Ehmed Elî Mehmûd sala 1927 li gundê Ergoş ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di dîroka 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye, sala 1950 li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê ligel xanim Zar Cemalî Mewlûd pêk aniye û xwediyê sê keçan bûye bi navên Gulnaz Ehmed (1952), Gulbehar Ehmed (1953), Gulebax Ehmed (1956). Sala 1957 li Yekîtiya Sovyetê beşa çandiniyê li peymangeha Taşkentê temam kiriye. Sala 1959 wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin. Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû dike Şahnişîna Îranê lê neçar bûye vegere Başûrê Kurdistanê ji ber ku hevjîn û zarokên wî ji aliyê rejîma Îraqê ve hatine girtin û ji bo cara duyem wek fermanber vedigere ser pîşeya xwe, şarezayî di zimanên kurdî, tirkî û rûsî de hebûye, di dîroka 24ê gulana 2012an de li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana Zulfeqar li Herîrê hatiye veşartin.
Xebatname
Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqî dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan rû dike Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokratîk a Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye û rahênana serbazî pê hatiye kirin û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokratîk a Kurdistanê beşdar bûye, di şerên berevaniya Komara Dêmokratîk a Kurdistanê de birîndar bûye.
Herwiha di wan pêşmergeyan de bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakûrk û deşta Berazgirê bi axa Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegerîna wan, Ceneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, Di 22ê gulana 1947an de hevaltiya Ceneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û berpirsê deste bûye di şeran de, piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan rahênana serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di rahênana serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma Ehmed Elî Mehmûd di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ehmed Elî Mehmûd
Di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, sala 1961 berpirsê dabeşkirina azûqe û xwaremeniyê bûye li ser bereyên şer, sala 1970 ser li nû vedigere ser pîşeya berê ya xwe li fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê, sala 1993 xanenişîn hatiye kirin, di dîroka 16ê kanûna pêşîn a 2010an de li kongreya sêzdehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Mehabadê, rêrêwa ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî Nemir pê hatiye bexşîn.
Serçave:1- Hamid Gewherî, Madalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).
3- Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn- Darulhikme- 2016m).
4- Sefer Yûsif Mîrxan, Hemû awata Barzanî Nemir rizgarikirina miletê wî bû, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3724, Hewlêr, 14 adara 2011z, l 11.
5- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
6- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrînî pêşmerge, (Pîrmam- Çapxane Xebat- 1996z).
7- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Duhok- Çapxana Parêzgeha Duhokê- 2013z).
8- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Duhok- Çapxana Parêzgeha Duhokê- 2013z).
9- Emer Farûqî, Serdar Dana Jîyanî û Mubarizatê Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
10- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).
11- Ebdullah Xefûr, Ferhengî Cografîyay Hewlêr, (Hewlêr- Belawkrawên Akademîya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
12- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên li Mehabadê ve bo Sovyet, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
13- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 Nîsana 1959, l l 2, 4.
14- Li yaddaşta fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyet, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).
15- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda- Darulreşîd lilneşr- 1979m).
16- Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jîyana keltûrî û komelayetî ya deverî Muzûrî Bala, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2020z).
17- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarîxwazî ya Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
18- Necef Qulî Pesîyan, Ji Mehabada xwînawî ve heta lîwarekên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
19- Arşîva Desteya Ensîklopîdîya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





