Jîyanname

Sala 1922an li gundê Ergoş ser bi nahîyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtîya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Rend Elî Ehmed bûye û keçek wan hebûye bi navê Şems Reşîd ku sala 1947an ji dayik bûye, li Yekîtîya Sovyetê xwendîye û derçûyê qonaxa navendî bûye, her li Yekîtîya Sovyetê jîyana hevjînîyê li gel Şerîfa Osman pêk hênaye û xwedîyê du kuran bûne bi navên Nebî û Murad. Reşîd Nebî şarezayîya wî di zimanên Kurdî, Farsî, Tirkî, Erebî û Rûsî de hebûye, di 23yê çiriya paşîn a 1996an de li komelgeha Şaxolênê koça dawî kirîye û her li wir jî hatîye veşartin.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kirîye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatîye girtin.

Ceneral Mistefa Barzanî Di 6ê gulan a 1947an de li gundê Ergoş civînekê li gel hevalên xwe dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahîya hevalên wî biryara berdewamîdan û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 23yê gulan a 1947an de hevalbendîya ceneral Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyetê û di şerê Gelîyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kirîye û piştî zehmetî û westîyane, di 18ê hezîran a 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê hezîran a 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgehekê ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji alîyê komek serbazan ve pasewanîya wan dihat kirin û ji alîyê xwarin û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatîye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji alîyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarîya wan hebû, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zevîyên kolxozan (ew zevîyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji alîyê Ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawîyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeserîyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawîyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeh a 1958an li Îraqê û vegerîna Ceneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibat a 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsan a 1959an de li gel hevalên xwe bi keştîya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegerîyaye Kurdistanê. Piştî hilgirsana Şoreşa Eylûlê di sala 1963an de beşdarîya şoreşê kirîye û serpel bûye û beşdarîya şerên wê kirîye.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopîdîya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya sîyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
  6. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duyem, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  7. Umer Farûqî, Serdarê Dana Jîyan û Têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  8. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z), r 118.
  9. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeh a 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m), r 288.
  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  11. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).