Jîyanname

Salih Mihemed Ebdullah sala 1928 li gundê Lêrê ser bi nahîyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.

Xebatname

Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 19435) kirîye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê Tebaxa 1945ê de bi fermana dadgeha ûrfî ya leşkerî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 11ê Çirîya Pêşîn a 1945ê de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan ligel malbata xwe berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê Adara 1946ê de di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatîyê kirîye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdar bûye.

Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê Nîsana 1947ê de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Bakurê Kurdistanê de vegerîyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî. Piştî vegerîyana wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê Gulan a 1947ê de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê an çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahîya hevalên wî biryara berdewamîdan û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 22ê Gulan a 1947ê de hevalbendîya jênêral Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyetê, di 9ê Hezîran a 1947ê heta 11ê Hezîran a 1947ê beşdarî şerên gelîyê Qetur û pira Makoyê (Rojhilatê Kurdistanê) kirîye û di vî şerî de birîndar bûye û paşê şehîd bûye, li gundê Hawson (Rojhilatê Kurdistanê) hatiye veşartin.

Çavkanî:

1- Çavpêketina kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe digêrît, beşê yekê, kovara Metîn, liqê yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 47, xula sêyê, Dihok, çapxaneya Hawar, Kanûna Yekê 1995z.

2- Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûnameyê, çapa yekê, (Dezgayê çap û belavkirinê yê Aras - çapxaneya wezareta perwerdeyê - Hewlêr - 2004z).

3- Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya sîyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m.

4- Sîyamend Mehmûd Sêlkî, Karwanê serfirazîyê, çapa yekê, (çapxaneya Pak - Hewlêr - 2006z.

5- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyê, (çapxaneya Rojhilat - Hewlêr 2013z).

6- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê pêşmerge, çapa yekê, (çapxaneya Xebat - Pîrmam - 1996z).

7- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (çapxaneya parêzgeha Dihokê - Dihok - 2013z).

8- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sêyê, (çapxaneya parêzgeha Dihokê - Dihok - 2013z).

9- Ebas Xezalî Mîrxan, Dastanî perînewe le Aras bawer û dadperwerî pîlanî dujminan wirdûxaş kird, rojnameya Brayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3714, Hewlêr, duşem 17ê Hezîran a 2002z.

10- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekê, (çapxaneya wezareta rewşenbîrî - Hewlêr - 2001z).

11- Ebdullah Xefûr, Ferhengê cografyayê Hewlêr, (çapxaneya Hacî Haşim - Hewlêr - 2015z).

12- Le yaddaştî fermandey şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekê, (çapxaneya rewşenbîrî - Hewlêr - 1997z).

13- Ehmed Mihemed Çîço, Bo mêjû di bîranînên Mihemed Çîço Pêndroyî de, çapa yekê, (çapxaneya Şehab - Hewlêr - 2010z).

14- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (çapxaneya Xebat - Dihok - 1998z).

16- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Pîrmam - 1996z).

17- Hadî Qasim, Şehîdî fermande Mel Mihemed Emîn Umer Lêrî, kovara Dengê Pêşmerge, organa mekteba rêkxistinê ya pêşmerge, hejmar 154, çapxaneya rewşenbîrî, Pîrmam, Kanûna Duyê 2011z, l 83.

18- Arşîva desteya ensîklopîdîya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.