Jîyanname

Hedo Ehmed Had, sala 1918an li gundê Serderya ser bi nahîyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, her sê zimanên kurdî, farisî û rûsî zanîye, di 20ê gulana 2006an de koça dawî kirîye.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kirîye û di şeran de beşdar bûye, bi vê helkeftê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hat girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kirîye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegerîna Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegerîyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegerîna wan, Ceneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahîya hevalên xwe biryara berdewamîdan û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevalbendîya Ceneral Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kirîye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji alîyê komek serbazan ve pasewanîya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatîye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatîye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji alîyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarîya wan hebû, dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatîye gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyetê hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zevîyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji alîyê Ceneral Barzanîyebo Stalîn, dawîyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeserîyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawîyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewra navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegerîna Ceneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew bi xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketin.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegerîyaye Kurdistanê. 

 Sala 1962an beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kirîye û di şeran de beşdar bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû dike Şahnişîna Îranê, beşdarî Şoreşa Gulanêyê kirîye û di şerên wê şoreşê de beşdar bûye, sala 1992an vegerîyaye Kurdistanê, beşdarî raperîna Başûrê Kurdistanê kirîye.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya sîyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  6. Ebdulla Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêrê, (Hewlêr - Belavkirawên Akademîya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  8. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959an.
  9. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  10. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zebîdî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  11. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).