Salih Ehmed Ebdullah, li gundê Badê ji dayik bûye.
XebatnameDi 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî têkçûna şoreşa duyem a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li Komarê kiriye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Nexedê û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Bakurê Kurdistanê vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, general Mistefa Barzanî di 15ê nîsana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê ve, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyaneeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayin kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve were veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma Salih Ehmed Ebdullah di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera general Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêbûrdana giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê piştî hilgirsana Şoreşa mezin a Eylûlê, Salih Ehmed Ebdullah çekê şoreşê dikeve milê xwe û di xebatê de berdewam dibe.
Çavkanî:- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
2- Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarî sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
3- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrrînî Pêşmerge, çapa yekem, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996).
4- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le nêwan 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001).
5- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
6- Govarî Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959an.
7- Le bîrdarî fermandey şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Çapxaneya Rewşenbîrî - Hewlêr - 1997z).
8- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Pûre 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lîn-Neşr - 1979m).
9- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dohok - Çapxaneya Xebat - 1998).
10- Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - 1996).
11- Arşîvî desteya Ensîklopîdyay Partî Demokratî Kurdistan.





