Jînenîgarî

Heso Salih, sala 1900 li gundê Sîdan ser bi nahiya Barzan li qeza Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û malbata wî navê Hacir Ebdullah Temer bûye, kurek wan bi navê Mihemed ji dayikbûyê sala 1947 hebûye, sala 1993 li gundê Sîdan koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947 û piştî civîna berfireh a gundê Drê û biryara çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê ligel hêzê diçe, di 18ê hezîrana 1947 li çemê Aras ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îran ligel Yekîtiya Sovyetê derbas bûye, di 19ê hezîrana 1947 ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî pê hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov ligel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949 ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Mistefa Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxê hevalên Mistefa Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961 beşdariya Şoreşa Eylûlêyê kiriye, sala 1977 beşdariya Şoreşa Gulanêyê kiriye û serleq bûye, sala 1988 wek penaber rû dike Komara Îslamî ya Îranê û sala 1991 vegeriyaye Kurdistanê.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  4. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  5. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959.
  6. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Mistefa Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).
  7. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  8. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî ve heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).