Jînenîgarî

Pîrmûs Umer, sala 1916 li gundê Herûrî ser bi nahiya Kanî Masê li qezaya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, piştî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê ji ber temenê xwe yê mezin, nekarîbû biçe zanîngehê û di kar de berdewam bûye, her li Yekîtiya Sovyetê du caran jiyana hevjînî pêk aniye, cara yekem li gel Xedîce û xwediyê keçekê bûne bi navê Xalîda, sala 1959 dema ku ew vegeriya Kurdistanê, Xedîce li gel wî nehat û cara duyem jiyana hevjînî li gel Sidqiye Nîşan Mihemed ku xelka Komara Azerbaycanê bû pêk aniye û xwediyê du keç û kurekî bûne bi navê Remezan Pîrmûs di sala 1955 de ji dayik bûye. Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye veguhestin bo Kanî Masê, sala 1977 hatiye veguhestin bo komelgeha Telkeber û paşê li Teşîş bo dema pênc salan niştecih dibe û paşê mala xwe veguhestiye bo Çem Sedîda, di dema êrîşa hikûmeta Îraqê bo ser gundan mala xwe biriye nav şikefteke li berî Nizarî û dema du salan di nav şikeftê de jiyane, di 23ê Adara 1997 li Zaxo koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û beşdarî şerên Bilê, Rêzan û Barzan kiriye, di 6ê Çiriya Paşîn a 1943 beşdarî girtina binkeya polîsên Gorêtû kiriye, di 19ê Tebaxa 1945 bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqî dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 5ê Îlona 1945 beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morikî kiriye, di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945 û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê Adara 1946 di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.

Piştî nesko ya Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê Nîsana 1947 bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgir) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 6ê Gulan a 1947 li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamî û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê Gulan a 1947 hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayineke zêde, di 18ê Hezîran a 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîran a 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947 hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî، biryar tê dayîn kampa serbazî ya wan di 29ê Tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di Adara 1949 li gel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di Çiriya Paşîn a 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê Tîrmeh a 1958 li Îraqê û vegera General Mistefa Barzanî di 25ê Sibat a 1959 û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên wî ber lêborîna giştî ketine.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsana 1959 li gel hevalan bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê û li Hewlêrê niştecih bûye û piştî çend mehan çûye Amêdiyê û paşê bo Herûr û Siyaretûka.

 Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, sala 1988 di dema destpêkirina operasyona Enfalê ji aliyê hikûmeta Îraqî bo navçeya Badînan wek penaber rû dike Komara Tirkiyeyê û li Arûş niştecih bûye û paşê li komelgeha Mûş û Mardîn a Bakurê Kurdistanê niştecih tê kirin, sala 1992 vedigere Başûrê Kurdistanê, di 16ê Tebaxa 1996 di çarçoveya ahengên Yûbîla Zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, hevaltiya Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê ji aliyê Serok  Mesûd Barzanî  Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  3. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plankirinê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbatan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z.
  4. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  5. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
  6. Rêkar Mizûrî, Jinen Ros û raguhastin û Enfal û komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
  7. Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  8. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
  9. Qaid Mîro Mîrozî, Şerê Guretuwiyê li 6ê çiriya paşîn a 1943an da, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 43, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, 31ê tîrmeha 2001.
  10. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  11. Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15ê nîsana 1959.
  12. Di çarçoveya ahengên yûbîlê zêrîn da, Serok Mesûd Barzanî mîdalyaya Barzanî dide têkoşeran û dayikên şehîdan, Kovara Gulan, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 84, Hewlêr, 1ê îlona 1996z.
  13. Di bîranîna fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  14. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  15. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  16. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).