Jînenîgarî

Mîro Çîço Çawşîn di sala 1922an de li gundê Bêdarôn nahiyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî hilgirsa Şoreşa Yekem a Barzan li başûrê Kurdistanê di sala (1931- 1932) de di temenê deh saliyê de li gel malbata xwe awareyê welatê Tirkiyeyê bûye. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye. Sala 2019an koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1943an û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), peywendî bi refên leşkerê şoreşgêr ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1945an û piştî neskoya şoreşê, hevsanê cangorî û malbatên Barzaniyan awareyê rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê serê sala 1946an, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha kanûna yekem a sala 1946an, hevsanê leşkerê şoreşgêrê Barzan bi fermandeyiya jenerêl Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardaẍa sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê vegeriyaye başûrê Kurdistanê û di refên leşker de li navçeya hoza Mizûrî cî girtiye.

Di dîroka 6ê gulana sala 1947an û piştî biryara dîrokî ya jenerêl Mistefa Barzanî di civîna Ergûşê de, bi xwe radest nekirina wan bi hikûmeta Îraqê û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê, hevsanê leşkerê şoreşgêrê Barzan bi zêdetir ji pêncsed cangoriyan û bi serkirdatiya jenerêl Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê. Di dema 28 roj rêkirina berdewam bi nav zehmetî û sirûşta rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îranê û piştî serketina wan di şerê binavûdengê deşta Şût û derbaskirina wan di pirda Qizildaẍa Makoyê, serencam di dîroka 18ê hezîranê hevsanê cangoriyên Barzaniyan di rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.

Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê Sovyetan ve li gel temamiya cangoriyên Barzaniyan wek dîlê şer hatine veguhastin bo bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê. Piştî ku Moskowê biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina jenerêl Mistefa Barzanî û Ce'fer Baqirovê serok komarê Azerbaycanê, li gel temamiya cangoriyên Barzaniyan hatine veguhastin bo serbazgehekî ser deryaya Xezer li nêzî Bakûyê paytexta Azerbaycanê û ji aliyê efserên Azerbaycaniyan ve hatine xistin ber meşqa çir a serbazî û her li wir dersa fêrbûna nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî jî ji aliyê efserên Kurd ve ji wan re hatine gotin.

Piştî têkçûna peywendiyên navbera jenerêl Mistefa Barzanî û Ce'fer Baqirov û derketina niyaz xerabî û dudiliya Baqirov hember Barzaniyan, li gel temamiya cangoriyên Barzaniyan di dîroka 29ê tebaxa 1948an ji Komara Azerbaycanê ve hatine veguhastin bo komelgeha Çirçûk a Komara Ozbekistanê û li wir jî ji bo cara duyem bi şêweyê demkî hatine xistin ber meşqa serbazî.

Di meha adara sala 1949an piştî plangeriyên Baqirov û Bêryayê alîkarê Stalîn, cangoriyên Barzaniyan ji hev hatin cudakirin û bi şemendifer kom kom bi ser gund û kîlgehên kelxoz û hereweziyên Komara Ozbekistanê de hatin belavkirin û ji bo peydakirina bîjêwiya jiyana xwe hevsanê dîlên Almaniyan hatin xistin ber suxre û karê zehmetê rojane.

Piştî hewlekî zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Mistefa Barzanî ve bo koşkê Krîmlîn û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, serencam nameyekî Barzanî gihîştin destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar di çêkirina lijneyekê hat dayîn ji bo lêkolînkirina barûdoxê Barzaniyan û serencam ji bo carekî din û sala 1951an temamiya Barzaniyan ji hev hatin komkirin û li bajarê Vrêvskî ser deryaya Reş li başûrê Rûsyaya îro hatin niştecîkirin.

Piştî 11 sal man li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958an rêjîma şahayetî li Îraqê rûxa û sîstema birêvebirina welat bo komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin û desthilata Îraqiyan girtin dest, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegera Barzaniyan ji Yekîtiya Sovyetê hat vekirin û di dîroka 16ê nîsana 1959an li gel temamiya cangoriyên Barzaniyan bi siwarê keştiya Grûziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyaye başûrê Kurdistanê.

Sala 1961an û piştî têkçûna peywendiyên navbera Barzanî û Ebdulkerîm Qasim û lêbûna hikûmetê ji wan sozên ku dabûn Kurdan, şoreşa neteweya Kurd hilgirsaye û Mîro Çîço Çawşîn peywendî bi refên Hêzên Pêşmerge ve kiriye û beşdarî şerên bûye. Piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û di sala 1998an vegeriyaye Kurdistanê.

Çavkanî:

1-Kovara Dengê Pêşmerge, hejmar 43, 31ê tîrmeha 2001an, dîmane Miqdad Şaswarî li gel Pêşmergeyê dêrîn  Mîro Çîço Çawşîn, r. 23-24.

2-Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - çapxaneya Xebat - 1996an), r. 16, 35.

3-Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.