Şemsedîn Mihemed Osman, bi navên Parêzer Şemsedîn Muftî û Emîr Qasimî hatiye nas kirin. Di sala 1953 an de Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê (kongreya yekem) bûye. Di sala 1958 an de li karmendê yekema lîjneya leqa du de kargêrê leqê bûye. Di sala 1959 an de berpirsê lîjneya leqa du bûye. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê lîjneya çavdêrî û pişkinîna bilind yê Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê (kongreya çarem) hatiye hilbijartin. Di sala 1974 an de cara duyem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Li 5 ê Eylula 2012 bi nexweşiyê li bajarê Londonê koça dawî kir.
Jiyanname
Şemsedîn Mihemed Osman, bi navên Parêzer Şemsedîn Muftî û Emîr Qasimî hatiye nas kirin. Li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, ji malbata Muftî ya Hewlêrê ye. Bapîrên wî Melazade bûne û li devera Mukriyan û li nêzîk bajarê Mehabadê ber bi Hewlêrê ve koça dawî dikin. Di sala 1957 an de kolêja Maf ya Zanîngeha Bexdayê temam kiriye. Li destpêka sala 1974 an de ji aliyê serkirdayetiya şoreşa Eylûlê ve bi emîndarê emîndariya çandiniyê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber çûye Şahnişîna Îranê.
Di sala 1976 an de Şahnişîna Îranê bi cîh hiştiye û rû li Komara Erebî ya Suriye yê kiriye. Di sala 1977 an de mafê penaberê siyasî ji aliyê Şahnişîna Brîtanya ve wergirtiye. Li rojên 23 ê heta 28 ê kanuna yekema 1992 ji aliyê Bereya Kurdistanî ve ew kirine endamê lîjneya panzdeh kesî ya nivîsîna projeya yasaya Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlemena Kurdistanê). Di sala 1992 an de endamê lîjneya sêzdeh kesî ya dadweran û yasazanan ya ji bo serpereştiya proseya hilbijartina xula yekema Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Li 5 ê Eylula 2012 bi nexweşiyê li bajarê Londonê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Li rojên 13 heta 24 ê tişrîna duyema 1952 an de beşdariyeke çalakane ya xwepêşandana xwendekarên Bexdayê yên li dijî rejîma Şahnişîna Iraqê de kiriye. Di sala 1953 an de Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê (kongreya yekem) bûye. Bi awayeke nihênî serpereştiya sazdana ahenga Newrozê ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li Hewlêrê kiriye. Di sala 1956 an de beşdariya ahenga Newrozê ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li gundê Kesnezanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kiriye. Li 3 ê kanuna duyema 1958 an de beşdariyê li hilbijartina desteya nû ya yaneya serkeftina Kurdan li bajarê Bexdayê kiriye. Li 21 ê Adara 1958 an de beşdariya ahenga Newroza Hewlêrê de kiriye. Li 27 ê temuza 1958 an bi şanda Kurdî re bi mebesta pîrozbahiya li artêşa Iraqê ya ji bo rûxandina rejîma padişahiya Iraqê serdana Wezareta Berevaniya Iraqê kiriye.
Li 7 ê Tebaxa 1958 an de wekî şanda Hewlêrê li bajarê Kerkukê pêşwaziyê li Şêx Ehmed Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam (1892 - 1969) ku bi navê Şêx Ehmedê Barzan hatiye nas kirin û hevalên wî kirine heta ber bi bajarê Hewlêrê hevaltiya wan bike. Di sala 1958 an de li xebatkarê yekemê lîjneya leqa du li serdema berpirsiyariya endazyar Elî Ebdula Emîn (1926 - 2017) an de bi kargêrê lîjneya leq hatiye destnîşan kirin. Di sala 1959 an de bi hevkariya parêzer Omer Mistefa Mihemed Emîn (1923 - 1992) ku bi navê Omer Debabe hatiye nas kirin sepereştiya proseya hilbijartina konferansa Hewlêrê bi stûyê xwe girtiye ji bo destnîşan kirina nûnerên kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê. Li meha hezîrana 1959 an de endamê lîjneya Hewlêrê ya Tevgera Aştîxwazan bûye û yek ji serpereştyarên hilbijartina desteya kargêrî ya Şaredariya Hewlêrê bûye. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê lîjneya çavdêrî û pişkinîna bilind ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê (kongreya çarem) hatiye hilbijartin. Di sala 1959 an de li xebatkarê duyem ya lîjneya leqa du bi berpirsê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Di sala 1959 an de li jêr fermandeyê Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) fermandeyê xwebexşên Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê bi stûyê xwe girt ji bo pûçkirina qaçax bûna (bergumanbûyê yasayî) Şêx Reşîd Lulan ya li devera Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê.
Li 1 ê temuza 1959 an de digel Serok Mistefa Barzanî serdana baregeha Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê li bajarê Bexdayê kiriye eve jî yek roj piştî jêbirina bala parêzer Hemze Ebdula Omer (1915 - 1998) li rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Li 19 ê şubata 1960 bi nûnerayetiya parêzerên Hewlêrê peyameke destxweşiya muhletdanê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya Zeîm Rukin Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) re dişîne. Li 21 ê şubata 1960 li gor maddeya 13 li yasaya komeleyên Iraqê de daxwazê ji parêzgerê Hewlêrê dike ji bo muhleta fermîdana bi vekirina baregeha lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê li bajarê Hewlêrê dike. Li 28 ê hezîrana 1959 an de bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî li bereya Yekîtiya Niştimanî peyameke piştgîriyê pêşkêşî General Rukin Ebdulkerîm Qasim Serok Wezîrê Iraqê kiriye. Di sala 1960 an de ji bo demeke kurt li bajarê Hewlêrê hatiye bend kirin û Serok Mistefa Barzanî hewla azad kirinê daye. Di sala 1960 an de endamê desteya damezrênerê Partiya Dêmokrata Kurdistana ـ Iraqê ya qonaxa eşkere bûye. Di sala 1960 an de endamê lîjneya Hewlêrê ya aştîxwazên Iraqê bûye. Di sala 1960 li xebatkarê sêyemê lîjneya leqa du li serdema berpirsiyariya Celal Ebdulrehman Emîn (1928 - 1987) an de bi kargêrê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1960 an de nûnerê kongreya pêncem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Bexdayê bûye.
Li tişrîna duyema 1960 an de endamê lîjneya rêxistina şoreşgerî û berpirsê Hewlêrê bûye. Di sala 1961 an de endamê lîjneya şoreşgerî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li devera Hewlêrê bûye. Li meha tebaxa 1960 an de bi komek parêzerên bajarê Hewlêrê re nameyeke vekirî ji bo hemû rojnamevanên Iraqê nerazîbûna xwe ji bo wan gotarên ku li rojnameya Bexda de hatibûn çap kirin derbirîn ku li gor wan Kurd netewe nebûye û wan bi Ereb bi nav kiribûn, bi vê yekê jî karbidestên Iraqê jê nerazî dibin. Li naverasta sala 1960 an de bi tometa kuştina Sedîq Mîran fermana bendkirina wî ji aliyê parêzgerê Hewlêrê ve tê derxistin û xwe radest nake û li taxa Sêtaqan ya bajarê Hewlêrê li mala Erîf Osman Yusif xwe vedişêre. Di sala 1961 an de bûye fermandeyê yekemîn milê çekdarî ya şoreşa Eylûlê li Hewlêrê. Li 7 ê Eylula 1961 an de berpirsê pela ji polîsan reviyayî bûye li pêş şoreşa Eylûlê. Li rêkefta 20 ê tebaxa 1961 an de bi hevkariya Ebdulla Ismaîl Ehmed (1937 - 2000) naskirî bi Mela Motor û pelêke Pêşmerge êrîş dikine ser baregeha cehşên gundê Espîndarê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê û dest bi ser da digrin. Li rêkefta 15 ê Eylula 1961 an de li bereya Serkepkanî ya Ranye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê de Pêşmerge bûye. Di salên (1961 - 1964) li xebatkarê çaremê lîjneya leqa du ya li serdema berpirsiyariya Mihemed Hacî Tahîr û serpereştyariya Elî Ebdula da bi kargêrê lîjneya leqê hatiye destnîşan kirin.
Beşdariya şerên rojên 11 heta 28 ê tişrîna yekema 1961 an ya li dijî bi hêzên bejayî ya artêşa Iraqê û hêza cehşên Xêlekan ya alîgirên Hikûmeta Iraqê bûye û piştî nemana teqemeniyê li 29 ê tişrîna yekema 1961 an de fermana paşvekişanê bi Pêşmerge dide. Di salên (1963 - 1973) nûnerê şoreşa Eylûlê ya bajarê Tehranê bûye û bi navê Emîr Qasimî kar kiriye. Di sala 1964 an de ji aliyê bala mekteba siyasî ve ji bo civîna berfireha Mawet tê vexwendin, lê belê ji ber ku ev kirdare bi peyrewê nezan dizane têda beşdariyê nake û li dawiyê da piştgîriya Serok Mistefa Barzanî dike. Di sala 1964 an de bûye endamê lîjneya destûrê ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar ya (El mekteb El tenfîzî) ya li Encumena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê. Di sala 1969 ê de dev ji karê xwe yê wekî nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Tehranê berdaye û vegeriya ye bajarê Bexdayê. Di sala 1969 an de hevkarê General Teymur Bextiyar bûye li dijî desthilatdarên Şahnişîna Îranê. Di sala 1974 an de ji bo cara duyem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1977 an de li desteya damezrênerên lîjneya amadekarê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1977 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re kiriye, Li 14 ê kanuna yekema 1978 an de bi fermaneke encumena serkirdayetiya şoreşê mafê parêzeriyê pê hatiye dayîn.
Çavkanî:
1 - Cemşîd Heyderî, bersîvek ji bo Berevan Hemdî û Dr Marif Xeznedar, kovara Xebat ya xwendekaran, organa Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê, jimare 69 Hewlêr Adara 2007 rûpel 20.
2 - Hevpeyvîn : Azad Ebdulwahîd, Dirwêney Rojekanî Zîwer Xetab, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat - 2019) rûpelên 24, 61, 99, 107, 130.
3 - Îsmaîl Şukir Resûl, Şukriye Çiyawûk yekemîn mamostaya jina Kurd li Hewlêr, kovara Şawuşka. Navenda Şawuşka ya çalakiyên rewşenbîrî, jimare 4, Hewlêr, çapxaneya Wezareta Perwerde, 2002 rûpel 44.
4 - Mihemed Seîd Kurde, Carî Caran, (Hewlêr ـ Çapxaneya Hêvî 2019) rûpel 253, 259, 260, 266.
5 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên (1958 - 1963) lêkolîneke li rewşa siyasî, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat 2012) rûpel160, 161, 173, 195, 197, 213, 216, 227, 239, 256, 258, 259, 262, 271, 274.
6 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî ye li rewşa siyasî, (Hewlêr ـ Çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn 2016) rûpel 18, 32, 33, 109, 158.
7 - Ebdurehman Şerefkendî (Hejar Mukriyanî), Çêştî Mucêwir, (Parîs 1997) rûpel 561.
8 - Cemal Nebez, bîranîn nameya wan rojên ku careke din venagerin, (Silêmanî ـ Çapxaneya Şivan - 1017) rûpel 340, 367, 375, 402, 403, 500.
9 - Silêman Mistefa Hesen, Kurd û yekem ezmun, (Hewlêr ـ çapxaneya Karo 2017), rûpel 40.
10 - Tofîqê Mela Sedîq, bîranînên rojên partiyetî û Pêşmergeyetî û dûr xistina min, çapa duyem, (Hewlêr ـ çapxaneya Şehab - 1996) rûpel 23, 26.
11- Amadekirina : Selah Reşîd, Mam Celal Dîdarî Temen ji zaroktî heta Koşka Komariyê, bergê duyem, (Silêmanî ـ çapxaneya Karo 2017) rûpel 47.
12 - Necah Yasîn Necar, Şehîd Meemun Debax, kovara Şaredariyê, Serokayetiya Şaredariya Hewlêrê, jimare 21 Hewlêr, kanuna yekema 2013 rûpel 16, 17.
13 - Cercîs Feteh Alle Al Mihamî, al Iraq fî a'had qasim ara wexwatir 1958 - 1988, al cuz al sanî, (al Swêd ـ dar nebez lil tebaa wal neşir 1989) rûpel 728.
14 - Cemşîd Heyderî, bersîvek ji bo Berevan Hemdî û Dr Marif Xeznedar, kovara Xebat ya Xwendekaran, organa Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, jimare 69 Hewlêr, Adara 2007 rûpel 20.
15 - Barzanî herdem digot baweriya min bi Şahê Îranê nîne, Rojnameya Barzan News, jimare 181 Hewlêr, yekşema 19 ê Eylula 2010, rûpel 5.
16 - Hebîb Mihemed Kerîm, tarîx al hizb al demoqratî al Kurdistanî al Iraq (fî muhatat rîesiye) - 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998) rûpel 61, 67.
17 - Husen Letîf Al Zebîdî, Muesese al ahzab al Iraqiye, (Beyrut ـ Muesese al arif lil matbuat 2007 - rûpel 339.
18 - Hisu Hurmî, lil mehat min heya al Amîr Tehsîn Seyid Alî Beg, (Erbîl ـ Matbaa Rojhilat 2017 - rûpel 134 - 141.
19 - Rojîn Çilbî Minîr, Zaxo 14 ê tîrmeha 1958 - 6 ê Adara 1975, (Bê cîh ـ Navenda Zaxo ya Vekolînên Kurdî 2018 rûpel 121.
20 - Bekir Şakir Karwanî, Elî Fetah Dizeyî Şaîr û nivîskar û têkoşer, (Hewlêr ـ Wezareta Rewşenbîrî - 2004) rûpel 26.
21 - Mîhvan Mihemed Husên, Mewqif Brîtanya min al qaziye al Kurdiye fî al Iraq 1975 - 1980 - (Bidun mekan ـ merkez Zaxo lil dirasat al Kurdî 2018), sahifa 352.
22 - Direxşan Şêx Celal Hefîdzad, kurteyek ji tevgera rizgarîxwaza jinên Kurdistanê û hinek ji bîranînên min, (Silêmanî ـ çapxaneya şivan 2010) - rûpel 147.
23 - Samî Şoreş, Tenu' al Kurd fî al Iraq, (Erbîl ـ Dar Aras lil tabia wal neşir ـ Matbaa wezara al terbiye 2000) sahifa 24, 25, 27.
24 - Şîrzad Zekeriya Mehmud, Meclîs qiyade al sewre fî Kurdistan ـ al Iraq 1964 - 1970 - Dirasa tarîxiye siyasiye ama, (Dihok ـ camia Dihok ـ merkez al dirasat al Kurdiye we hafiz al wesaeq - 2010) - sahifa 80.
25 - Adil Murad, Muhawele cada lil kitabe cuz min al tarîx al hadîs lil Kurd al Iraq, al halaqa al sadise, sahîfa al atihad, al sahîfa al merkeziye, lil atihad al wetanî al Kurdistanî, al a'dad 378, al sana al samina al Silîmaniye, al cum'a 14 temuz 2000, sahifa 5.
26 - Adnan Muftî, Şemsedîn Muftî raber û serkirde 1933 - 2012, çapa duyem, (Hewlêr ـ Bedirxan ـ çapxaneya Şehab 2013), rûpel 16, 27, 44, 56, 106.
27 - Îsî Pijman, asrar qetil û zindegî şegfet angîz sipahbed Tîmur Bextiyar, (Parîs ـ bingahe antişarat jin 1991), sahifa 240, 252, 254.
28 - Mansur Taracî, Nexastîn Ruznamengar û A'kasî Ayranî der stad Pîşmergan Barzanî, ruzname atlaat, şimare 14456, qismet nehem, Tehran, yekşenbe, 23 tîrmah 1353 şemsi sahifa 11.
29 - Ferhad Ewnî, fî safha axirî min sewre eylul al kebirî, mucele Gulan al Arabî, al a'dad 28 Erbîl, matbaa wezara al saqafe 22 Eylul 1998 sahifa 39.
30 - Ferhad Ewnî, kîf alt al awiza' alî asenaf al qatal fî Kurdistan rabîa am 1974, mucela Gulan al Arabî, muesese Gulan al a'lamiye, al a'dad 28, Erbîl, 25 Eylul 1998 sahifa 40.
31 - Ferîd Eseserd, Ansîklopediya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, çapa duyem, (Silêmanî ـ Akademiya Hişyarî û Pêgihandina Kadîran 2015) rûpel 861, 863, 869.
32 - Qerar Meclis qiyade al sewre reqem 1615, cerîde al waqae' al Iraqiye, wezara al adil, al a'dad 2690, al sana al wahide wal a'şrun, Bexdad, al asnîn, 1 kanun al sanî 1979 rûpel 3.
33 - Kaf Kurdistanî, Barzanî Mistefa wekî ku min ew nasiye, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1885, Hewlêr, dûşem 28 ê şubata 1994 rûpel 3.
34 - Leqa Du, Leqa Du li nîv sedsala têkoşînê da, (Hewlêr ـ çapxaneya Aras 2010), rûpel 38.
35 - Marif Xeznedar, rojgarî min dirust bûn 1949 - 1960 bergê duyem, (Hewlêr ـ çapxaneya Hacî Haşim 2009) rûpel 260.
36 - Mela Mistefa al Barzanî werefaqe yeqdimun axbara alî seyade wezîr al daxiliye a'n tasîs al hizb, cerîde Xebat (al nezal), al a'dad 141, matbaa al raî al am, Bexdad, al ahad 9 kanun al sanî 1960, sahifa 1, 8.
37 - Mela Faruq Şiwanî, Hemû Kurd, Berga yekem, (Hewlêr ـ çapxaneya Rewşenbîrî 1997), rûpel 117, 229.
38 - Mehdî Mihemed Qadir, Rola Kurd li tevgera aştîxwazên li Iraqê da (1950 - 1963), (Hewlêr ـ Xaneya Mukriyan ya çap û belavkirinê ـ çapxaneya Mukriyanî 2015) rûpel 52.
39 - Mîhvan Mihemed Husên, Mewqif Brîtanya min al qeziye al Kurdiye fî al Iraq 1975 - 1980, (Zaxo ـ Merkez Zaxo lil Dirasat al Kurdî 2018), sahifa 317.
40 - Newşîrwan Mistefa Emîn, li kenarî danubewe bo xirî nawzeng, (Bê şiwên 1997) rûpel 338.
41 - Hawkar Kerîm Heme Şerîf, şoreşa Eylûl, (Hewlêr ـ çapxaneya Zanîngeha Selahedîn 2012) rûpel 45,46.
42 - Bîranînên kevin yên Newrozê li hevpeyvînek da, kovara Xebat ya xwendekaran, organa Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, jimare 44 û 45, Hewlêr, nîsana 2001 rûpel 41.
43 - Elî Sincarî, al qeziye al Kurdiye wel hizb al ba'as al Arabî al aştirakî fî al Iraq, al cuz al sales, (Dihok ـ Matbaa Xanî 2012) sahifa 335.