Xano Cuc Xan, sala 1927 li gundê Jajokê ser bi nahiya Goretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî nesko ya Şoreşa Yekem a Barzan ku Şêx Ehmedê Barzanî û hejmareke zêde ya malbatên Barzaniyan penah birin ber bakurê Kurdistanê, ew jî di 21ê hezîrana 1932ê de ligel malbata xwe awareyê Komara Tirkiyeyê bûye, lê piştî ku di sala 1933ê de desthilatdarên tirk Şêx Ehmedê Barzanî radestî hikûmeta Îraqê dikin, malbata wan jî wek temamiya wan malbatan ku ligel Şêx Ehmed awareyê bakurê Kurdistanê bûbûn, tên başûrê Kurdistanê. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya bakaloryosê di beşa çandiniyê ya zanîngeha Taşkentê wergirtiye, her li wir sala 1955 jiyana hevseriyê ligel Alfya Îsmaîlovna Zalafya pêk aniye. Piştî vegera xwe bo Kurdistanê sala 1959 wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, zimanê kurdî, tirkî, erebî û rûsî zaniye, di 25ê hezîrana 2019ê de li yek ji nexweşxaneyên welatê Tirkiyeyê koça dawî kiriye, di 26ê hezîrana 2019ê de li goristana Jajokê hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 12ê çiriya pêşîn a heman salê de beşdarî girtina bingeha polîsên Xêrezokê bûye. Di 19ê tebaxa 1945ê de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin, di 5ê îlona 1945ê de beşdarî girtina bingeha polîsên Meydan Morikê bûye, di 11ê çiriya pêşîn û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan ligel malbata xwe rû kiriye rojhilatê Kurdistanê.
Di 31ê adara 1946ê de di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, piştî nesko ya Komara Dêmokrat a Kurdistanê di 3ê adara 1947ê de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adarê de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye. Di wan Pêşmergeyan de bûye ku di 19ê nîsana 1947ê de bi rêya (Xwakurk û deşta Bezarê) bi xaka Kurdistanê ya bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947ê de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir temamiya hevalên xwe biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947ê de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên xwe, Barzanî biryar dide kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkent a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949ê de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewarezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959ê de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarê ya hejmar 19 di sala 1959ê de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958ê de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959ê de ligel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, sala 1963ê li şerên navçeya Mizûriyan beşdar bûye, piştî rêkeftina 11ê adara 1970yê dibe pasewanê sînor li navçeya Mêrgesor, sala 1975ê piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê her li navçeya Mêrgesor maye, sala 1988ê di dema kîmyabarana navçeya Badînan rû dike çiyayê Bradost û piştî derbasbûna mehekê dema hikûmeta Îraqê lêborîna giştî ragihand, vegeriyaye gundê Jajokê, sala 1991ê ji aliyê hikûmeta Îraqê bo komelgeha Şaxolan hatiye raguhastin û li wir niştecî bûye û piştî raperîna bihara 1991ê vegeriyaye gundê xwe, di şerê Meznê de beşdar bûye û di vî şerî de birîndar bûye, di 16ê kanûna pêşîn a 2010ê li kongreya sêzdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xebat û berxwedana xwe di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrat a Kurdistanê, rêrew ber bi Yekîtiya Sovyetê û Şoreşa Eylûlê ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî Nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hamîd Gewherî, Mîdalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Ce'fer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
- Rêkar Mizûrî, Jinen Ros û raguhastin û Enfal û komkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
- Sefer Yûsif Mîrxan Jajokî, Hevalê Barzanî yê nemir bo Yekîtiya Sovyeta berê Xano Cuc Jajokî koça dawî kir, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, rojnameya Xebat, hejmara 5776, Hewlêr, 26ê Hezîrana 2019z.
- Sefer Yûsif Mîrxan, Binyatnerên îroyê Kurdistanê, (Hewlêr - Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Giştî - 2010z).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, berga duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Ebdulla Xefûr, Ferhenga cografî ya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkirinên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Govara Hetaw, hejmara 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15ê Nîsana 1959.
- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Şoreşa 14ê Temûza 1958 li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z)..





