Jînenîgarî

Şahisên Elî Mihemed, sala 1921ê li gundê Bazê ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî ligel Ulfet Dursun Elî pêk aniye, du kur û sê keçên wan hebûne ku navên wan Ayşe, Tehsîn, Fatîma bûne ku li gorî rêzberê di salên 1951 û 1952 û 1954ê de ji dayik bûne û Necîbaş di sala 1956ê de û Casim jî di sala 1960î de ji dayik bûye. Malbata Şahisên ji neteweya Tatarên nîvgirava Kirimê ye. Şahisên zimanê Kurdî, Erebî û Rûsî zanîbûye, di 31ê tîrmeha 1983yê de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepeyê ligel du kurên xwe bi navên Tehsîn û Casim hatine windakirin.

Xebatname

Piştî hilgirsa Şoreşa duyem a Barzan di sala 1943yê de peywendî bi rêzên şoreşê ve kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945ê de bi fermana dadgeha urfiya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945ê de û piştî nesko ya Şoreşa duyem a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946ê de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di 3ê gulana 1946ê de beşdarî şerê Milqerenê li bereya Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Ew ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947ê de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur ve vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947ê de li gundê Ergoşê civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947ê de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qoturê û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûne dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949ê de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê û vegera General Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959ê de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û karpêkirina bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959ê de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.

Sala 1958ê Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959ê de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Bazê niştecih dibe.

 Sala 1962ê di dema hilgirsa Şoreşa Eylûlê de, mala xwe veguhastiye bo navçeya Mizûriyan û dûre vegeriyaye gundê Bazê, Sala 1964ê beşdarî Şoreşa Eylûlêyê bûye û serpel bûye û di şerên navçeya Barzan û Pîrs û Hacî Omeran de beşdarî kiriye.

 Di 18ê çiriya paşîn a 1975ê de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye raguhastin bo nahiyeya Fewareyê û Elfêrê li qezaya Efeqê li parêzgeha Dîwaniyê li başûrê Îraqê, sala 1980yê hatiye veguhastin bo komelgeha Quştepeyê, di 31ê tîrmeha 1983yê de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepeyê hatiye windakirin.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  4. Rêkarî Mizûrî, Jinen Rôs û raguhastin û Enfal û komkujî, çapa yekê, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
  5. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
  6. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Dihok - Çapxaneya parêzgeha Dihokê - 2013z).
  7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sêyê, (Dihok - Çapxaneya parêzgeha Dihokê - 2013z).
  8. Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  9. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991ê de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  10. Umer Hemze Salih, Jînosayd û tawanên rejîma Beis li dijî barzaniyan 1975-1991ê ji zimanê şahidhal û belgeyan, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
  11. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê nîsana 1959an.
  12. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  13. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaziya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).