Jînenîgarî

Teymûr Ce'fer, sala 1930 li gundê Hestekuk li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, li wir jiyana hevjînî li gel Nataşa pêk aniye, sala 1959 wek karmend li kompaniyeke veguhastinê li Bexdayê hatiye damezrandin, li ser raspardeya Mistefa Barzanî bo desthilatdarên Komara Îraqê regeznameya Îraqî pê hatiye dayîn, di 5ê çiriya paşîn a 1960ê de li ser vexwendina Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê di salvegera Şoreşa Oktobêrê de hevaltiya Mistefa Barzanî kir bo Yekîtiya Sovyetê, li wir karî xwendina xwe temam bike û bawernameya peymangehê werbigire, bo cara duyem dest bi xwendinê dike û bawernameya doktorayê di beşa çandiniyê de werdigire, sala 1968 bûye mamoste li Zanîngeha Kuban li Krasno, salek piştî wê bûye mamoste li Zanîngeha Yengî Yol li Komara Ozbekistanê.

 Sala 1970 vegeriyaye Kurdistanê û bûye karmend li Wezareta Çandiniyê, di 29ê îlona 1971ê de dema xwestin Mela Mistefa teror bikin li gel wezîrên kurd vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û piştî pêkanîna serkirdatiya şoreşê û hikûmetê, vegeriyaye ser karê xwe, sala 1974 vegeriya Hacî Omeran, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Îranê û li Neqede niştecih dibe û paşê diçe Yezd, piştre vegeriyaye Qetur bo cem xizmên xwe, ji ber ku bi regez îranî bû û ji tirsa Savakê û sûdwergirtin ji lêborîna giştî ya Sedam Huseyn, sala 1978 vegeriyaye Komara Îraqê û li Semawê niştecih dibe û li gel doktorêkî misrî mijûlî pembû çandinê dibin, li ser raspardeya Şêx Ehmed Neqşebendî vedigere Hewlêrê û dibe karmend li îdareya Hewlêrê. Sala 1991 û piştî raperînê diçe Sardaw, sala 1993 xanenişîn tê kirin.

Xebatname

Di 31ê adara 1946ê de li gel bavê xwe bûye pêşmerge di artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê de û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kiriye, bavê wî di şerê navçeya Serdeştê de şehîd bûye, di dîroka 3ê hezîrana 1947ê de li gundê Simayîl Axa hevaltiya Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê, beşdarî şerên gelê Qetur û pirra Makoyê kiriye, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949ê de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral  Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959ê de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Di 16ê tebaxa 1996ê de di çarçoveya ahengên yûbîlê zêrîn de ji ber xebat û berxwedana li Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêrewê ber bi Yekîtiya Sovyetê, ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalya Barzanî ya nemir pê hatiye bexşîn.

Serçave:

 

  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hevpeyvîna kovara Metîn, hevalçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe digêrît, beşê yekê, kovara Metîn, liqê yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 47, xûla sêyê, Dihok, çapxaneya Hawar, kanûna yekê 1995z.
  3. Hamîd Gewherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
  4. Sefer Jajokî, Hevalê Barzanî nemir doktor Teymûr Ce'fer Şikak koça dawî kir, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 5394, Hewlêr, 19 çiriya paşîn a 2017z.
  5. Sefer Yûsif Mîrxan, Di yada 68 saliya derbasbûna Barzanîyê nemir û hevalên wî li rûbarê Aras, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 4826, Hewlêr, 18 hezîrana 2015z.
  6. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  7. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - çapxaneya Xebat - 1996z).
  8. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duwê, (Dihok - çapxaneya parêzgeha Dihokê - 2013z).
  9. Umer Farûqî, Serdar Dana Zendegî û Mubarzat-e Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  10. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991ê de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  11. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  12. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zêbarî de, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  13. Mihemed Tewfîq Werdî, Çûna Barzaniyanê qehreman bo Sovyetê, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hawser - 2001z).
  14. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  15. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
  16. A.D.A., pelgeya hejmar AI-10, lîsteya hevalên Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, belge ji aliyê Segvan Halo ve hatiye pêşkêşkirin, 2016z.
  17. A.D.A., pelgeya hejmar HB-410, Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Baregeha Barzanî, Lijneya Bilind a Navçeya Barzan, forma Teymûr Mûsa Ceifer, Pîrmam, 1ê çiriya paşîn a 2018z.