Jînenîgarî

Salih Tahir Xezîran sala 1927 li gundê Sîlkê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de awareyê Komara Tirkiyeyê bûye. Tahir Xezîranê bavê wî di 22ê sibata 1936an de li rûbarê Şît şehîd bûye. Salih Xezîran li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangehê di beşa daristanê de wergirtiye, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959an wek fermanber li fermangeha daristanê ya Rewandizê hatiye damezrandin, her sê zimanên Kurdî, Erebî û Rûsî zanîbûye.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, beşdarî girtina bingehên polîsxaneyên Ergoş û Pêndro û Welatê Jêrî bûye. Di 15ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina bingeha polîsê Bîrekepra û di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina bingeha polîsê Şanederyê bûye. Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malê veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. 

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de, piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel malbata xwe berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê bûye. Piştî nesko ya Komara Dêmokrat a Kurdistanê di 13 li ser 14ê adara 1947an de beşdarî şerê Gûcar û di 19ê adarê de beşdarî şerê Nexede û Şino û di 25ê adarê de beşdarî şerê Hevers û Helejî bûye. Herwiha beşdarî şerên Bokan û Mergewer û Tilgewerî bûye.

 Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî. Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewêzî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û cîgirê serleq bûye, beşdarî şerên Serê Pîrs, Serê Akrê û Serê Lêlkanê bûye û di vî şerî de birîndar bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê, sala 1978an vegeriyaye Kurdistanê û dûre ji aliyê hikûmeta Îraqê ve dûrxistine bo komelgeha Herîrê. Di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê li komelgeha Herîrê şûnbizr hatiye kirin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  3. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).

  4. Rêkarê Mizûrî, Jinen Rôs û ragwastin û Enfal û komelkužî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).

  5. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).

  6. Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari siyasi û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  7. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), l 25.

  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  9. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).

  10. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

  11. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).

  12. Ebdullah Xefûr, Ferhenga Cografîya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

  13. Umer Hemze Salih, Jînosayd û tawanên rejîma Beis dijî barzaniyan 1975 - 1991 di zimanê şayîdhal û belgeyên de, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).

  14. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  15. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşê, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 Nîsana 1959.

  16. Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajo, 62 roj ligel Barzanî çûna barzaniyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).

  17. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lil-Neşr - 1979m).

  18. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  19. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, bergê yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z).

  20. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).