Hacî Alî Cebraîl, sala 1927an li gundê Dôrê yê ser bi nahiyeya Gôrêtû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Du caran zewiciye, cara yekem bi Weriye Ebdulla Nezîr re ku sê kur û du keçên wan bi navên Hesen, Huseyn, Yasîn, Gulîzar, Gulnar hebûne û cara duyem bi Esma Îbrahîm Yûsif re ku du kur û sê keçên wan bi navên Şukrî, Şakir, Gelawêj, Şahcîhan, Nefiye hebûne. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û di 15ê sibata 1954an de li Zanîngeha Taşkentê hatiye wergirtin. Di 29ê adara 1959an de bawernameya dîplomê wergirtiye. Sala 1981ê li Komara Îslamî ya Îranê koça dawî kiriye.
XebatnameDi 23ê gulana 1947an de hevalbendê general Mistefa Barzanî bûye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerên rêrew ber bi Yekîtiya Sovyetê de beşdarî kiriye. Di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera general Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya, bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê, vegeriyaye Kurdistanê.
Beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye û sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû dike welatê Îranê. Sala 1981ê li Komara Îslamî ya Îranê koça dawî kiriye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Nass qarar lejnet el-efw el-am berd el-îtîbar ela şuhada sewret Barzan, Meclet Rizgarî, el-eded 3,2, el-metbe'et el-rabite, Bexdad, 1 Nîsan 1959.
- Arşîva Desteya Ensîklopediya, formê Hacî Elî Cebraîl Ebdulrehman, di dîroka 1ê çiriya paşîn a 2018an - Pîrmam.





