Jînenîgarî

Têlo Baqî Mihemed sala 1906an li gundê Zoregvên ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, beriya çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û malbata wî bi navê Pîroz Mahir Mihemed Reşîd xwediyê du kuran bûn bi navên Hemîd Têlo (1928), Zubêr Têlo (1964-1983), di sala 1983an de û di dema Enfalên Barzaniyan de wenda dibe.

Xebatname

Têlo Baqî Mihemed di 23ê gulana 1947an de û piştî civîna berfireh a gundê Drê û biryara çûna bo Yekîtiya Sovyetê ligel hêzê diçe, di şerên Rêrewê de du caran birîndar bûye, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdora wê hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatin veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jeneral Barzanî bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destpêbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Jeneral  Mistefa Barzanîdi 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Beşdariya Şoreşa Eylûlê kiribû û serqûle bû, di dîroka 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalên Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê li komelgeha Quştepe ligel du kur û neviyekî bi navên Hemîd Têlo (1927-1983), Zubêr Têlo (1964-1983) û Ebdullezîz Hemîd (1955-1983) wenda dibin.

Çavkanî:
    1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

    2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
    3. Rêkarê Mizûrî, Jinen Rôs û Ragwastin û Enfal û Komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
    4. Rêkarê Mizûrî, Serborên Trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
    5. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
    6. Umer Hemze Salih, Jînosaîd û tawankarên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975-1991 li zimanê şayîdhal û belgeyên din, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
    7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
    8. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd Lîl-Neşr - 1979m).
    9. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).