Ebdulrehman Teha Ehmed nasraw bi (Erîf Ebdulrehman), sala 1920an li gundê Ajge yê ser bi nahiyeya Selahedîn li qezaya Şeqlaweyê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bûye û hevjîna wî bi navê Hebîbe Sadiq, xwediyê kurekî bûne bi navê Salih Ebdulrehman, sala 1947an şehîd bûne.
XebatnameEbdulrehman Teha serbaz bûye li artêşa padîşahî ya Îraqê. Jenerel Mistefa Barzanî di 6ê Gulana 1947an de li gundê Ergoş civînek bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin. Di 22ê Gulana 1947an de hevaltiya Jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di rêya çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê de şehîd bûne.
Çavkanî:1- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), l 27.
2- Ebdulla Xefûr, Ferhenga Cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr - Belawkrawên Akademîya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), l 15.
3- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Cajokî, 62 roj ligel Barzanî de çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z), l 125.
4- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
5- Abas Xezalî Mîrxan, Dastana derbaskirina Arasê bawerî û dadperwerî pîlanên dijminan hûr û xaş kir, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3714, Hewlêr, duşem 17ê Hezîrana 2002z, l 3





