Ehmed Hedo Qurtas bi navê (Mela Ehmed- Kurd) tê naskirin, di sala 1924an de li gundê Lêrebir ser bi nahiyeya Gorto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di dîroka 21ê hezîrana 1932an de koçberî Komara Tirkiyeyê bûye, sala 1959an li Yekîtiya Sovyetê bawernameya peymangehê di beşa çandiniyê de li bajarê Tembov li parêzgeha Moskowê wergirtiye, sala 1975an piştî şikestina Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe daye Şahnişîna Îranê, di dema kîmyabarankirina navçeya Badînan de Ehmed Hedo Qurtas careke din wek penaber berê xwe daye Welatê Îranê û piştre sala 1991ê vegeriyaye Kurdistanê, sala 2022an koça dawî kiriye, şarezayiya wî di zimanên Kurdî, farisî, tirkî û rûsî de hebûye.
XebatnameSala 1943an tevlî refên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye, beşdarî girtina polîsxaneyên di dîroka 2ê çiriya pêşîn a 1943an de Şanedêr, Şêrwanê Mezin, di 12ê çiriya pêşîn a 1943an de Xêrezok û di dîroka 6ê çiriya paşîn a 1943an de Gorto bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 5ê îlonê 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsê Meydan Morik bûye, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî şikestina Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerên Qerawa û Mirdêyî li navçeya Seqiz (Rojhilatê Kurdistanê) bûye, sala 1947an piştî şikestina Komara Demokratîk a Kurdistanê beşdarî şerên navçeya Qelatan û Tergewer (Rojhilatê Kurdistanê) bûye, piştî şikestina Komara Demokratîk a Kurdistanê di dîroka 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos (Rojhilatê Kurdistanê) bûye,
Herwiha ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê ve bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegeriyana wan, General Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di mayînê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Mako de beşdarî kiriye û di şerê Deşta Mako de bi gulleyê brno birîndar bûye,
Di 22ê gulana 1947an de û piştî civîna berfireh a gundê Drê û biryara çûna bo Yekîtiya Sovyetê ligel hêzê diçe, di dîroka 9ê hezîrana 1947an heta 11ê hezîrana 1947an beşdarî şerên Geliyê Qetur û Pira Mako (Rojhilatê Kurdistanê) bûye û di şerê Deşta Mako de bi gulleyê brno birîndar bûye, piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek Serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî ya li 29ê tebaxa 1948an ji Komara Azerbaycanê ve were veguhastin bo komelgeha Çerçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewareziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser Barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma Ehmed Hedo Qurtas di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ehmed Hedo Qurtas di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1963an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di salên 1962-1970an de ligel Heso Mîrxan Dolemerî li navçeya Badînan maye, beşdarî şerên Mirîba, Serê Akrê, Pîrs, Şûş û Şermna, Dînartê û Qerewanî bûye, di şerê Şermna de bi sedema saçmeya topê birîndar bûye. Sala 1984an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û serpel bûye di hêza Barzan de bi serperiştiya doktor Seîd Ehmed Nasir, beşdarî şerê Badliyan bûye û piştre ligel hêzeke taybet vegeriyaye navçeya Barzan û li gundên Berî Nizar, Alka, Îrwan, Saka û beşdarî şerên navçeya Mêrgesorê bûye, sala 1988an beşdarî dastana Xwakurkê bûye.
Di dîroka 11ê kanûna pêşîn a 2010an de, di kongreya sêzdehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulanê de, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve Medalya Barzanî jê re hat bexşîn.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, bergê yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z), r. r. 432-433.
2- Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plankirinê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara malbat û niştecihan, Hewlêr, 2009z, r. r. 134, 137-138.
3- Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û weşana Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z), r. r. 34, 51, 60, 62, 67, 80, 90, 95, 133, 139, 151, 155, 170.
4- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn– Darulhîkme- 2016m), r. 203.
5- Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyari siyasi û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z), r. 45.
6- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam- Çapxaneya Xebat- 1996z), r. 36.
7- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok- Çapxaneya Parêzgeha Duhokê- 2013z), r. r. 577, 607, 619, 856.
8- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê sêyê, (Duhok- Çapxaneya Parêzgeha Duhokê- 2013z), r. r. 974, 1005.
9- Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z), r. 39.
10- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991an de, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî 2001z), r. r. 121, 126-127.
11- Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z), r. r. 21, 35, 44, 203, 273, 328, 366, 517, 532.
12- Qaîd Mîro Mîrozî, Şerê Guretuwê di 6ê çiriya paşîn a 1943an de, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 43, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, 31ê tîrmeha 2001ê, r. 25.
13- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z), r. r. 84, 94-96.
14- Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê nîsana 1959an, r. r. 2, 4.
15- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z), r. 118.
16- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Darulreşîd lilneşr- 1979m), r. 288.
17- Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat– 1998z), r. r. 91, 95, 131, 139, 153, 184, 188, 193-197, 200-201, 205, 456.
18- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z), r. 260.
19- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





