Sala 1920 li gundê Vajî ser bi nahîyeya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di dîroka 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkîyeyê bûye, li Yekîtîya Sovyetê xwendîye û bawernameya peymangehê di beşê rûpêvîyê de wergirtîye. Piştî vegerîna xwe ji Yekîtîya Sovyetê, Salih Ehmed sala 1959an wekî fermanber li Fermangeha Çandinîyê ya Hewlêrê hatîye damezrandin, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê li zêdê xwe nîştecî bûye, sala 1976an ji bo cara duyemîn wekî fermanber li Fermangeha Çandinîyê ya Hewlêrê hatîye damezrandin û paşê hatîye veguhestin bo fermangehên Herîr û Rewandizê, sala 1977an ji alîyê hikûmeta Îraqê ve hatîye dûrxistin bo komelgeha Herîrê, her du zimanên Kurdî û Rûsî zanîye.
XebatnameSala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kirîye û di 12ê çirîya pêşîn de di şerê Xêrezokê de beşdarî kirîye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatîye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdarîya girtina binkeya polîsên Meydan Morikê kirîye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegerîna Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarîya şerê Neqede û şerê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê kirîye, herwesa ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegerîyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî.
Piştî vegerîna wan, jenerel Mistefa Barzanî di 15ê gulanê ya 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahîya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de yawerîya jenerel Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyetê û di şerê Gelîyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kirîye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbaz bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi telên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji alîyê komek serbazan ve pasewanîya wan hatîye kirin û ji rûyê xurek û poşak û hatûçûyê wekî dîlên şer muamele ligel wan hatîye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji alîyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarîya wan hebû, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgehên kolxozan (ew zevîyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji alîyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawîyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeserîyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawîyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewra navbirî di meha çirîya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegerîna jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegerîyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê beşdarîya Şoreşa Eylûlê kirîye û di şeran de beşdar bûye, di dîroka 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalên Barzanîyan de ji alîyê hikûmeta Îraqê li komelgeha Herîrê şûnbizr kirîye.
Serçave:-
Rêkarî Mizoûrî, Jênên Ros û ragwastin û Enfal û komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
-
Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarîyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Şewket Şêx Yezdîn, Yobîlî zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dohok - Çapxana Parêzgeha Dohokê - 2013z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dohok - Çapxana Parêzgeha Dohokê - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdar Dana zindegî û mobarezat-ê merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le nêwan 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
-
Ebdulla Xefûr, Ferhengî cografyay Hewlêr, (Hewlêr - Belawkrawekanî Akademîya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
-
Umer Hemze Salih, Jînosayd û tawanekanî rijêmî Be's dijî Barzanîyekan 1975 - 1991 le zimanî şayithal û belgenamekanewe, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajo, 62 roj li gel Barzanî, çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
-
لیث عبدالمحسن جواد الزبیدي, ثورة 14 تموز 1958 في العراق, (بغداد - دارالرشید للنشر - 1979م).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Necef Qulî Pesyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





