Mihemed Tahîr Ebdula Mistefa bi navê (Mihemed Hacî Tahîr), hatiye nas kirin. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1953 an de nûnerê kongreya sêyem ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1959 an de nûnerê konferansa duyema Bexda bûye û heman salê bûye nûnerê kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1960 an de li kongreya pêncem de bûye endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li naverasta sala 1963 an de endamê lîjneya hevbeşa Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunista Iraqî li Xaneqînê bûye. Di sala 1964 an de beşdariya civîna berfireha Mawet de ji bo piştgîrîkirina li taqima mekteba siyasî kiriye.
Jiyanname
Mihemed Tahîr Ebdula Mistefa bi navê (Mihemed Hacî Tahîr), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de li parêzgeha Silêmanî û li malbateke bazirgan de ji dayik bûye û bi karê bazirganiyê re mijûl bûye. Derçûyê pola duyema navendî ye. Di sala 1948 an de beşdariya xwepêşandana bajarê Bexdayê ya li dijî peymannameya Portsmos ya li navbera Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya û Şahnişîna Iraqê ya bi diruşma azadî ji bo bendkiriyên Barzanî de kiriye. Li sedsala salên pencihên derbasbûyî de xwediyê komgeha radyofiroşî ya Mewlewî bûye ku li kolana Mewlewî ya bajarê Silêmaniyê bû. Şarezayê zimanên Kurdî, Farisî û Erebî bûye. Li 13 ê Adara 2020 li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana Şêx Ehmed bajarê Hewlêrê bi axê hatiye spartin.
Xebatname
Mihemed Tahîr Ebdula Mistefa di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1947 an de bûye endamê lîjneya navçeya Koye. Di sala 1949 an de berpirsê lîjneya navçeya Silêmaniyê bûye. Di sala 1953 an de nûnerê kongreya sêyem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li meha hezîrana 1954 an de endamê lîjneya hevbeş ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunista Iraqê bûye. Di sala 1954 an de ji bo bangeşeya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê (1914 - 2000) ji bo parêzer Îbrahîm Ehmed Fetah ligel komek alîgirên Partiya Dêmokrata Kurdistanê diçe devera Qeredax û li vegeranê da nêzîkî bajarê Silêmaniyê ji aliyê polîsên wê demê ya rejîmê ve tê destbeser kirin û ew dişînin bendîxaneya Sera ya Silêmaniyê û paşê ji bo bendîxaneya Kerkûkê tê veguhestin û li piştî 15 rojan bi kefalet tê azad kirin. Di sala 1956 an de li damezrênerên lîjneya navçeya Pênciwên bûye. Li nava sala 1956 an de xala peywendiyê ya li navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunista Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê bûye. Di sala 1956 an de beşdariyê li xwepêşandana ber deriyê Sera de kiriye ji bo daxwaz kirina muhlet pêdana bi Letîf Mehmud Seîd (1917 - 1972) naskirî bi Şêx Letîfê Hefîd bûye ku heta nimêja mirinê li ser termê bavê xwe bike, lê belê ji aliyê polîsan ve bi hêz teqîn li wan hatiye kirin.
Di sala 1958 an de berpirsê lîjneya navçeya Silêmanî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1959 an de nûnerê konferansa duyem ya Bexdayê bûye û heman salê de bûye nûnerê kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1960 an de li kongreya pêncem bûye endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Her wiha bûye berpirsê lîjneya navçeya Silêmanî ya ser bi lîjneya leqa Silêmanî û li heman salê da bûye endamê lîjneya aştîxwazên Silêmaniyê. Di sala 1961 an de bi awayeke nihênî li bajarê Silêmaniyê jiya ye û bi karê rêxistin û ragihandinê ve mijûl bûye. Di sala 1961 an de li xebatkarê çarem ya lîjneya leqa du ya li serdema serpereştyarê Elî Ebdula berpirsê lîjneya leqê bûye. Di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û bi pileya Serpel ya li Dolbêşk (Silêmanî) yê bûye. Di sala 1961 an de fermandeyê hêzên Pêşmerge ya li navçeya Mawet bûye. Li nava sala 1963 an de endamê lîjneya hevbeş ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunista Iraqê ya li Xaneqînê bûye û kariye kêşeya di navbera her du aliyan bi awayeke aştiyane çareser bike. Di salên (1963 - 1964) an de li xebatkarê sêyemê lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi berpirsê lîjneya leq hatiye destnîşan kirin. Di sala 1963 an de nûnerê kongreya Koye bûye. Di sala 1963 an de endamê şanda danustandinkar bûye li cem Hikûmeta Iraqê bi mebesta çareser kirina doza Kurd. Di sala 1965 an de piştî vegerana bala mekteba siyasî li Hemedan û lêborîna wan ji aliyê Serok Mistefa Barzanî ve bûye berpirsê lîjneya leqa çar.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2 - Husên Hacî Qadir, jiyan û biserhat û hinek stranên hunermendê nemir Tahir Tofîq, (Hewlêr ـ çapxaneya Pak 2002) - rûpel 158.
3 - Me'ed Feyaz, Reîs Cumhur Pêşmerge, tercume Saman Silêmanî, (Tehran ـ Neşir Dat ـ çapxane Mansur 1393 şemsî) sahife 126.
4 - Rêwiyê rêya tebayî ya gel rêzên gel, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 2.670, sala yanzdehem, Silêmanî, sêşem 21 ê kanuna duyema 2002 - rûpel l 6.
5 - Li rêwresmeke taybet da bîranîna şehîdê serkirde Omer Debabe tê kirin, rojnameya Kurdistanî niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 2.670, sala yanzdehem, Silêmanî, sêşem 21 ê kanuna duyema 2002 - rûpel 1.
6 - Mihemed Hacî Tahîr, Mamosta Birahîm Ehmed zilameke wêrek û siyasiyeke ronakbîr û xweşdivî bû, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 2.428, sala dehem, Silêmanî, dûşema 16 ê nîsana 2001 - rûpel 7.
7 - Hevdîtin û civînên Mam Celal, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 2.400, sala dehem, Silêmanî, sêşem 13 ê Adara 2001 - rûpel 3.
8 - Ehmed Banîxêlanî, bîranînên min, (Stockholm 1997) - rûpel 180.
9 - Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên sîyasî yên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958 - (Silêmanî ـ Navenda Lêkolînên Stratejî ya Kurdistanê 2005) - rûpel 162.
10 - Ehmed Dilzar, bîranînên rojên jiyana min (Hewlêr ـ Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ـ çapxaneya Şehab - 2019) - rûpel 127.
11 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî li rewşa siyasî, (Hewlêr ـ çapxaneya zanîngeha Selaheddîn 2016) - rûpel 109.
12 - Albuma welatiyan, kovara Silêmanî, Şaredariya Silêmanî, jimare 32, xula duyem, Silêmanî, çapxane û weşanxaneya Şivan, Gulana 2003 - rûpel 45.
13 - Amadekirin : Selah Reşîd, Mam Celal Dîdarî temen li zaroktiyê ve heta Koşka Komarî, bergê yekem, (Silêmanî ـ çapxaneya Karo 2017) - rûpel 188.
14 - Ebubekir Ehmed Ebdulla, zilameke bi kolana Mewlewî da, beşa yekem, kovara Silêmanî, şaredariya Silêmanî, jimare 46 - xula duyem, Silêmanî - çapxaneya Dilêr, Gulana 2004 - rûpel 17 - 18.
15 - Ehmed Xoce, Min çi dît, berga çarem, çapa sêyem, (Silêmanî ـ Binkeya Jîn ـ çapxaneya Şivan ـ 2016) - rûpel 611.
16 - Ehmed Banî Xêlanî, Muzakaratî (Bexdad ـ dar al Rewad al muzdehere lil taba'a wal neşir wal a'lan 1995) - sahife 136.
17 - Rojîn Çelebî Munîr, Zaxo 14 ê tîrmeha 1958 - 6 ê Adara 1975, (Bê cîh ـ Navenda Zaxo ya Vekolînên Kurdî 2018) - rûpel 226.
18 - Pêdaçûn û dariştin : Ebdulla Kerîm Mehmud, rojên mij û temawî bîranînên Refet Mela, (Silêmanî ـ çapxaneya Karo - 2008) - rûpel 23.
19 - Cebar Cebarî, tarîx al sahafiye al Kurdiye fî al Iraq, (Bexdad ـ Mudîriye al Saqafiye Al Kurdiye alam - matba'a alam 1975) - sahifa 69.
20 - Hemeyê Ferec Helebceyî, li şûnpêya Stockholmê, çapa sêyem, (Silêmanî ـ çapxaneya Karo - 2015) - rûpel 293, 294.
21 - Xurşîd Şêre, xebat û xwîn bîranînên salên xebata Pêşmergayetî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ çapxaneya Hacî Haşim 2015) - rûpel 117.
22 - Al Dr Kemal Fuad yetehedes leqenewat a'lam al atihad al wetanî al Kurdistanî, cerîde al atihad, al sahîfe al merkeziye lil atihad al wetanî al Kurdistanî, al a'dad 495, al Silêmanî, al cum'a 18 tişrîna yekema 2002 - sahifa 11.
23 - Zahîr Sewz, Ehe biçkolî xeyat karwaneke bê wuçan û xebatêkî serberzane, rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1881 - Hewlêr, pêncşem 24 ê şubata 1994 - rûpel 6 - 7.
24 - Abdulstar Tahir Şerîf, Gengeşe ligel jiyanê da (bîranîn) 1935 - 1971, bergê yekem - (Kerkuk - Arabxa 2005) - rûpel 103.
25 - Abdulstar Tahir Şerîf, al cemîat wal minazamat wal ahzab al Kurdî 1908 - 1958, - (Bexdad ـ Dar Alşowin al saqafî 1989) - sahifa 182.
26 - Abdulstar Tahir Şerîf, tarîx al hizb al sewre al Kurdistanî, al taba'a al saniye (Bexdad ـ minşurat al sewre 1979), sahifa 142 - 170 - 172 - 182 - 236.
27 - Ebdulrehman Gomeşînî, beşek ji bîranînên min, (Silêmanî ـ çapxaney Qan'i 2003) - rûpel 15.
28 - Keyfî Hadî, bîranînên xwe yên di derbarê destpêka xebat û karê Pêşmergeyetiyê ji bo xwendevanên kovara me vedigere, kovara Dêrîn, organa mekteba ragihandina lîjneya leqa du ya Hewlêrê, jimare 1 - Hewlêr, çapxaneya Wezareta Perwerde, şemî 4 ê hezîrana 2005 - rûpel 8.
29 - Kongreya pêncem ya Partiya Demokrata Kurdistanê, kovara Rojî Niwê, jimare sê, sala yekem, Silêmanî - çapxaneya Kameran, hezîrana 1960 - rûpel 56.
30 - Leqa Du, leqa du li nîvê sedsala têkoşînê da, (Hewlêr ـ çapxaneya Aras 2010) - rûpel 38.
31 - Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî wal hereke al tehririye al Kurdiye, al muceled al salesa, al taba'a al saniye, (Erbîl ـ matba'a wezara al terbiye 2002) - sahife 144.
32 - Mustafa Salih Kerîm, Miracî' al abtal, wetelîiye al şuheda, sahîfe al atihad, al sahîfa al merkezîye lil atihad al wetanî al Kurdistanî, al a'dad 323, al sene al saminiye, al Silêmaniye, al cuma 18 hezîran 1999 - sahifa 4.
33- Min wesaeq al hereke al qewmiye al Kurdiye al tehririye, mucele Metîn, sadirha al fer' al awel lil hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al muhed, al a'dad 47, Dihok, matba'a Hawar, al dewre al salase, kanun al awal 1995 - sahifa 81.
34 - Mehmud Mela Îzzet, karwana bê dawî, (Silêmanî ـ dezgeha çap û weşana Serdem 2000), rûpel 87 - 88.
35 - Nermîn Osman, jinek li ciwanî û xanima şoreşgereka wêrek, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 7.840 sala bîst û heştem, Silêmanî, çarşeme, 17 ê nîsana 2019 - rûpel 8 - 9.
36 - Nûnerê komeleya Xwendekaran, kovara Rojî Niwê, jimare 8, sala yekem, Silêmanî, çapxaneya Kameran, tişrîna duyem 1960 - rûpel 18.
37 - Hewal û deng û bas û rûdaw, kovara Rojî Niwê, jimare 1, sala yekem, Silêmanî, çapxaneya Kameran, nîsana 1960 - rûpel 101.
38 - Ferhad Ewnî, 36 name û çend kesayetiyeke dîwana min, (Hewlêr ـ çapxaneya zanîngeha Selaheddîn 2019), rûpel 59 - 63.