Ehmed Hesen Leşkerî, di sala 1920an de li gundê Bêstirê ser bi nahiyeya Gorto ya qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Jiyana hevjînî pêk aniye û kurek û du keçên wî hene. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê, wek penaber berê xwe dide welatê Îranê û sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Sala 2004an li gundê Bêstirê koça dawî kiriye.
XebatnameDi 23ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qoturê û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û ماندووبوونeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xwarin û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhastin û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana general Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1963an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide welatê Îranê. Sala 1979an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û serpel bûye. Sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Sala 2004an li gundê Bêstirê koça dawî kiriye.
Çavkanî:- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
- A.D.A, pelgeya hejmar AI-10, lîsteya hevalên Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, belgename ji aliyê Segvan Halo ve hatiye pêşkêşkirin, 2016z.
- A.D.A, pelgeya hejmar CH-40, deqa hevpeyvînê li gel Reşîd Ehmed Elî Cem ji aliyê Sîrwan Mehmûd, Soran, 5 nîsana 2016z.
- A.D.A, pelgeya hejmar HB-14, Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Baregayê Barzanî, Lijneya Bilind a Navçeya Barzan, forma Ehmed Hesen Leşkerî, Pîrmam, 1ê çiriya paşîn a 2018z.





