajarên Gorkî, Saratov, Îstanov û Tambov dixwendin. Beşeke mezin ji wan zêdetirî pênc salan xwendin, heta dawiyê di sala 1959an de hinek ji wan peymangeh û hinekên din jî kolêj temam kirin û beşek ji wan piştre master û doktoraya xwe jî xwendin.

Vegera lehengê welat

Piştî serketina şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, general Mistefa Barzanî pîrozbahî li Ebdulkerîm Qasim kir ji bo serketina şoreşê, hikûmeta nû jî biryara vegera general Barzanî û hevalên wî wek leheng derxist. Wiha bû ku di 21ê tebaxa 1958an de bajarê Moskowê bicî hişt û di rêya vegera xwe de ji aliyê serokê welatê Romanya û serokkomarê Çekoslovakyayê ve pêşwazî lê hat kirin, di 17ê îlonê de bi firoke gihîşt firokexaneya bajarê Pragê, du roj şûnde gihîşt firokexaneya Qahîreyê û li Koşka Qubbe ji aliyê Cemal Ebdulnasir serokê wî welatî ve pêşwazî lê hat kirin, di 6ê çiriya pêşîn de li firokexaneya Musenna ya bajarê Bexda daxist û ji aliyê hemû pêkhateyên Îraqê ve pêşwazî lê hat kirin. Hikûmeta komara Îraqê di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û benda (A) ya madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, biryara lêborînê ji bo hevalên Barzanî derxist ku di serdema rejîma padîşahiyê de ji ber beşdariya wan di Şoreşa Duyemîn a Barzan de li dijî wan hatibû derxistin.

Lewma çi yên ku li Vrivîskî bûn û çi yên ku li komara Rûsyayê bûn, çûn bajarê Odesa yê li ser sînorê Deryaya Reş û li wir di rêkefta 1ê nîsana 1959an de siwarî keştiya Gruznî bûn û ber bi Îraqê ve bi rê ketin û di 16ê nîsanê de gihîştin Besrayê û li wir ji aliyê serok Mistefa Barzanî ve pêşwazî li wan hat kirin û piştre ber bi Kurdistanê ve bi rê ketin û bi dîtina welat û hezkiriyên xwe şa bûn.

Hevalên Barzanî; wek navekî bi rûmet li ser wan kesên kolneder û xebatkar hat danîn ku heta Kurdek bimîne, rêz li xebat û wêrekiya wan digire, ji ber ku tiştê wan û general Mistefa Barzanî serokê wan ê jêhatî kirin, di dîroka neteweyên ser rûyê erdê de bi kêmî jî rû nedaye.

Ev a jêr navê wan hevalên leheng ên serok Mistefa Barzanî ye ku ber bi Yekîtiya Sovyetê ve hevaltiya wî kirine:

Lîsteya hevalên Barzanî

1 Axa Elî Navdarî        

2 Avdel Hacî Mîkaîl (Avdel Bijiyanî)

3 Avdel Mistefa Umer (Avdel Misto) 

4                    Avdel Mîro Enter (Ehmed Mîro)

5 Al Elî Al Usman (Alo Elî Alo)

6 Alî Şêxumer Bêdarûnî              

7 Ebûbekir Şêx Ebûbekir (Hecî Ebabekir)         

8 Ehmed Birîndar Çîço       

9                    Ehmed Teha Yans (Ehmed Teha) 

10 Ehmed Cesîm Ehmed (Ehmed Cesîm)      

11 Ehmed Hedo Qurtas (Mela Ehmed Hedo)  

12 Ehmed Hedo Ehmed (Ehmed Hedo)

13 Ehmed Hesen Leşkerî (Ehmed Bêsterî)   

14 Ehmed Hemo Melaşîn (Ehmed Bêdawî)              

15 Ehmed Elî Cem           

16 Ehmed Elî Mehmûd             

17 Ehmed Emr Mihemed (Hecî Ehmed)      

18               Hecî Ehmed Livrokî (Hecî Ehmed Livrok)      

19 Ehmed Leşkerî (Mela Ehmed)

20 Ehmed Mihemed Îsmaîl (Ehmed Mihemed Sut)      

21 Ehmed Mela Yehya          

22 Ehmed Hewar Selîm        

23 Ehmed Yûsif Ebdulrehman              

24               Esed Xoşewî

25 Esed Reşo Mela Hemze (Esed Reşo)

26 Esed Silêman Qadir

27 Esed Mihemed Xalid (Esed Hem)

28 Eskender Mela Selam

29 Elyas Usman Hacî (Elyas Usman)

30 Eyno Şukir Dawid (Eyno Twêy)

31 Yûsif Ebdulrehman

32 Îbrahîm Babekir Îsmaîl (Mela Birahîm Hesnekî)

33 Îbrahîm Huseyn Ehmed

34 Îbrahîm Hesen (Birahîm Hesen)

35 Îbrahîm Xoşewî Reşîd (Îbrahîm Navxoş)  

36                Îbrahîm Şêxo Mifredî               

37                Îbrahîm Şêxo Îbrahîm (Îbrahîm Mela Şêxo) 

38 Îbrahîm Qurtas Ehmed

39 Ibrahîm Mela Celal (Ibrahîm Şikak)

40 Ibrahîm Mîralî Selîm

41 Ismaîl Teha Elî (Ismaîl Bazî)

42 Ismaîl Silêman

43 Ismaîl Şêxomer Ismaîl

44                Ismaîl Ebdullah Hemîre (Ismaîl Ebdulla)

45 Ismaîl Gefûr Huseyn (Seyîd Ismaîl Seyîd Gefûr)

46 Ismaîl Mihemed Ehmed (Ismaîl Mihemed)

47 Ismaîl Mela Yehya

48 Ismaîl Ehmed Elî (Ismaîl Melaehmed)

49 Babekir Şêx Huseyn Laçîn (Babekir Şêx Huseyn - Babekir Şêx Yasîn)

50 Babekir Mihemed Zubêr (Babekir Mihemed)

51 Badîn Qadir Badîn (Badîn Dêzoyî)

52                Bedro Leşkerî Huseyn             

53                 Behçet Ebdulxaliq Ebdulxaliq      

54                Bêjan Cindo Elî           

55 Pîrmûs Umer Xelîl (Pîro Yûsif-Pîro Herûrî)

56                Pîro Çîço Ezîz           

57 Pîro Hemed Ibrahîm (Pîro Heso)

58 Taceldîn Hesen Taceldîn (Tacdîn Melahesen)

59 Taceldîn Axa Tacdîn (Tacdîn Axa)

60 Tahir Şerîf Elî

61                Tahîr Ezo Xalid

62                Teymez Ereb Qetran

63                Teymûr Ceifer Mûsa (Teymûr Şikak)      

64 Tofîq Xwace Pîr

65                Têlo Baqî Mihemed            

66 Têlî Ebdulkerîm

67 Temer Mistefa Hesen

68 Teha Hacî Teha

69 Teha Hedo Çîço (Teha Reşik)

70 Teha Feqê Ebdulrehman (Mela Teha)

71 Teha Yasîn Şukûr

72 Teha Eskender Hesen

73                Cadir Cangîr Cadir

74 Cadir Ezîz Hemîd

75                Cebraîl Yehya Şelal

76 Cemîl Tofîq Huseyn (Cemîl Sûr)

77 Cemîl Elî Cemîl (Cem Elî Cem)

78                Cemîl Ebdullah Hesen

79 Cewher Huseyn Mihemed

80 Cewher Mihemed Elî

81                Cum'e Mistefa Yûsif

82 Çeto Mihemed Ebdulkerîm (Çeto Babsêvî)

83 Çîço Hetem Şemdedîn (Çîç Hetem)

84 Çîço Ehmed Had

85                Hacî Heyder Silêman Ebdî

86 Hacî Şêx Emîr

87 Hacî Elî Cebraîl (Hacî Alî Cebraîl)

88 Hacî Îsa

89 Hacî Meloy

90                Hacik Mihemed Hacik (Hacik Çemê)

91                Hadê Heskoy Îbrahîm

92 Halî Bapîr Mihemed (Halî Kelokî)

93 Halî Mihemed Qadir (Halî Mihemed Xelanî)

94 Halî Mem Hedoy Yûsif

95 Halî Axa

96 Halî Ehmed        

97 Hiso Mîrxan Ehmed ( Hiso Mîrxan Dolemery )

98                Husên Bekir Beg Halî            

99 Husên Teha Îbrahîm (Husên Mela Teha)

100           Husên Cercîs Seîd           

101 Husên Xal Melahacî Îbrahîm

102 Husên Reşîd Şemdîn (Husên Reş)

103 Husên Salih Nadir (Hiso Salih)

104 Husên Silêman Melo (Husên Bazî)

105 Husên Şikir Mîralî (Husên Mîr Şikir Bêroxî)

106 Husên Ebdulqadir Husên

107 Husên Elî Salih Horêmarî (Husên Elî Horêmarî)

108 Husên Feqî Xano

109 Husên Feqê Ehmed (Hiso Feq Ehmed)

110 Husên Mihemed Çiço

111 Husên Mihemed Husên            

112 Husên Mihemed Kekşar (Hiso Mihemed)  

113 Husên Mehmûd Mistefa (Gurgu-Mehmûd Babkiyî) 

114 Husên Mela Teymes (Hiso Mela)   

115 Husên Melko Mihemed                       

116 Husên Mîrxan Xezalî (Hiso Mîrxan Jajokî)     

117 Husên Ehmed Tahir (Husên Ehmed Şar- Hiso Şar)     

118           Husên Îbrahîm Salih       

119 Hecî Ezîz       

120 Hecî Umer Ebdulla             

121 Hecî Mela Elî           

122 Hecî Ehmed Siwar Hecî Maşo         

123 Hedo Hesen        

124 Hedo Fettah Mîrmihemed Qurtas            

125 Hedo Qadir Qadir Baweyî             

126 Hedo Mihemed Perya (Hedo Miş)

127 Hedo Ehmed Had           

128 Hesko Mîro Hesen       

129 Hesen Babîzdîn Hesen (Mela Hesen Bab Yezdîn)

130 Hesen Xal Hemze         

131 Hesen Silêman Mela Ebdulrehman       

132 Hesen Siwar Umer       

133 Hesen Şemdîn Hatem            

134 Hesen Elî Hesen (Hesen Elî Şêrwanî)    

135 Hesen Ebdulla Ehmed            

136 Hesen Mihemed Ebdulla (Hesko Çiço Ebdulla)   

137 Hesen Mihemedselîm Ebdulwehab       

138 Hesen Mihemed Enter            

139 Hesen Mistefa Wesman             

140 Hesen Mela Hesen        

141 Hesen Mela Yehya Hesen         

142 Hesen Mela Mihemed Taceldîn               

143 Hesen Ehmed Xanemîr            

144 Hesen Ehmed Îbrahîm (Hesen Ehmed Naz)      

145 Hesen Îbrahîm Ebdullah (Heskoyê Îbrahîm)

146 Hesen Îsmaîl (Hesen Smail)

147 Hakîm Umer Melashnî (Hakîm Mam Umer)  

148 Hakîm Yasîn Teha           

149 Hem Ehmed Hem (Hemê Sînemê)      

150 Hemo Şivan Axa (Memo Şivan Axa)     

151 Hemîd Ehmed Hesen (Hemîd Xesrewî)            

152           Hecer Ebdulkerîm       

153 Hedo Hesen Hedo         

154           Hemo Silêman Reşîd        

155           Hemo Ehmed Reş (Hemo Reş) 

156 Xalid Elî Ehmed (Xalid Mela Elî)     

157 Xalid Mihemed Zubêr         

158           Xano Cuc Xan              

159 Xidadad Hesen Xan Mîrebeg             

160           Xidir Xano Şêx Umer               

161 Xidir Remezan               

162 Xizir Hesen Ebas (Xidir Xelkanî)

163 Xizir Îsa Xizir (Xidir Îsa Dolemerî)

164 Xizir Wesman Silêman (Xidir Mela Wesman)  

165           Xelîl Îbrahîm Osman              

166 Xelîl Şêxo Mih (Xelîl Şêxo Memudî)   

167 Xelîl Elî Silêman (Xelîl Mela Elî)   

168 Xemo Şemdîn       

169 Xoce Hecî Mewlûd              

170 Xurşîd Têlî        

171 Xurşîd Nebo        

172 Xurşîd Yûsif Silêman (Xurşîd Barzanî)   

173 Xostî Sincoyê Xostî              

174 Xoşewî Sofî Mihemed            

175 Xoşewî Mihemed Hesen (Xoşewî Bêxşaşî)

176 Xoşewî Mela Mihemed Hem        

177 Dawid Yûhenna Lawko         

178 Dawid Elî Cemîl         

179 Derwêş Umer Ezîz            

180 Derwêş Kekoyê Qurtas             

181 Derwêş Mîroyê Mihemedemîn Melal Axa           

182 Rehman Mehmûd Ehmed (Rehman Mehmûdê Sûr)

183 Reza Oreyî  Xudêda Hesen      

184 Reşîd Baqî Mihemed         

185 Reşîd Hemo Hecî         

186 Reşîd Resûl Qurtas Lêrebîrî          

187 Reşîd Ezîz Reşîd        

188 Reşîd Kerîm Silêman (Reşoyê Kerîm)

189 Reşîd Nebî Ebdulrehman         

190 Reşîd Îbrahîm Qadir (Reşîd Mîr)   

191 Remezan Hecî Umer (Remezan Kuranî)   

192 Reyhane Şlîmon Xnanoy

193 Resûl Melamhemed Taceddîn (Mela Resûl Taceddîn)

194 Zahir Qadir            

195 Zerard Silêman Silêman (Zerard Silêman Beg)  

196 Zubêr Feqo Hesen          

197 Ziyab Dûr Ziyab (Ziyab Barzanî)

198 Ziyab Ziyab Elî (Ziyab Hesnî)

199 Zêro Ezîz Hemîd         

200           Sadiq Silêman Usman              

201 Salih Tahir Xezîran       

202 Salih Huseyn Murad         

203 Salih Hesen Temer         

204           Salih Xano Usman         

205 Salih Ebdullah Feqê          

206 Salih Elî Ziyab            

207 Salih Elî Silêman (Mela Salih)   

208 Salih Elî Mihemed (Sako Elî - Sako Kanyelincî)

209 Salih Elî Axa Mehmûd          

210 Salih Umer Hecî Palanî (Salih Palanî) 

211 Salih Mihemed Spîndarî (Salih Mihemed Mihê) 

212 Salih Mihemed Ebdullah               

213 Salih Mihemed Qurtas               

214 Salih Ehmed Huseyn       

215 Salih Ehmed Ebdullah (Salih Ehmed Ebdullah Kuremarkî)

216 Silêman Hedo Şino          

217 Silêman Hekîm Yasîn        

218           Silêman Xal Al Ehmed             

219 Silêman Silêman Bekirxan (Silêman Beg Dergeleyî)

220 Silêman Şawelî Usman (Silêman Şewalî)      

221 Silêman Şerîf Melahesen        

222 Silêman Şêx Ebdulselam           

223 Silêman Elî Yasîn         

224 Silêman Omer Ebdullah             

225           Silêman Ebdullah Silêman             

226 Silêman Feqo Hesen        

227 Silêman Laç Spîndarî       

228 Silêman Mîrxan Ereb             

229 Silêman Mîrxan Ehmed             

230           Silêman Yasîn Elî         

231 Sedo Qadir Qadir              

232 Sedîq Bexşî Ehmed (Sidîq Bexşî)

233 Sedîq Xelîl Yehya           

234 Se'dî Qasim Şîn           

235 Se'îd Ebdulwehab Şêx Umer         

236 Se'îd Ebdulkerîm Îbrahîm      

237 Se'îd Umer Cemîl               

238 Se'îd Umer Se'îd (Se'îd Mela Umer) 

239 Se'îd Ebdullah Qasim (Se'îd Mela Ebdullah)

240 Se'îd Welî Beg            

241 Se'îd Ebabekir (Şêx Se'îd Ebûbekir)    

242 Se'îd Ehmed Hesko - Nadir (Doktor Se'îd Barzanî)    

243 Selîm Huseyn Murad        

244 Selîm Xan Mer'an         

245 Selîm Reşîd Selam          

246 Selîm Reşîd Şemdedîn (Selîm Reş)  

247 Selîm Zubêr Mela            

248 Selîm Seîd Feqî Ebdulrehman         

249 Selîm Şêxomer Ehmed Bêdodî           

250 Selîm Ezîz Selîm         

251 Selîm Îsa Yasîn           

252 Seyîd Salim Teyib Mistefa              

253 Seyîd Feqê Umer Sekoyî        

254 Seyîd Mihemedemîn Seyîd            

255 Surkan Ebas Feqê               

256 Siyamend Ezîz Ears              

257 Sîn Hesen         

258 Sîn Elî   

259 Selîm Hesen       

260           Seyîd Mela Elî             

261 Şahisên Elî Mihemed            

262 Şakir Oxiz Zulfeqar (Şakir Beg Oxiz Beg)      

263 Şahîn Elî         

264           Şahîn Îbrahîm Şahîn              

265 Şeref Ebdulselam Birîndar (Şeref Mela Selam) 

266 Şerîf Taceddîn (Mela Şerîf)        

267 Şerîf Qurtas Mela       

268 Şerîf Mistefa              

269 Şefîq Ebdullah Qasim        

270 Şekir Dawid Ebdî          

271 Şekir Mihemed Ehmed              

272           Şêx Muradxan Şêx  (Şêx Omer)  

273 Şêx Wesman Mihemedemîn         

274 Şêx Yezdîn Mihemed Nebî          

275 Şêxomer Zubêr Ebdullah (Şêx Zubêr)  

276 Şêxo Babok Mîrakas               

277 Şêxo Umer Axa (Şêx Umer Mam Axa)

278 Şêxomer Şink Omer              

279 Şêxomer Ezîz Edo             

280 Şêxomer Mihemed Ehmed (Umer Mihemed Ehmed)    

281 Şêxomer Mer'an Hesen (Şêxo Mer'an)      

282 Şêxomer Mela Yûnis (Şêx Omer Şanederî)      

283 Şêxomer Ehmed Had               

284           Şerîf Leşkerî Hisên           

285           Ears Xano Hisên        

286 Ears Mihemed Xan        

287 Elî Ehmed Elî (Halî Ehmed Halî) 

288 Ebdal Hisên Şukir               

289 Ebdulrehman Teha Ehmed (Erîf Ebdulrehman)    

290 Ebdulrehman Elî Yûnis        

291 Ebdulrehman Mistefa Hemed (Ebdulrehman Gomeşînî) 

292 Ebdulrehman Mela Hebîb (Mela Ebdulrehman)

293 Ebdulrehman Muftî               

294 Ebdulrehman Yehya Ebdulrehman               

295 Ebdulrehîm Cesîm Ehmed       

296 Ebdulrehîm Ebdullah Umer (Ebdulrehîm Babkeyî)

297 Ebdulkerîm Ehmed        

298 Ebdîş Omer Ebdîş            

299 Ezo Qasim Birahîm            

300 Ezîz Hebîb (Ezo Mela Hebîb)  

301 Ezîz Hisên Mîrxan (Ezo Hisên)

302 Ezîz Salih Ezîz

303 Ezîz Şêxomer Ezoy (Ezo Şêxomer)    

304 Ezîz Qadir Mîran Kelokî        

305 Ezîz Qazî Hemet (Ezîz Qazî)

306 Ezîz Maml Ezîz        

307 Ezîz Mihemed Qadir (Uzêr Xelanî)      

308 Ezîz Mihemed              

309 Ezîz Mistefa Çelebî Gomeşînî (Ezîz Çelebî)      

310 Ezîz Mîrza Ezîz Gûyzî (Hecî Ezîz)

311 Elî Hesen Şîn (Elî Toyî)  

312 Elî Hemede Goj (Elî Mihemed Goj) 

313 Elî Xan Avdel            

314 Elî Xelîl Xoşewî              

315 Elî Zêro          

316 Elî Şeban       

317 Elî Umer Mihemed               

318 Elî Xazî         

319 Elî Laçîn         

320 Elî Mihemed Sidîq (Şêx Elî Şêx Mihemed Sidîq)     

321 Elî Mihemed Qurtas Lîrebîrî          

322 Elî Axa Taceddîn (Halî Axa Tacdîn)   

323 Elî Axa            

324 Elî Yûnis         

325 Elî Ehmed Elî (Halî Ehmed Elî) 

326 Umer Papîr Nebî           

327 Umer Bayezîd Qadir         

328 Umer Çîço        

329 Umer Huseyn Şikak       

330 Umer Hedo Umer (Umer Hedo Şanederî)     

331 Umer Hesen Elî       

332 Umer Şêx Mîr             

333 Umer Şêxo Ebdulrehman               

334 Umer Şink (Umer Şêxomer Şink)

335 Umer Ebdulla             

336 Umer Feqê Umer        

337 Umer Mihemed Şerîf            

338 Umer Melaşinî Hostanî          

339 Umer Oxz Umer       

340 Umeraxa Mihemed Umeraxa (Umer Axa Dolemerî)     

341 Ozêr Ezîz               

342 Îsa Hekîm Yasîn           

343 Îsa Xalid            

344 Îsa Siwar           

345 Îsa Elî Şêx Palanî             

346 Îsa Mihemed (Îsa Mihemed Melko)

347 Ebdulla Casim Beg         

348 Ebdulla Huseyn Cercîs          

349 Ebdulla Hesen Ebdulla (Ebdulla Avedorî)

350 Ebdulla Hemo Usman             

351           Ebdulla Dawid Huseyn       

352 Ebdulla Ziyab Zêweyî (Mela Ebdulla Zêweyî)

353 Ebdulla Salih Ebdulla              

354 Ebdulla Silêman Feq Ebdulrehman       

355 Ebdulla Seîd Ehmed             

356           Ebdulla Îsa Îsa         

357 Ebdulla Mehmûd Feqî Îsmaîl         

358 Ebdulla Mel Hesen       

359 Ebdulla Ehmed Ears             

360           Ebdulkerîm Îbrahîm Pîro        

361 Elî Cangîr Cadir         

362 Xezalî Mîrxan             

363 Xezalî Îbrahîm Axa       

364 Faris Mistefa Ebdullah               

365 Faris Ne'man Îbrahîm              

366 Firiya Meloyê Çawşîn           

367 Fetah Umer Cemîl        

368 Fetah Ehmedxan Hemed (Fetah Beg Ehmed Xan)    

369 Ferzî Melko Barzanî              

370 Fez Hedoyê Kurt            

371 Feqî Hesen Mîro          

372 Feqê Mihemed Huseyn       

373 Feyzî Osman Hemîre             

374 Qadir Derwêş        

375 Qadir Ebdullah        

376 Qadir Mihemed Umer Mihemed               

377 Qadir Ehmed Qadir Şemdin Ebdullah

378 Qadir Îbrahîm Şahîn        

379 Qasim Se'dî Ebdî        

380 Qasim Selîm Yasîn            

381 Qeb Xalid Zubêr             

382 Kazim Mistefa Umer          

383 Kak Elî Fetah             

384 Kamil Zelmat         

385 Kerîm Melko Ebdullah                

386 Kejo Ebdullah Mela         

387 Kekşar Ehmed             

388 Keko Huseyn        

389 Goran Îsa Goran         

390 Lawko Mamend Mesîh        

391 Malxo Mîralî Selîm         

392 Malxo Mihemed       

393 Mam Mîrza Elendî (Mam Mîrza)   

394 Mames Reşîd Hes (Mames Reş)

395 Mamend Mesîh      

396 Mihemedemîn Ebdullah            

397 Mihemedemîn Krêt       

398 Mihemed Bekir Babekir        

399 Mihemed Teha         

400 Mihemed Cilindî Cebraîl             

401 Mihemed Cemîl Elî       

402 Mihemed Çawşîn Şêxo              

403 Mihemed Çîço Pêndroyî            

404 Mihemed Halî        

405 Mihemed Hesen Xidir       

406 Mihemed Hesen (Mela Mihemed Hesen)

407 Mihemed Hemo Osman             

408 Mihemed Xal Mela           

409 Mihemed Reşîd Şemdin (Mihemed Axa Reş)  

410 Mihemed Reşîd Mihemed (Mihemed Reş)

411 Mihemed Sidîq Barzanî              

412 Mihemed Siwar       

413 Mihemed Şerîf                     

414 Mihemed Şikir       

415 Mihemed Şêro Miho Elî Şêro    

416 Mihemed Elî Şêx Mihemed          

417 Mihemed Ebdullah             

418 Mihemed Ebdullah Hesen            

419 Mihemed Ezîz Ears              

420 Mihemed Ezîz Mihemed            

421 Mihemed Elî Al           

422 Mihemed Osman            

423 Mihemed Îsa Mihemed               

424 Mihemed Feq Yezdîn        

425 Mihemed Mam Reş           

426 Mihemed Mistefa Hesen             

427 Mihemed Mehmud             

428 Mela Mihemed Mihemed

429 Mihemed Necîb Mihemed            

430 Mihemed Hadî Tuynar       

431 Mihemed Yasîn       

432 Mihemed Axa Babekir         

433 Mihemed Axa Reş          

434 Mihemed Axa Ebdullah Hisên               

435 Mihemed Axa Mêrgesorî          

436 Mihemed Ehmed             

437 Mihemed Emîn Tahir Mehmûd             

438 Mihemed Emîn Hesen Ebdullah            

439 Mihemed Emîn Seîd Osman             

440 Mihemed Emîn Şemsedîn Xalid              

441 Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî           

442 Mihemed Emîn Feqê Wesman       

443 Mihemed Emîn Mîrxan              

444 Mihemed Emîn Mîkaîl Salih        

445 Meho Hesen Hemo Hesen Şeker

446 Muhyedîn Babazade            

447 Murad Mîkaîl Hecî         

448 Murad Axa Şêxo Ehmed             

449 Mistefa Caderars         

450 Mistefa Cangîr               

451 Mistefa Derwêş Şêx Nêrgiz (Mistefa Nêrgiz)

452 Mistefa Reşîd Sofî (Mistefa Reşo)

453 Mistefa Salih         

454 Mistefa Seîd Çîço        

455 Mistefa Şerîf Mistefa              

456 Mistefa Ebdullah Hadî       

457 Mistefa Umer               

458 Mistefa Ebdullah Feq Nebî          

459 Mistefa Guhar       

460 Mistefa Mihemed Babekir (Hecî Mehk)

461 Mistefa Mihemed Teha        

462 Mistefa Melasihnî Hekîm             

463 Mistefa Eyûb Çîço        

464 Mifredî Xano         

465 Melhem Îbrahîm Xan           

466 Mecîd Hecî Teha           

467 Mecîd Mîkaîl Bijiyanî       

468 Mecîd Avdel Nebî          

469 Mehmûd Şivan Axa (Memo Şivan Axa)     

470 Mehmûd Ebdulrehman             

471 Mehmûd Ecem (Seyîd-Mehmûd Ecem)     

472 Mehmûd Feq Ehmed        

473 Mehmûd Wesman             

474 Mercan Mihemed Kelêtî            

475 Mesîh Ebdullah              

476 Mel Sofî Hem              

477 Mel Mihemedemîn Umer          

478 Mela Salih Elî Silêman             

479 Mela Silêman Mûsa           

480 Mela Elî Mela Ebdulrehman            

481 Mela Goj Xidir               

482 Mela Mîrxan Badîn          

483 Mela Yûnis Mistefa Umer           

484 Mela Reş Ehmed            

485 Melasihnî Qurtas            

486 Melak Ebdullah Silêman              

487 Melko Zêro         

488 Melko Ebas Mihemedemîn       

489 Melo Pîro Ehmed           

490 Melo Çawşîn Hecî Melo 

491 Melo Hesen Melo           

492 Meloy Qurtas Seîd        

493 Muradaxa Şêxo             

494 Musa Beg Oxiz Beg               

495 Musa Naxweş Mihemed             

496 Mîran Mîrxan               

497 Mîrhac Ehmed             

498 Mîrxan Memend Taceldîn             

499 Mîrxan Nebî Wesman               

500 Mîrza Ebdulla Mîrxan             

501 Mîrzaaxa Reşo             

502 Mîro Çîço Çawşîn (Mîro Coç)  

503 Mîro Heyder        

504 Mîro Mihemed Îsmaîl            

505 Mîro Mehmud Şerwînî            

506 Mîro Mîralî Selîm          

507 Mîkaîl Mihemed Cebraîl           

508 Mela Ehmed Mela (Mela Reş)   

509 Naxweş Huseyn            

510 Naxweş Hedo Qurtas             

511 Nebî Hesen Ebdulla (Nebî Serasin)      

512 Nebî Yasîn (Mela Nebî)   

513 Neman Ebdulrehman             

514 Hemîre Qasim         

515 Wesman Şêxo Ehmed               

516 Weysî Elî Hedo          

517 Yasîn Hesen Taceldîn              

518 Yasîn Reşîd Faris (Yasîn Reş) 

519 Yasîn Mîkaîl Umer       

520 Ezîz Teha Spîndarî   

521 Reşîd Ezîz Ergoşî