Ebdulrehman Gomeşînî

Ebdulrehman Mistefa Hemed, ku bi navê Ebdulrehman Gomeşînî jî tê naskirin, Pêşmerge û rêheval Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1917an de li gundê Goptepe ji dayîk bûye, di şoreşa Barzan a Yekemîn da xebatkar bû û li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê Pêşmergeyê bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye û cîgirê fermandarê tabûrê bû, di sala 1979an de li Koyê koça dawî kiriye


Jiyanname

Ebdulrehman Gomeşîn di sala 1917an de li gundê Goptepe yê navçeya Şoriş a ser bi navçeya Koyê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, berî ku biçe Yekîtiya Sovyetê du jinên wî hebûn, jina wî ya yekem navê wê Cewahir Mihyeddîn û jina wî ya duyem jî navê wê Nayla Hemed Resûl bû, çar kurên wî bi navên Ziyad, Zagros, Bege û Aware hebûn. Ebdulrehman li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya di warê daristanê de wergirtiye, her li Sovyetê bi jineke bi navê Kafiye re zewicî, du keçên wan hebûn bi navên Raye (1954) û Vêra (1957).

Piştî ku ji Yekîtiya Sovyetê vedigere, li Ofîsa Daristana Kelekê wek çavdêrê çandiniyê kar dike, di sala 1960'î de ji bo Ofîsa Daristana Koyê tê veguhestin. Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, di sala 1978’an de Ji Nasiriyê vedigere Koyê, di heman salê de vegeriya ser pîşeya xwe û bû Fermandarê fêrker, hem kurdî û hem jî bi rûsî diaxivî, di 22'ê Tîrmeha 1979'an de li Koyê koça dawî kir û li goristana Gomeşînê hate veşartin.


Xebatname

Ebdulrehman Gomeşîn, di sala 1943an de tevlî refên Şoreşa Barzan a Duyem dibe, di 8’ê Tebaxa 1945’an de beşdarî girtina bingeha polîsên Mêrgasorê dibe, di 19ê Tebaxa 1945an de bi biryara Dadgeha Urfî ya Eskerî ya Iraqê hemû mal û milkên wî yên guhestî û neguhestî hatin desteserkirin.

Piştî têkçûna Şoreşa Barzan a Duyemîn di 11ê Cotmeha 1945an de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû, di 31ê Adara 1946an de di hêza Barzanî ya Artêşa Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê bû Pêşmerge, di 29’ê Nîsana 1946’an de beşdarî şerê Qarawayê li devera Seqizê dibe. Piştî rûxandina Komara Demokratîk a Kurdistanê di 19ê Adara 1947an de beşdarî şerê Nexede û Şinoyê dibe. Yek ji wan pêşmergeyan bû ku di 19'ê Nîsana 1947'an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazger ê bi rêya Bakurê Kurdistanê re vegeriyane herêmên Şêrwan û Mazûriyan.

Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15ê Gulana 1947an de li gundê Ergoş bi hevalên xwe re civînek li dar xist û serpişk kirin ka bimînin yan biçin Sovyetê, li wir hemû rêhevalên wî biryar dan ku berdewam bikin û biçin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.

Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.

Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25'ê Sibata 1959'an de li gorî xalên 3 û 7'an û birga (a) ya xala 10'an û xala 11'an a zagona guherandinê ya sala 1959'an ji bo wî û hevalên xwe efûya giştî hat dayîn.

Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, navhatî di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê.

Di sala 1960ê de nûnerê kongreya pêncemîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û piştre weke kargêrê komîteya Navçeya Koyê hat destnîşankirin û berpirsê rêxistina leşkerî bû, bo dema şeş mehan cîgirê tabûra 3. Bû û berpirsiyarê beşa leşkerî bû, di sala 1961ê de beşdarî Şoreşa Îlonê bû, di şerên Celdiyan, şerên Bawacî, Zozik, Qopçî û Koresê de beşdar bûye, di sala 1975’an de piştî rûxandina Şoreşa Îlonê koçberî Îranê bû, di sala 1978’an de vegeriya Kurdistanê, paşê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo mehekê hat veguhestin bo başûrê Iraqê û li Nasiriyê bi cih bû.


Çavkanî:

  1. Heydir Farûq El-Sameraî, ziya Ce'fer wedewruhu El-siyasî we El-îqtîsadî fî El-Îraq, (Lendin – darilhikme - 2016m).

  2. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).

  3. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîra Barzan Di Navbera 1931 - 1991, Çapa 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001), r 121, 126, 127. 

  4. Ebdullah Xefûr, Ferhenga Erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Weşanên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).

  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Yekîtîya Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).

  6. Di bîranîna fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî de, 62 rojên bi Barzanî re, çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).

  7. Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubyedî, sewret 14 temuz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - darelreşîd lilneşir - 1979m).

  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).

  9. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Surkan Mela Bas

Surkan Ebbas Feqê ku bi navê Surkan Mela Bas jî tê naskirin, pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920an de li Mêrgesorê ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de serpel bû û du caran birîndar bûye, di sala 1989’an de li gundê Mawîliyanê koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Siyamend Ezîz Aris

Siyamend Ezîz Aris, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920 de li Mêrgesorê ji dayîk bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de fermandarê betalyonê bû, di sala 1966’an de li Çermegayê şehîd bûye

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Ehmed

Silêman Mîrxan Ehmed, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Xerdin ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrata Kurdistanê ya Mehabadê pêşmerge bû û li komarê birîndar bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye, di nav Pêşmerge de serliq bû, Di 23'ê Adara 1962'an de di şerê Baadrê de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Areb

Silêman Mîrxan Areb, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1928an de li gundê Kanyedêrê ji dayîk bûye, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bû û di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, di sala 2007 de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Şêx Zubêr Ebdulla

Şêx Zubêr Ebdulla, bi navê Şêxo Zuber jî tê naskirin, Pêşmerge û rêheval Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1925an de li gundê Reziyan ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû, di sala 2008an de koça dawî kir.

Agahiyên bêtir