Ezîz Mihemed Qadir, sala 1916an li gundê Xelan ser bi nahiya Meznê ya qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, sala 1981ê li welatê Îranê koça dawî kiriye.
XebatnameDi 22ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de bi tevahiya hevalên xwe re li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê ji bo heyama çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayûlax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkewta 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebûye, dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de bi hevalên xwe re bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve ji bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide ji bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de bi hevalên xwe re bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê peywendî bi hêza pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiribûye û beşdarî şerên wê kiriye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, sala 1976an peywendî bi hêza pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiribûye û beşdarî çalakî û şerên wê kiriye.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkiriyên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd lil-Neşr- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd 1931-1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





